Hemza Sêvo/ Qamişlo
Rapçiyê Kurd Şerîf Omerî eşkere ku ew ê ji bo konserta salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê were Rojava û got, “Ez û Şehrîbana Kurdî û hin hunermendên din ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve ji bo lidarxistin koneserta salvegera şoreşê hatine vexwendin.”
19’ê Tîrmehê Salvegera Şoreşa Rojava ya 13’an e, ji bo vê boneyê wê li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahî û çalakî bên lidarxistin. Yek ji wan jî şahiya ku wê di 19’ê Tîrmehê de, li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo bi amadebûna hunermendên Kurdistanî li dar bikeve. Ji van hunermendan Şerîf Omerî yê ku ji bajarê Qamişlo ye. Şerîf Omerî li Almaniyayê dijî û wê ji bo şahiyê serdana Rojava bike. Şerîf Omerî derbarê hatina xwe ji bo Rojava ji rojanmeya me re axivî.
‘Ez ê tevlî konserta salvegera Şoreşa Rojava bibim’
Omerî diyar kir ku wê ew û çend hunermendên din tevlî konserta salvegera şoreşê bibin û wiha got: “Cara duyem e ku ez ê 18’ê vê mehê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibim. Wekî em dizanin di destpêka sala 2025’an de min serdana Rojava kir, lê serdana min tenê ji bo malbatê bû. Ev car wê bi awayekî fermî serdan çêbibe, ji ber ku Desteya Çand û Hunerê ez û çend hunermendên din weke Şehrîbana Kurdî û hin hunermendên din vexwendiye şahiya salvegera Şoreşa Rojava. Ew ê hunermendên din jî ên navdar tevlî vê konsertê bibin, lê ne ji mafê min e ku ez navê wan bînim ser ziman. Di konsertê de ez ê strana xwe ya nû ku min li ser Bendava Tişrînê û Şehîd Bavê Teyar çêkiriye, bêjim. Li hêleke din gelek xebat li Rojava wê were kirin, ez ê serdana hemû navendên me yên girêdayî muzîk, çand, hunerê û hwd… bikim. Min gelek suprayz amade kirine, dibe ku kilîpeke nû jî li Rojava çêkim, ev yek jî li gorî derfet û demê dimîne.”
‘Hestekî xweş bû ku ez şervanên Kurd bibînim’
Şerîf diyar kir ku dema yekem car hat Rojava ew gelekî kêfxweş bû dema şervanên Kurdan dît û wiha domand: “Di destpêka aloziya Sûriyê de ji ber bêarambûna rewşa herêmê ez ber bi Ewropayê ve koçber bûm. Li Ewropayê ez fêrî ziman, çand û kultûreke nû bûm, herwiha ez fêrî tiştên nû bûm, hem jî min berhemên nû çêkirin, stran û muzîka xwe li pêş xist. Eger li Rojava min jiyana xwe domandiba dibe ku ev pêşketin pêk nehatiba, ez di warê aborî de jî gelekî hewcedar bûm ku koçber bibim, wekî em dizanin ji bo pêşxistina hunerê, afrandina kilîpan û hwd… hêzeke aborî ya mezin pêwîst e. Dema ku ez cara yekem, daketim Rojava ez gelekî dilxweş bûm, bi taybet dema ku min şervanên Kurd dîtin ku çawa parastina gel dikin û çawa rêvebirina herêmê di destê gelê Kurd de ye. Bajarê min weke xwe mabû, lê belê hin guhertin li Qamişlo çêbûbû, cîranên taxa min jî hatibûn guhertin, lê Qamişlo ew Qamişlo bû. Ez di wê baweriyê de me ku wê Qamişlo li pêş bikeve û wê Şoreşa Rojava bi ser bikeve.” ‘Gelê li Rojava bi coşeke mezin li benda min in’
Rapçiyê Kurd Şerîf Omerî anî ziman ku gelê Kurd li Rojava bi coşeke mezin li benda wî ye û wiha axivî: “Dema ku ez bighêjim ser sînor wê gelek dost, şopîner, hevalên min, rojnamevan û hwd… bên pêşwaziya min bikin. Herwiha gelek kes li ser hemû bernameyên mediya dijîtal weke instigram, tîktok û fêcbookê têkilî bi min re kirine û dibêjin em bi coşeke mezin li benda te ne. Piştî zêdeyî 10 salan ku ez werim Rojava û konsertekê li bajarê xwe li dar bixim ji bo min cihê şanazî û kêfxweşiyê ye. Ez gelekî bi coş im ku şahiyekê bi gelek hunermendên din re ji bo salvegera Şoreşa Rojava li dar bixim, bi hêvî me ku konserteke bi dilê gelê Kurd be û ez li gorî baweriya gel bim.”






