Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di nava bêdengiyeke navdewletî kuştina jin û zarokan rewa bûye

17/07/2025
in NÛÇE
A A
Di nava bêdengiyeke navdewletî kuştina jin û zarokan rewa bûye
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Koordînasyona Zarokan a li Kantona Cizîrê kiryar û komkujiyên ku li bajarê Siwêda, bi taybet ên li ser jin û zarokan ji aliyê endamên ewlekariya giştî ya Hikumeta Veguhêz li Sûriyê pêk tên, bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.

Koordînasyona Zarokan a Kantona Cizîrê kiryar û komkujiyên ku li Sûriyê bi taybet ên li ser jin û zarokan ji aliyê endamên ewlekariya giştî ya Hikumeta Veguhêz li Sûriyê pêk tên, bi daxuyaniyeke nivîskî li pêş avahiya Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Qamişlo şermezar kir. Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê Ofîsa Jin a Desteya Fêrkirin û Perwerdekirinê Ibtîsam Osman ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Ev nêzî 15 salan mafê zarokan li Sûriyê tê binpêkirin. Heta piştî hilweşandina rêjîma Baas jî tu rêzgirtin ji hevpeymana mafê zarokan re nehatiye girtin û hemû mafê zarokan heta roja îro tê binpêkirin. Senaryoya berava Sûriyê niha li bajarê Siwêda bi kiryarên hovane yên di derheqê zarok û jinan de pêk tê, tê dûbarekirin. Çekdarên bi ser hikumeta veguhêz sivîlan di hundirê mala wan a biewle de dikujin, sedemên ku ev sivîlên bê guneh tên kuştin jî ew e ku sivîl daxwaza jiyaneke baş di welatekî de ku tê de demokrasî û jiyana hevbeş di nav tevnekê de serdest be ku hemû pêkhateyên li seranserî erdnîgariya Sûriyê dihewîn e, dikin.”

Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Em weke Koordînasyona Zarokan li Kantona Cizîrê bi tundî komkujiyên ku di derheqê jin û zarokan de ji aliyê endamên ewlekariya giştî ya Hikumeta Veguhêz li Sûriyê pêk tên, şermezar dikin. Di heman demê de bêdengiya navdewletî û necezarkirina wan ji sûcdaran re jî şermezar dikin. Em ê jî têkoşîn û berxwedaniya xwe ji bo bidestxistina hemû mafê mirovan di nav de yên zarokan berdewam bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.