Cîger Efrîn
Hinek nivîskar dibêjin; “Ez ji bo îro nanivîsim, ez ji dema pêş re dinivîsim”. Ez bawer nakim ku, li ser rûyê erdê yek nivîskar/wêjevan heye û dibêje; “Ez ji bo îro dinivîsim”! Ji xwe gava wisa bêje, an jî bi wê dîtinê binivîse, nikare behremendiya xwe derxîne holê. Di vir de pirsa girîng ew e; ew wêjevan/nivîskarên îro çawa dibîne, çawa digire dest û perspektîfa wî/wê çi ye? Em dizanin ku, îro ji duh û sibê qut nîne. Îro ya ku ji dema pêş û paş wê hatiye qutkirin, bi tenê kêliya ku kes têde jiyan dike tune ye û felsefa ku angaşt dike ku heye jî felsefa Modernîteya Kapîtalîst, lîberalîzm û derveyî civakê/civakbûyînê ye.
Ji hêla din ve gava em bala xwe bidin çîroka romanê dibînin ku hemû çîrok xwedî zimanekî ne û ziman jî ji xalekê dest pê dike û li cihekî diqede. Ango çîroka romanê jî ne kêliyek e, xwedî zemanekî ye û ew zeman jî bi hin bûyer û bûyînan-hebûna xwe gihandiye wateyekê. Di bingehê de bûyerên ku di bin baskê zemanê çîroka qewimîne de ew romana kiriye xwedî nirx.
Mînak; li welatekî mîna Kurdistanê hatiye parçekirin û gelê wê hatiye înkarkirin, mirov rabe ji fantaziyên kapîtalîzmê bike babeta roman, çîrok an jî helbestê wê ew berhem çiqasa nasnameya gelê Kurd û doza wî bi gelên cîhanê bide naskirin û xizmeta hebûn û awayê bûyîna gelê Kurdistanê bike? Belkî jî berhema xwe pir baş hûnan dibe. Bê guman wêjevan dikare her mijarekê bike dabaşa berhema xwe û bi zimanekî xweş jî bihûne. Lê gotineke Kurdan heye; “hêştir bi pênc qurişan bû pênc quriş peyda nebûn, pênc quriş peyda bûn hêştir peyda nebû”. Bi kurtasî tişta di dema pêwîstî pê heye û peyda nebû, tu xêra wê tune ye.
Gava em bi hev re çavekî biavêjin berhemên wêjevan û nivîskarên gelên ku têkoşîna rizgarî û azadiya xwe dane meşandin, em dibînin ku, tevan li ser şoreşê û pêwîstiyên azadiya gelê xwe nivîsandine. Ya din jî bi awayekî vekirî û zelal rewşa gel û şoreşê anîne ziman û lehengekî xwe bi evîna keçekî nedane nasîn. Gava ciwanekî Kurd “Siya Evînê” bixwîne, wê Memdûh Selîm Beg û evîna wî ya keça Çerkes bibîne û Memdûh Selîm Beg di hişê wî/wê de bi tenê wekî evîndarekî nas bike û dilê wî/wê jî bi rewşa Memdûh Beg bişewite. Halbûkî Memdûh Beg diviyabû bi sekna xwe bihata nasîn, ne bi evîna wî ya keça Çerkes. Her wiha em yek nivîskarî/ê ku welatê xwe bi navekî din pênase kirî nabînin.
Wekî din tê zanîn, beriya şoreşa Kurdistanê li Kurdistanê wêjeyeke xurt tune bû. Ya heyî jî bi tenê kesên ku li dibistanan xwendine dizanîn û li gorî hêza xwe hewleke wan hebû. Lê têrî hişyarkirina gel û rêxistinkirina wî nedikir. Bi saya wan şagirtin dibistanan destana Mem û Zînê bi devkî heta astekê di nava gel de belav bû. Lê destana Ehmedê Xanî jî bi tenê aliyê wê yê evînî dihat nasîn. Şirovekirina wê, peyamên Xanî yên netewî, girngiya rêxistinkirina gel û têkoşînê di bin siya êşa Mem û Zînê de wenda dibû-bûbû.
Tam di vir de dikarim vê bêjim; gava bi awayekî serkeftî berhemeke Kurdistanî derkete holê, ew berhem di heman demê de dibe berhemeke rojhilata navîn û cîhanî. Ji ber ku mijarên gel-civaka Kurdistanê ji yên gel û civakên din ne qut in û heta çavkaniya piraniya pirsgirêkên gelên-civakên rojhilata navî Kurdistan û dagirkeriya çar dewletên li ser Kurdistanê ye. Îro heger civaka Kurdistanê azad ba, wê rewşa gelên netewên Sûrî, Îraq, Îran û Tirkiyê jî ne wiha ba. Kesayeta mirovên wan civakan ji kesayeta mirovên civaka Kurd pir baştir nîne. Heta ji ber ku li dijî serdestên xwe tênakoşin, mirov dikare bêje ku, ji kesayeta mirovên Kurd pirtir ketiye.
Gava mirov bi awayekî objektîf nêz bibe, mirov vê rastiyê pir zelal dibîne. Heqîqet ev e; Rêber Apo bi dahûrandinên ku pêşxistine heta asteke bilind karê wêjevan û nivîskarên Kurd hêsan kiriye. Bi tenê maye ku nivîskar, wêjevan li gorî zanebûn û xwesteka xwe, li gorî pêdiviya civak û şoreşa Kurdistanê mijarekê ji xwe re diyar bike. Rêber Apo vê rastiyê wiha bi lêv dike; “… Eger (wêjevan) nikare gelek mijarên ku bi salan li ser sekinîne tespît bike, nikare bibe wêjevanekî xurt. Eger ew bi xwe kesekî bê rih be, ew nikare gelekî bi şoreş û wêjeyê ve terbiye bike. Nikare vê hunera wêje û wêjevaniyê bi hêjayî pêk bîne. Wê teng nêzî pirsgirêkan bibe. Bila ew bi xwe jî pirsgirêkan bibîne û jê re bibe hêza çareseriyê! Ger bi xwe jî pirsgirêkan rast nebîne, nikare bi xwe jî şîrove bike û piştre jî bêje; “Ez wêjevanek baş im” ev xwe xapandine.” Mesele tev ev e; wêjevanên Kurdistanê dixwazin xwe bixapînin an naxwazin xwe bixapînin!






