Ronahî Sadûn/Qamişlo
Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen diyar kirin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji her kesî re diyar kir ku dîrok nayê jibîrkirin û azadî ne xewnek e, lê mafekî şoreşgerî ye ku divê were desteserkirin û gotin “Ger şoreş bi destê gelan pêknehatiba sernediket.”
Bi pêşengiya gelê Kurd di sala 2012’an de tovê Şoreşa 19’ê Tîrmehê li bajarê Kobanê yê Sûriyê şîn bû û li Rojavayê Kurdistanê hat belavkirin. Êdî bi şoreşê re qonaxa paqijkirinê ji hêz û saziyên rêjîma Baasê hat destpêkirin. Şoreş jî mîna tava rojê tîrêjên xwe berda nava bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê weke; Efrîn û Cizîrê.
Ev şoreş ji şoreşên din ên ku di dîrokê de hatine lidarketin cûda ye, cûdabûna wê jî di fikir û projeya şoreşê de ye ku ew jî “Projeya Neteweya Demoratîk e” ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin. Di bin sîwana vê projeyê de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bi rêxistinkirin û hevgirtina gelan bingeh hate girtin.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê hevgirtin di nava gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, da avakirin, lê derî li pêşiya rastiyên dîrokî vekirin, hem jî qalibê yekrengiya ziman, çand û hwd…şikand û derfeteke ji tasên zîrîn li pêşiya pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Çerkes, Ermen, Xiristiyan û hwd. vekir ku bi ziman, çand û rengên xwe yên taybet bijîn an jî bi gotineke din ew bixwe êdî xwe û nasnameya xwe nas bikin.
Şoreşa Rojava sererastkirina şaştiyên dîrokî bû ku heta kêliya şoreşê jî li ser pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ftineyên etnîkî, olî û mezhebî ku civakan lewaz bikin ji aliyê hêzên hegemon û dagirker ve, dihat meşandin, lê şoreşê ev yek li ser pêkhateyan rahiştê, niha jî tam ev rêbaz li deverên din ên Sûriyê û cîhanê tê meşandin.
Şoreşa 19’ Tîrmehê di xeta sêyemîn de rê da ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zimanê wan neyê pişaftin û her pêkhate mafê xwe bi dest bixe, çand û zimanê xwe bide jiyîn. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê ji bo gelê heremê ji bo hemû mirovahiyê bi demê re bû hêviya azadiyê.
Derbarê Şoreşa 19’ê Tîrmehê de pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ji Rojnameya me re axivîn.

Pêkhateya Ermen Anahîd Qesebyan diyar kir ku di hişmendiya civaka Ermenî de Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa rûmet û azadiyê ye û wiha got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê bûyerek dîrokî ye, lê ew kêliyek şoreşgerî ye ku serhildana gelan li dijî her cûre neheqî û zilmê, temsîl dike, herwiha destpêka qonaxek nû ya têkoşîn û berxwedanê ye ku ji bilî azadî û edaletê tiştekî din qebûl nake. Ji bo civaka Ermenî jî ev şoreş teqînek şoreşgerî ya navxweyî temsîl dikir, ji çarçoveya siyasî derbas bû û gihîşt kûrahiya hişmendiya kolektîf û bîra dîrokî ya tijî trajediyan veguherand hêzeke mezin ji bo guhertin û rizgariyê. Piştî sedsalan ji qirkirin, koçberî û hewldanên tunekirin, Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji her kesî re diyar kir ku dîrok nayê jibîrkirin û azadî ne xewnek e, lê mafekî şoreşgerî ye ku divê were desteserkirin.
Di dilê vê şoreşê de têgeha şoreşeke rastîn li hemberî bêdadî û teslîmbûna li hember îradeya desthilatdarên ku dixwaze dengê gel bitepisîne û tevna wan a civakî parçe bike, lê dide. Ev şoreş li ser bingehên edaleta civakî, wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de ku her kes bi nasname û mafên xwe bêyî tirs û zordariyê xwe îfade bike, hatiye avakirin.”
