Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn

16/07/2025
in JIN
A A
Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Di asta cîhanî de yekem car peymangeheke bilind a hunerê ya xweser li Rojavayê Kurdistanê di sala 2024’an de hate vekirin, Rêveberiya Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn Evîn Paşo diyar kir peymangeh di nava xwe de beşê Sînema, Şano, Muzîk, Peykersazî û Wênesaziyê dihewîne û got, “Jin xwediya mîrasê hunerî ye.”

Piştî ked û xebata 3 salan û di salvegera 20’emîn a şehadeta Jina têkoşer şehîd Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) de, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 29’ê Mijdara 2024’an de Peymangeha Bilind a Hunerê li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê vekir. Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn weke navendeke ku jin li ser kok û hunera xwe di asta felsefî, zanistî û akademîk de xwe li bi pêş bixin, pêk hatiye.

Rûpelên dîrokê têne dûbarekirin û rol jinê tê xuyakirin

Niha wekî berê tuneye ku jin bi dîroka xwe ya dagirtî bê tunekirin, lê belê dîsa rûpelên dîrokê têne dûbarekirin û xwendina jinê ji dîrokê re tê xuyakirin. Lewra dema em dîrokê dixwînin, helbet divê em jin jî nas bikin, ji ber eleqeyê jin û dîrokê pir bi hev heye. Bi destê jinê hunera civakî hatiye afrandin, hafîzeya çandî ya civakan jî bi mejiyê wê hatiye parastin. Lê wekî ku çawa jin bi hebûna xwe hate dagirkirin, pêşengtiya wê jî ya ji qada hunerî û civakî re hate desteserkirin, lê ne tenê ev qad ji destê jinê hate derxistin, hemû qadên ku jin jê re pêşengbûn ji destê wê hatibû derxistin. Ji bo wê dema ev pêşengtî ji destê jinan ve hate derxistin, nêzîkatiyên ku civak li ser dihat perwerdekirin û rêbazê hunera jiyanê ya ku dihate pêşxistin hate guhertin. Herwiha hişmendiya jinê ya ku ji jiyanê hez dikir, bi hemû alî û rêbazên xwe kete bin xizmeta qezenciyê de, qada çand û hunerê jî bû qadeke bi vî awayî.

Jin xwediya mîrasê hunerî ye

Mîrasê jin ê hunerî gelekî dewlemend û li pêşe, ji ber ku yekem nota muzîkê ya ku hate dayîn bi destê jinan bû, alavên ku hatin pişaftin jî bi hunera jinan bû. Lewra ji bo ku ev mîras ji nû ve were zindîkirin, ew pêşengtî li ser milê jinê bi xwe ye, li ser wê bingehê jî Peymangeha Bilind A Hunerê Ya Hîlala Zêrîn hate vekirin. Ya din jî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşekî bi navê jin hate naskirin, lewma ji bo misogerkirina şoreşa jinan bi taybet di aliyê hunerî û çandî de, perwerdeyeke akademîk di aliyê hunerî de bê pêşxistin. Da ku destkeftiyên vê şoreşê bêne parastin, lê bi rêbazekî ne tenê wekî hunereke zuha, destpêkê wekî hunerekî jiyanî bê dîtin ku rêbazê fikrandinê rêbazekî jineolojîk be û rêbazê fikrandina piratîkekî jî estetîk be, li ser vê bingehê Peymangeha Bilind A Hunerê Ya Hîlala Zêrîn hate vekirin.

Bi rêbazekî akademîk perwerdekirin li gorî dîrok, heqîqeta Kurdî û jinbûnê

Peymangeha Bilind a Hunerê Ya Hîlala Zêrîn li ser esasê perwerdekirinê ya li gorî dîrok, heqîqeta Kurdî û jinbûnê bi rêbazekî akademîk ku huner bê pêşxistin, hate vekirin. Beşên ku xwe di hundirê peymangehê de birêxistin kirin, gelek nîqaş li ser wan hatin kirin û li gorî wê qadên ku pêwsît bû bi çav, mejî, cewher, îrade û zanista jinan bên birêvebirin ji bo ku bandorekî xwe di qadên hunerî de bide çêkirin hatin vekirin, ew jî ev beş bûn: Muzîk, Sînema, Şano, Wênesaz û Peykersazî.

Herwiha di peymangehê de rêbazê perwerdekirinê ji beşek ji  beşekî din cûdabûnekî wê heye.

