Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşa 19`ê Tîrmehê zimanê dayîkê ji qirkirinê parast

16/07/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Şoreşa 19`ê Tîrmehê zimanê dayîkê ji qirkirinê parast
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Şoreşa Rojava ne tenê gelê Kurd ji qirkirinê parast, herwiha çand û hunera tevayîya gelên herêmê parast û pêş xist. Bi taybetî zimanê dayîkê, lewra ziman nasnameya civakê ye. Endama Saziya Zimanê Kurdî Delal El-Haşimî diyar kir ku, bi saya şoreşê zimanê dayîkê ji qirkirinê hat parastin.

Şerê Sûriyeyê yê navxweyî bi xwepêşandanan dest pê kir. Piştî ku şer dest pê kir,dewleta  Tirkiyê û Îranê destek dane şer, ji aliyekî Tirkiyeyê piştgirî da çekdarên muxalefetê û xwest wan li hember rejîma Baasê bi ser bixin, ji aliyekî din jî Îranê piştgirî da rejîma Baas. Bi van mudaxaleyan Sûriyeyê ji rastiya xwe dûr ket û ket bin kontrola hêzên derve. Di encamê de gelek komên çekdar yên îslamî hatin avakirin û birêxistin kirin.

Ji bo parastina gel rêyek nû

Ji ber ku bi sedê sala ye li Sûriyê gelê Kurd ji hemû mafên xwe yên jiyanê bê par mabû, bi armanca parastina mafê gelê herêmê bi taybetî gelê Kurd, Kurdan xwe li herdu aliyên şer jî negirtin û xeta sêyemîn ya avakirina jiyaneke demokratîk hilbijartin. Di di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Şoreşa Rojava dest pê kir. Roj bi roj Şoreşa Rojava mezin bû, gel û pêkhateyên li herêmê xwe tev li Şoreşê kirin. Bi pêşengiya jin û ciwanan Şoreşa Rojava bi demê re gihîşt wê astê ku tevahiya herêmê û cîhanê ji êrîşên rêxistina herî xeter DAIŞ’ê biparêze.

Li aliyekî din ji ber ku civak bi zimanê xwe tê naskirin, kar û xebata Şoreşa Rojava beriya her tiştî dest bi pêşxistina ziman û avakirina dibistanan kir. Tevlî ku hejmareke mezin ji xelkê herêmê zimanê Kurdî redkirin, mamosteyan dev ji karê xwe yê ji bo pêşxistina zimanê bernedan. Berovajî wê sal bi sal kar û xebata xwe pêşxistin û li hember mamosteyên rejîma Baas li ber xwe dan.

Di destpêkê de tîp û bingehên ziman li malan hatin dayîn, heta ku hejmareke mezin ji maomseteyan amadebûn, di 11`ê Mijdara 2012 derbasî dibistana bûn tevî ji aliyê mamosteyên rejîmê rastî astengiyan dibûn, lê mamosteyên zimanê Kurdî dev ji armanca xwe bernedan û di hefeteyê sê seetan zimanê kurdî didan şagirtan. Ji bo perwerdekirina mamosteyan her wiha ji bo mamosteyên alîkar jî, di 2015`an de peymangeh hatin vekirin. Di peymangehê de sê qunax hebû eger mamoste bi ser biketana bi vekirina dibistanan de dest bi perwerdekirina şagirtan dikirn, eger bi ser neketane perwerdeyên xwe li peymangehê berdewam dikin. Di heman salê de zanîngehên bi zimanê Kurdî jî hatin vekirin.

‘Şoreşa Rojava jiyan ji jinê re afirand’

Drbarê girîngiya zimanê dayikê di şoreşa 19’ê Tîrmehê de Endama Saziya Zimanê Kurdî ya girêdayî Desteya Perwerdê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Delal El-Haşimî ji Rojnameya me re axivî.

Delal El-Haşimî  di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Bê gûman gelê Kurd bi sala ye li Sûriyê ji mafê xwe hatibû qedexekirin, yek jê ya sereke perwerdekirina bi zimanê dayîkê ye bû. Bi saya Şoreşê gel bi berxwedan û têkoşîna xwe ya bê hempa, sal bi sal mafê xwe bi dest xist, bi taybetî jin, ew jina ku bi sala ye ji bilî xwedîkirina zarokan û karê malê tiştekî din nedikir. Bi destpêkirina Şoreşê re jin di qada siyasî, leşkerî û civakî kar û xebat bi rêve dibe. Mirov dikare vê yekê bêje ku Şoreşa Rojava jiyan ji jinan re afirand.”

‘Qedexikirina bi sala nayê ji bîr kirin’

Li ser kar û xebatê mamosteyan ya ji bo pêşxistina zimanê dayîkê, mamoste Delal diyar kir ku parstina zimanê Kurdî yak ji şert û mercên sereke yên Şoreşê bû. Delal wiha axaftina xwe berdewam kir: “Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî xweza û rawere, lewra civak bi zimanê xwe tê naskirin. Ji xwe ziman şertekî pêşîne ku ev şoreş bi ser bikeve. Ew qedexekirina bi sedê sala li ser zimanê me nayê jibîrkirin. Lewra bi despêkirina Şoreşê re ji bo pêşxistina zimanê kurdî em wekî mamosteyan bi hemû enerjî û hêza xwe tevlî kar û xebatê kir. Di encama xebata 13`e salan zarokên me di zimanê Kurdî de bûne pisbor. Êdî ew bi zimanê zikmakî bi serbestî, dijîn. Ji bo civaka me neyê wenda kirin divê em li ziman, çand û hunera xwe xwedî derkevin.”

‘Hebûna ziman dayîkê hebûna civakê ye’

Delal destnîşankir ku, ziman hebûna civakê ye, lewra xwedîreketina li zimanê Kurdî xwedîderketina destkeftiyên Şoreşa Rojava ye yak u bi xwîna keç û xurtên civakê hatiye bidestxistin. Ji bo wê mamoste Delal bal kişand ser girîngiya pêşxistina zimanê Kurdî û wiha got: “Heta ku mirovek bi zimanê dayîkê biaxive, wê civak zindî bimîne. Lewra hebûna ziman û pêşxistina wê, hebûn û pêşxistina dîroka civakê ye.”

‘Divê zimanê Kurdî bibe zimankî fermî’

Endama Saziya Zimanê Kurdî ya girêdayî Desteya Perwerdê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Delal El-Haşimî li ser rewşa zimanê Kurdî ya piştî ketina rejîma Baas axaftina xwe wiha bidawî kir: “Helbet rejîmê gelê Kurd sînordar kiribû, tevî ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê bê gûman Şoreşeke dîrokî bû lê ev yek têrê nekirê. Piştî ketina rejîma Baas Sûrî kete warekî nû de. Ji bo wê ya herî girîn ew e ku di destûra Sûrî ye nû de, zimanê Kurdî bibe zimanekî fermi. Ne tenê li cihê ku Kurd lê dijîn, divê li tevahiya Sûriyê li dibistan û zanîngehê wê ziamnê Kurdî bibe zimanekî fermî. Ta ku nifşên me yên nû bi bawernameyên xwe li cihê ku ew bixwazin, di saziyan de bixebitin. Ji bilî wê mirov nikare bêje ku Sûryeke nû hatiye avakirin, lewra hişmendî nehatiye guhertin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.