Dîlan Mulhim\Qamişlo
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi armanca aktîvkirina rola tevgerê û pêşxistina mekanîzmayên ji bo ragihandinê bi civakê re li gorî şert û mercên heyî, konferansek ji bo hevserokatiya li ser asta kantona Cizîrê li dar xist.
Tevgera Civaka Demkoratîk TEV-DEM’ê li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo bi beşdariyeke berfireh a endamên tevger, nûnerên saziyên jin, civaka sivîl û Rêveberiya Xweser a Demokratîk, konfransek ji bo rêxistibûna hevserokatiyê li ser asta kantona Cizîrê li darxist. Herwiha ev konferans di çarçoveya nirxandin û nirxandina rêxistinbûna serokatiya hevbeş û xurtkirina perensîbê wê li ser hemû saziyên rêveberiya Xweser a Demokratîk, li gorî Projeya Neteweya Demokratîk, hate lidarxistin. Yek ji armancên herî sereke ên konferansê nirxandina xebata hevserokatiya hevbeş a salên borî bû.
Di destpêka de hemû beşdar deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan rawestiyan.

Piştire li ser rewşa siyasî ya Sûriyê, Şêwermenda Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Vîndar Sîdo wiha axivî: “ Di serî de em komkujiyên ji aliyê hikumeta veguhêz a Şamê li dijî civaka Dûrzî û li berava Sûriyê şermezardikin. Herwiha piştî ketina Rêjîma Baas bi armanca hevkariya hêzên navdewletî hikumeta veguhêz a Şamê hate li ser deshildariyê, herwiha xewin û xeyalên tevahiya gelê Sûriyê ew bû ku piştî ketina rêjîma Baas Sûriyeke wekehev û Demokratîkî were avakirin û her kesî kêfxweşiya xwe ji bo vê yekê daxuyakirin. Lê mixabin piştî hatina hikumeta veguhêz a Şamê li ser desthildariyê ew xewin û xeyalê gelê Sûriyê hatin şikandin. Ji ber ku ev hikumet bi hişmendiya DAIŞ’ê komkujiyan li dijî jinan û tevahiya gelê Sûriyê pêk tîne. Ev komkujiyên ku niha ji aliyê hikumeta veguhêz li berava Sûriyê pêk tên zemîn dide DAIŞ’ê ku xwe di Sûriyê de careka din zindî bike. ji ber vê yekê pêwîst e, em asta rêxistbûna xwe zêdetir xurtbikin.”
Şêwermenda Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Vîndar Sîdo balkişandin li ser Perspektîfê Rêber Apo yên dawiyê.
Di dawiya konferans de, Perspektîfên ku ji aliyê KCK’ê ve ji bo sîstema hevserokatiyê pêk were, hatin xwendin û nîqaşkirin.







