Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo çareserkirina kirîza avê plana kolandina bîran li Qamişlo

16/07/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Ji bo çareserkirina kirîza avê plana kolandina bîran li Qamişlo
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Istêfo Mesûd diyar kir ku ji bo dabînkirina pêdiviyên avê yên welatiyan wan dest bi pêkanîna planeke salane kiriye, armanca wê zêdekirina çavkaniyên avê bi rêya kolandina hejmarek bîran li deverên cûda yên bajêr e.

Ofîsa Teknîkî ya Şaredariya Qamîşlo, bi hevkariya komîteya çavdêriyê ya pispor, dest bi amadekariyên zeviyan û alavên kolandina 20 bîrên avê li taxa Hilêliyê kiriye. Ev beşek ji projeya  şaredariyê ye ji bo baştirkirina rewşa avê û dabînkirina pêdiviyên nifûsê bi awayekî domdar. Şaredariya Qamişlo piştrast dike ku ev proje bersiva pêdiviyên niştecihan û beşek ji vîzyona wê ye ku xizmetên bingehîn baştir bike û binesaziyê xurt bike.

Ji ber ku kirîza avê li Qamişlo di demên dawî de girantir dibe, Şaredariya Gel a Qamişlo, di bin hevserokatiya xwe de, dest bi pêkanîna planeke stratejîk a salane kiriye ku armanc dike binesaziya çavkaniyên avê bi rêya kolandina 20 bîrên nû xurt bike. Ev gav wekî gaveke girîng ji bo çareserkirina kêmbûna avê ya ku gelek tax pê re rû bi rû dimînin e.

Amadekarî jî ev in:

Nasîna rast a cihên kolandinê.

Pêkanîna lêkolînên teknîkî û topografîk ên pêwîst.

Amadekirina makîne û amûran.

Hevrêzkirina bi rayedarên teknîkî re û çavdêriya zeviyê.

Proje ji hêla komîteyek pispor ve tê çavdêrîkirin ku gav bi gav pêkanînê dişopîne û piştrast dike ku kar li gorî taybetmendiyên teknîkî û demên diyarkirî pêşve diçe.

Derbarê Kolandina bîran de, hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Istêfo Mesûd ji Rojnameya me re axivî.

Istêfo Mesûd diyar kir ku Şaredariya Gel a Qamişlo hewildanên xwe ji bo dabînkirina pêdiviyên avê yên welatiyan dike û wiha got: “Ji bo dabînkirina pêdiviyên avê yên welatiyan me dest bi pêkanîna planeke salane kiriye, armanca wê zêdekirina çavkaniyên avê bi rêya kolandina hejmarek bîran li deverên cûda yên bajêr e. Ev proje beşek ji rêze tedbîrên ku di nav şert û mercên awarte yên ku herêm pê re rû bi rû ye ji hêla Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ve ji bo çareserkirina pirsgirêkên jîngehî û xizmetguzariyê, hatiye girtin. Herwiha em tekez dikin ku tevî zehmetiyan jî, pêwîst e ku ji bo dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn ji nişteciyan re em xebatê xwe bidomînin.”

‘Kolandina 20 bîran’

Istêfo Mesûd eşkere kir ku ev proje di çarçoveya vîzyona berfireh a şaredariyê de ye ku armanc dike ava vexwarinê û xizmetguzariyan bi awayekî domdar ji bo hemû niştecihan peyda bike, nemaze di nava şert û mercên avhewayê yên dijwar ên li herêmê û zexta zêde ya nifûsê li ser çavkaniyên sînorkirî û wiha berdewam kir: “Di vê salê de me planeke xebata zeviyê ji bo kolandina 20 bîran pêş xist. Ev plan nêzîkî mehekê dest bi pêkanînê kir. Herwiha me heta niha kolandina du bîran bi kûrahiya heta 400 metreyan temam kiriye, di heman demê de niha xebat li ser du bîrên din di qonaxên cûda yên kolandinê de berdewam dike.”