‘Şoreş ne tenê serhildanek demkî ye’
Anahîd Qesebyan anî ziman ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê derfeta dîrokî ye û wiha pê de çû: “Civaka Ermenî vê şoreşê wekî derfeteke dîrokî dibîne ku ne tenê ji bo naskirina mafên xwe, lê di heman demê de ew pêşeroja Sûriyeke azad û demokratîk e. Şoreşa 19’ê Tîrmehê di hundirê xwe de wê fikrê hildigire ku rizgarî tenê bi hevgirtin, yekîtî û hevkariya di navbera gelan de, dikare were bidestxistin û her hewildaneke derveyî vê, dijberiya ruhê şoreşê ye. Ermenî jî bawer dikin ku şoreş ne tenê serhildanek demkî ye, lê pêvajoyeke berdewam a avakirina civakeke nû ye, civakeke li ser bingehê azadî, rûmet û edaleta civakî, civakeke ku pergalên kevn ên bindestiyê dixe lêpirsînê û hemû şêweyên serdestiya siyasî û desthilatdariyê red dike. Ji ber vê yekê şoreş cihê hêviyê ye, ne dawiya têkoşînê ye. Ew dersek li ser berdewamî û serhildanê ye, modeleke ji bo veguherandina êş û bîranînan bi hêzek bi bandor ji bo avakirina siberojek cûda ku mafê her pêkhateyên Sûriyê ji bo jiyaneke azad û wekhev diparêze.”
Anahîd Qesebyan axaftina xwe wiha qedand: “Wekî ku şoreşgerekî mezin gotiye: “Şoreş ne diyariyeke ku were dayîn, lê agire ku di dilê her kesê ku neheqiyê red dike de, pêdikeve. Azadî mafeke ku nayê xwestin, lê bi biryardarî û fedakariyê tê bidestxistin.”Bila Şoreşa 19’ê Tîrmehê di wijdanê civaka Ermenî de û hemû kesên ku bawer dikin rûmet û azadî berdewamiya jiyanê ne û têkoşîna ji bo wan erkekî bêdawî ye, bibe agirê bê dawî.”
‘Me xwe beşek ji vê şoreşê dît’

Pêkhateya Suryan Sebah Şabo eşkere kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa veguherîneke siyasî, çandî û civakî ye û wiha got: “Şoreşa Rojava şoreşa bidestxistina maf û misogerkirina jiyana hevbeş a jiyana azad e. Ew şoreşa gelan a li dijî desthilata Baas a zalim bû. Ev şoreş bi pêşengiya gelê Kurd dest pê kir û belav bû, em jî weke gelê Suryanî di herêmê me xwe beşek ji vê şoreşê dît û tevlî bûn. Tişta ku em ber bi şoreşê ve kişandin rêxistinbûyîna şoreşê û pêşengiya jinê jê re. Em jî weke gelên din ên Sûriyê, me gelek zilm û zordarî dît û hatin paşguhkirin, ji ber wê me hebûna xwe di vê şoreşê de dît. Tişta ku hişt ev şoreş serkeftinan qezenc bike jî, hevgertina gelan bû ji bo wê navê şoreşa gelan lê hat kirin. Di sedema rêjma Baas de, tenê em li Dêrê dema îbadetê bi zimanê Suryanî diaxivîn, ji ber herî zêde zimanê erebî li ser me dihat ferzkirin, zimanê Suryanî paşguh dikirin û tenê wekî zimanê îbadetê nîşan didan, ev hemû ji ber siyasetên li ser gelê Suryanî bû. Lê şoreşa 19’ê Tîrmehê vejîna gelên bindest ên herêmê bû. Avakirina Rêveberiya Xweser misogerkirina mafê hemû gelan bû. Ji bo wê em dixwazin vê tecrûbeya Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyê bê pêkanîn, ji bo mafê hemû gelan di siberojeke azad de bê parastin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa nûbûn û jiyanê ye, herwiha şoreşa jinê ye û jin jî jiyane.”