 Beşê Muzîkê

Xwendina muzîkê wekî ABC ya muzîkê fêmkirin û xwendin. Tewroyên muzîkê naskirin. Guhdarkirina muzîkê di aliyê kurdewarî û dengbêjî yên kilasîk de, bi vê yekê ji bo bandora êrişa ku li ser hunerê hate kirin û wê dûrî kokê xist, ji mejî û guhê xwendekarên peymangehê bê dûrxistin. Li kêleka wê jî ji amûrên Rojhilatî û Rojavayî fêrbûnek dida çêkirin. Li ser vê bingehê perwerdeyên deng, guh, amûr, ritim û defê heta astekî di beşê muzîkê li peymangehê  hate pêşxistin.

 Beşê Sînema

Sînema qadekî ku temenê wê di qada hunerê de ne dirêje ku di dawiya sedsala 19’an de hatiye pêşxistin. Ev qad gava xwe ya destpêkê ji bo pêkenokan ji gel re bide çêkirin û pêşkêşkirin, da destpêkirin. Lê hêdî hêdî bû wek peşeyên bazirganiyê bêtirî ku bibe wesîleyeke ku pirsgirêkên civakî bidin nîşandan an jî bibe hêza çareseriyê. Ji bo wê her ku çû di vî beşî de jin wekî amûrekî bazirganiyê hate bikaranîn. Lê li dijî vê fikrê di hundirê peymangehê de meyzekirineke cûda ku jin ne tenê wekî amûrekî bazirganî bê bikaranîn, hat dîtin. Ew meyzekirin jî ew e ku jin ne tenê lîstikavan be, lê pêwîst e ew nivîsên senaryoyan binvîse, dîmanenan bikşîne, montaj bike û derhîner be jî, ji ber ku hejmarê jinan di vê qadê de kêm e. L ser vê bingehê wêneyên berfireh di beşê sînema ya peymangehê de têne girtin.

Beşê Wênesazî û Peykersazî

Hejmara jinên ku wênesaz û peykersaz bin, ne gelekin bi taybet di aliyê çêkirina peykersaziyê de hejmara jinan kêm e. Lê girînge dema ku huner bi destê jinê tê çêkirin li gorî hişmendiya jinan be. Herwiha dema jinek hîsê xwe wergerîne hunereke pratîkî, divê ku mejiyê wê di hunerekî jinan de be. Ji bo wê jî di beşê wêne û peykersaziyê de  perwerdeyên li ser çavxurtkirin û hestxurtkirinê li peymangehê tê dayîn.

Beşê Şano

Di beşê şano de ku çawa şano bibe eynikekî civakî û karibe gelek doz û pirsgirêkên civakê, di nav de yên jinan jî pêşkêş bikin û bikin weke çareserî, wane tên dayîn.

Di peymangehê de li kêlek van beşan hin waneyên hevbeş jî hene mîna; dîroka hunerê ku huner çawa dest pê kir, kê yekem nota di dîrokê de nivîsandiye, kê li ser şikeftan xêzik çêkiriye, çima ew pêşengtî ji destê jinan ve hate derxistin, dîroka gelê Kurd û gelên cîran a hunerî çi ye? hem jî li ser Zanista Jineolojîk wane tên birin. Ev wane bi rêbazekî estetî ku bibe alîkar ji beşên peymangehê re hatin dayîn, da ku hunerekî bedew li gorî fikrê jinan derkeve. Di heman demê de waneya dîroka hunerê jî tê dayîn, hem jî ziman û wêjeya kurdî wekî waneyekî sereke di hundirê peymangehê de, tê dayîn û ev wane jî wê di hemû salên xwendinê berdewam be.

Derbarê Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn û sala xwendinê, Rêveberiya Peymangehê Evîn Paşo ji Rojnameya me re axivî.