‘Belavkirina erdnîgarî ya hevseng’

Mesûd tekez kir ku belavkirina bîran li gorî hewcedarî û pirbûna nifûsê ya herêman hatine belavkirin û wiha domand: “ Wê 12 bîr li stasyona Hilêliyê, di heman demê de 8 bîrên din jî li deverên Rojhilatê bajêr werin kolandin, bi taybetî li taxên Ewêca û Bekir El-Sedîq werin kolandin. Me ev dever li gorî lêkolînên meydanî û daneyên li ser giliyên welatiyan û hebûna ava binê erdê hilbijartin. Em hewl didin ku di belavkirina avê de dadmendiyê bi dest bixin û avê bighînin taxên ku ji kêmbûna avê pirsgirêkan  dikişînin.”

Dema pêkanînê û avahiya xebatê

Mesûd destnîşan kir ku dema temamkirina texmînkirî ji bo tevahî projeyê bi qasî du mehan dirêj dibe û di nav de çend qonaxên pêkanîna temamkirinê dihewîne û wiha got: “kolandina mekanîkî ya kûr a bîran. Dabînkirina alavên elektrîkê yên binavî wekî dînemo. Dirêjkirina torên elektrîkê yên pêwîst ji bo xebitandina îstasyonan û girêdana bîran bi tora ava giştî re, da ku pompkirin bigihîje malên welatiyan. Herwiha şaredarî bi komîteyên teknîkî û kampaniyên elektrîkê re hevahengiyê dike, ji bo misogerkirina amadebûna binesaziyê paralel bi operasyonên kolandinê re.”

‘Krîza elektrîkê astengiya herî mezin a li pêşiya dana avê ye’

Istêfo Mesûd da zanîn ku tevî pêşketinên di xebatên kolandin û amadekariyê de, lê Şaredariya Qamişlo bi pirsgirêkek mezin re rûbirû ye û wiha pê de çû: “Qutbûna elektirîkê ya dûbare û dirêj rasterast bandorê li ser  xebitandina dînemoyên binavî dike. Ji ber elektirîka birêkûpêk tenê rojê nêzîkî 12 saetan digihîje bîran. Ev tê vê wateyê ku em nîv rojê ji pompkirinê winda dikin, ev yek jî mîqdara ku digihîje welatiyan kêm dike. Jenatorên elektrîkê yên ku wekî alternatîfek têne bikar anîn, ji ber germahiya bilind û zexta zêde ya li ser wan, di havînê de ne bibandorin, hem jî ew nikarin hemû bîran bi bandor bixebitînin. Herwiha zêdebarkirina li ser jeneratoran dibe sedema xerabûna wan û em carinan neçar dimînin ku hin îstasyonan demkî bisekinîni, da ku alavan biparêzin. Ji bo wê em bang li welatiyan dikin ku ji vê krîza avê agehdar bin. Mîqdara ava ku niha tê pompekirin hindike û bixerckirina zêde wê mafê hinekî bê xwarin.”

‘Tevî zehmetiyan jî stasyonan dixebitînin’

Istêfo Mesûd axaftina xwe wiha qedand: “Hin bîrên li stasyona Hilêliyê hîn jî dixebitin û beşdarî pompekirina mîqdarên sînorkirî dibin, lê carinan ji ber têkçûnên teknîkî an qutbûna elektrîkê, ev bîr demkî têne girtin. Herwiha em rewşa stasyonan rojane dişopînin û her pirsgirêkek tê çareserkirin. Di heman demê de ji aliyê tîmên lênêrînê û karkeran ve hewldanek mezin tê kirin. Ji bo wê jî tevî hemû şert û mercan, em dev ji xebatê bernadin. Av mafê her welatiyekî ye, li ser vê bingehê em projeyên xwe yên binesaziyê berdewam dikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.