‘Rêya azadiyê rêya pîroz e û dîrok şahidiya vê rêyê dike’

Pêkhateya Ereb Xufran Xelef piştrast kir ku rêya azadiyê rêyek pîroz e û wiha domand: “Beriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyan dikirin ji neheqî û dûrxistinê êş dikişandin. Lê gelê azad ev zincîra ku li ser rêya wan hatibû danîn, şikan. Ji ber vê yekê, em dibînin ku destkeftiyên şoreşê bi rastî di pergala Rêveberiya Xweser de xuya bûn ku mafê rêvebirina xwe û çavkaniyên xwe da gel. Ev şoreş wekî şoreşa rastîn li cîhanê tê hesibandin, ji ber ku gelê me ji zordariyê êş kişand û gel li dijî vê zordariyê rabû. Ji bo ev şoreş jî biser bikeve şehîd, hatin dayîn. Rêya azadiyê rêyek pîroz e û dîrok şahidiya qurbaniyên gel dike, da ku azadiya xwe bi dest bixe. Parastina destkeftiyên şoreşê xala herî girîng e, ji ber ku qurbaniyên gihîştina van destkeftiyan mezin bûn. Lewra divê gelê me yê azad bi hemû pêkhateyên xwe re mil bi mil van destkeftiyan biparêze.”
‘Bizrê Şoreşa 19’ê Tîrmehê şîn bû’ç

Pêkhateyê Kurd Mihyedîn Hesen Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi şoreşa rûmetê pênase kir û wiha got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê cihê rûmetê ye, ji bo wê em wan şehîdên destpêkê ku ev şoreş lidar xistin û em gihandin vê qonaxê, di şexsê wan şehîdan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Bizrê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji Kobanê şîn bû û li Rojavayê Kurdistanê hat belavkirin. Piştî şoreş hat belavkirin û ji bo kar xebat bêtir were birxistinkirin, komîn û malên gel hatin avakirin, da ku xizmetkarê gel bin, li kêlek wê dibistanên kurdî hatin vekirin. Hem mala jin, ciwan û her tişt di tax, gund û bajaran de hatin avakirin, da ku ew belavbûna rejîmê li dû xwe hiştibû were dagirtin û gel bajarên xwe birêve bibin û ava bikin.”
‘Tenê bi proja Neteweya Demokratîk Sûriyeke azad bê avakirin’
Mihyedîn Hesen axaftina xwe wiha bidawî kir: “Di di destpêka şoreşê de rêjîma Baas paytexta xwe parast û gel bi destê çeteyan ve hişt ku wê demê çeteyên Cebhet-Elnesra bû, piştre jî DAIŞ û gelek çeteyên bi ser Tirkiyê ve êrişî gund û bajaran kirin, di wir de gel bi dilxwazî parastina xwe da avakirin bi navê Hêzên Cewherî. Hemû xebat bi hevkariya gel û şervanên QSD, YPG û YPJ’ê heta roja îro hat meşandin û tê meşandin. Lê em ne bi hêsanî gihan heya roja îro ji ber di oxira jiyaneke rast û azad de bi hezaran şehîd û birîndar hatin dayîn. Di qonaxa niha jî hêza herî birêxistinkirî li ser rûyê erdê ya QSD’ê ye, ev bû sîwana hêzê ji hemû pêkhateyan re û hemû pêkhate jî di nava xwe de hembêz kir, ev jî bi hevgirtina gelan a bi ruhê Şerê Gelê Şoreşgerî em gihiştin vê astê. Tevî van hemû fedekariyan jî, lê hîna hewldanên şerê taybet ku hevgirtina gelan xera bike û şoreşê têk bibe, berdewame. Em a di her demekê de ev gel kefenê xwe dadîtinî ser destê xwe mînaka wê Bedava Tişrînê gel û şervan bûne yek ji bo parastina şoreşa xwe û hevgirtina xwe. Dîsa jî piştî rêjma Baas têk çû, kesên ku hatin ser desthilatdariyê tu pîvanên mirovahiyê nas nakin û ji rêjma Baas xerabtir jî dike. Ji bo wê tenê bi proja Neteweya Demokratîk Sûriyeke azad bê avakirin.”