Evîn Paşo diyar kir ku her tim şoreşên ku di dîrokê de hatine lidarketin, sûd jê tên girtin û wiha got: “Di dîrokê de em ji şoreş, serhildan, berxwedan û rêxistinbûyînin jin ên cîhanê sûd û tecrûbeyê digirin ku çawa li ser wê meşandin û mezintirkirin û li ser wê bingehê avakirin. Ji bo wê jî yek ji qadên ku pêwîstbû jin pêşengtiya wê bike, ji bo ku destkeftiyên şoreşa jin a Rojavayê Kurdistanê bê misogerkirin û wekî tecrûbeyên rêxistinên jin ên cîhanê ku keda wan neyê windakirin, qada çand û hunerê ye. Di aliyê çand û hunerê de ew mayendîbûna destkeftiyên şoreşên tên çêkirin. Tevî ku bi dehan navendên Hîlala Zêrîn ê ku bi çand û hunerê re eleqedarin hatine avakirin, lê pêwîstiyeke mezin bi peymangeheke bi vî rengî hebû.”

‘Me rê li pêşiya temenenên cûda negirt’

Evîn Paşo eşkere kir ku ew ber bi dawiya sala yekem ya peymangehê ve diçin û wiha pê de çû: “Li peymangehê piştî 7 mehan perweredê tê qedandin. Beşê ku peymangeh tê de perweredê dide meşandin jî Sînema, Şano, Muzîk, Peykersazî û Wênesazî ye. Niha jî em ber bi dawiya sala yekem ya peymangehê ve diçin, êdî amadekariyên me ji bo derbasbûna mufredata  zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sala nû ya xwendinê têne kirin, da ku xwendekarên cûda bigrin dest. Ji xwe di sala yekem ya xwendinê de temenê ku tevlî peymangehê dibûn jî, temenekî taybet nebû, ji ber gelek kes bi hizkirineke mezin ji hunerê hez dikin, ji bo wê jî me rê li pêşiya temenenên cûda negirt, da ku em nebana kelemek li pêşiya jin û hunerê. Li ser vê bingehê di sala yekem de 46 xwendekar ji temenên cûda ku hemû jî jin in, hene. Di heman demê de xwendekarên me ji hemû erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji Heleb û Efrînê bigre heya Kobanê, Girê Spî, Reqa û hemû bajarên Cizîrê ji netewên Kurd, Ereb û Ermen jî pêk tên.

‘Em kîne, em ê bibin çi û em ê kî bin?’

Evîn Paşo di berdewamiya axaftina xwe de bandora perwerdeyê ya îsal li ser xwendekarên peymangehê bi erênî nirxand û wiha domand: “Perwerdeyên di hundirê peyamangehê de hatin dayîn ew bû ku destpê pêşketinên fikrî li pêş ketin. Da ku dema ez stranan dibêjim zanibim çi dibêjim, çi girêdana wan bi dîroka jin, kurd û herêmî re heye. Hem dema ez li muzîkekê didim, zanibim ji bo çi lê didim. Êdî wê demê bi zanistekê nêz dibin, hem zanisteke dîrokî û hem jî akadimîk. Em hemû zelalbûnek di mejiyên xwendekarên ku beriya niha derketine ser dike, da çêkirin. Di heman demê de em bêjin heta niha jin ji xeyalê xwe  hatibû dûrxistin. Lê di vê sala xwendinê me xeyalê jinan da çêkirin “ku em çi bûn, kî bûn, em çi ne, em kîne, em ê bibin çi û em ê kî bin” di vir de di aliyê fikrî û hunerî de zelal bû, ji ber naskirina van hemû yan gelekî girîng bû. Herwiha pêşketin ku me dîtîn, bandoreke kokê ya dîrokî lê hebû û bi perwerdeya akadimiyê hevdû temam kirin.”

‘Deriyê peymangehê ji bû hemû jinên Kurdistanî vekiriye’

Evîn Paşo axaftina xwe wiha qedand: “Di asta cîhanê de tu peymangehên bilind yê hunerî yên jinan xweser tune bû. Ji bo wê jî çûnûhatin û danasîna peymangehê di asta Sûrî de jî hate çêkirin. Ji dewletên cîran wekî Libnan û Îraq nîqaşek hate kirin, deriyê danûstandina Ewropa re jî ku wekî biratiya di navberî peymangehê û Akadimiya Muzîkê ya Nêmsayê hate îmzekirin. Ji ber ku di asta cîhanê de tecûrbeyeke nû ye, lewra wê bendewariya wê ne tenê di asta Rojavayê Kurdistanê de bê kirin û ne tenê pêşengtiyekê di asta Kurdistanî de bike, lê bendewarî û pêşengtiyeke cîhanî be. Herwiha deriyê peymangehê ji bû hemû jinên Kurdistanî vekiriye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.