Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Siyaseta ambargo li ser taxên Kurdan (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê)

17/07/2025
in ROJEV
A A
Siyaseta ambargo li ser taxên Kurdan (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê)
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Hikumeta Veguhêz a Şamê ambargoya nederbaskirina sotemeniyê ji bo taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dide meşandin, ev ne cara yekemîne ku ambargo li ser taxên Kurdan ên li Helebê tê kirin, lê beriya niha jî rêjîma Baas ev yek bi domdarî feriz dikir.

Taxa Şêxmeqsûd li aliyê Bakurê Rojavayê bajarê Heleb dikeve, di demeke berê de ji taxên herî zêde bû ku rastî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên girêdayî rêjîma Baasê hatiye. Taxa Şêxmeqsûd bi taxa Eşrefiyê re mûzaîkekê ji pêkhateyên Sûriyê yên Kurd, Ereb, Turkmen û Suryan çê dike, bi hev re dijîn û li gorî pergala neteweya demokratîk de komîn û meclisan xwe bi rê ve dibin. Ev tax bi salane rastî siyasetên qirêj ji aliyê serwerên desthilata Şamê ve tên ku pêdiviyên jiyanî bi hemû awayan li ser wan qut dikin, da ku sîstam herdû taxan bide xerakirin û li gorî xwe wan bide meşandin. Lê ambargoya dawî, ji şêniyan re bû sedema gelek pirsgirêkên jiyanî û astengiya peydakirina madeyên bingehîn mîna sotemeniyê ku jêdera dayîna kehrebê û hwd… ne.

Ambargo armanca têkbirina sîstema taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye

Ambargoya li ser van taxan ne ji îro ve ye, lê di dema rêjîma Baas de jî ev yek pêk dihat, da ku rêyan li pêş dabînkirina pêdiviyên sereke yên şêniyên taxan bigire. Niha jî heman şêwaz ji aliyê hikumeta veguhêz a Şamê ve tê meşandin.

Heman nêzîkatiyê berê hikumeta nû dide meşandin ku ev 17 roj in dabînkirina sotemeniyê ji bo taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê asteng dike.

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ku di 14’ê Tîrmehê de li ser ambargoya van taxan belav kiribû û tê de wiha hatibû gotin:

Hikumeta Veguhêz ev zêdeyî 17 rojan rê li ber derbaskirina sotemeniyê ji bo taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bi piranî Kurd li Helebê digre. Di encamê de rewşa xizmetguzarî û elektrîkê ber bi xerabûnê ve diçe.

Niştecihên herêmê jî destnîşan dikin ku hikumeta nû eynî şêwazê rêjîma Baas bi kar tîne, ew jî bi rêya rawestandina sotemenî, elektirîk û pêdiviyên bingehîn ku zexta aborî û xizmetguzarî dike. Da ku Rêveberiya Xweser tawîzên siyasî an darayî bide, ev yek jî êşa sivîlan girantir bike. Ji ber herêm bi giştî ji bo elektrîk, av û xebitandina tesîsên girîng bi sotemeniyê ve girêdayî ye, ev yek jî di nebûna tu nîşanek çareseriyê di demeke nêz de, berdewamiya astengkirina xizmetguzariyan dike gefek rasterast li ser jiyana rojane.

Rêya berxwedanê; li hemberî serî tewandinê

Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi têkoşîna û berxwedaniya xwe ku tê naskirin. Her çiqas ew rastî êriş û ambarogoyan tên, lê serî ji dijimin re natewînin û rêya berxwedanê, li hemberî serî tewandinê hildibjêrin. Di texmîna rêjîma Baas de jî ew bû ku dema ambargo bide meşandin wê berxwedana van taxan têk bibe, lê dîrok şahidiya wê kir ku çawa gelê wê ji germahî û sermahiyê jiyana xwe ji dest dan, lê destê xwe li hemberî dijmin dirêj nekirin û alîkarî nexwestin, gotina pêşiyan jî vê yekê piştrast dike dema ku dibêje “Em Kurd serhişkin”. Niha jî hikumeta veguhêz dixwaze vîna van taxan bide şikandin, lê ew nizane gelê ku bi salan li hemberî qirkirinê têkoşiyaye bi hişmendiya wî nayên xapandin û têkbirin. Ev hikumet ji dema hatina xwe û heya niha sûc li dû sûc dike, bêdengî jî wî xurt dike, lê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne bêdengin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.