Farûk Sakik
Di van salên dawî de dema ku li Îmrali li ser Rêber Apo tecrîd hebû û Kurd rojên dijwar dijiyan, herkesî digot, heger Rêber Apo di tecrîdê de nebûya sedî sed rêyek ji bo pêşî li doza Kurdistan veke, wê bidîta. Di dawiya sala 2024’an de dema Omer Ocalan û desteya Îmrali çûne hevdîtinê, êdî Kurdan bawerî pê anîn ku doza Kurdistan wê derbasî qonaxeke nû bibe.
Piştî van hevdîtinan, di têkoşîna Kurdan de çar merhale-dîmenên dîrokî derketin pêş.
1- Di 27’ê sibatê de Rêber Apo banga aştî û civaka demokratîk kir.
2- Di 5-7’ê Gulanê de PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist. Di kongrê de partî hat fesixkirin û biryara dawî anîna şerê çekdarî hat dayin.
3- Di 9’ê Tîrmehêde vîdeoyek hat parvekirin, piştî dem û salên dirêj yekem car bû dîmen û dengê Rêber Apo hat dîtin û bihîstin. Di peyame xwe waha digot; Tevgera PKK’ê ya xwe dispart bidawîkirina înkara hebûnê û avakirina dewleteke cuda, stratejiya şerê rizgariya netewî hatiye bidawîkirin. Hebûn hate naskirin, lewma armanca sereke jî pêk hatiye. Ji ber vê mîada xwe temam kir.Û banga îmhakirina çekan hatibû kirin.
4- Di 11’ê Tîrmehê de gerîlayên azadiyê bersiv dane banga wî. Koma aştî û civaka demokratîk bi merasimek sembolîk çekê xwe şewitandin.
Di 9’ê Tîrmehê de deman dengê Rêber Apo û dîmenên wî dîtin li her deverî şahî û pîrozbahî hebûn. Kurdan ji bo azadiya wî û ji bo tecrîd bi dawî bibe, têkoşînek bê emsal dabûn. Ewroj encamên têkoşîna xwe pîroz dikirin.
Di 11’ê Tîrmehê de di merasima îmha kirina çekan de xemginî hebû. Raste digotin şer bi dawî dibe û êdî çekan doza Kurdistan aniye merhaleyek nû. Lê dîsa jî dîmenên şewitandinû ew xemgîn kiribûn.
Ji bo Kurdan gerîla û çek du têgehên pîroz in. Gelek caran çalakiyên fedayî hatin lidarxistin. Roj dihat ji bo rewşa kambax berevajî bikin xwe jî di şewitandin. Wek li zîndana Amedê di 18‘ê Gulana 1982‘yan de. Wek şeva çaran. Li dijî zilma dijmin bi agirê bedenê xwe pêngavek berxwedanê dabûn destpêkirin. Kurd bi çalakiyê serbilind-kêfxweş dibûn, lê bi şahadetan jî xemgîn dibûn.
Di 11‘ê Tîrmehê de heman atmosfer hebû. Çek, hebûna Kurdan dabû îspatkirin. Çek, têkoşîna Kurdan meşrû dabû nîşandan. Li gor konjoktore demê êdî derbasî siyaseta demokratîk dibûn. Kî çi dibêje bila bibêje ew merasim, bi serê xwe encamê şerê wan nîşan di da. Meşa wan, sekna wan, rêzgirtina wan ya li hember çekê ji bo Kurdan serbilindî bû. Çek teslîm nekiribûn şewitandibûn.
Ew merasim, ew agirê li wêder bilindibû, dora rojê di 12‘ê Tîrmehê de, bi Erdogan dida îtirafkirin ku 41 sal e nikaribûne vê tevgerê, vê çekî têkbibin. Bi dewletê dane îtiraf kirin ku li hember Kurdan zilmek çawa hatî kirin. Îroj Îtiraf dikin ku Kurd neçar mane ku serî li vê çekê dane. Ev çek bi têkoşîna xwe anî radeyek bi Rêber Apo re ji bo demokratîkbûna Tirkiyê muzekereyan bidin destpê kirin. Û bi vê merasima çek îmhakirinê jî dane qebûl kirin ew çek, wek Rêber Apo gotî mîada xwe temam kiriye.
Bala we kişandibe îroj di çapameniya Tirkiyê ya ku parçeyê şerê taybet jî nikare bibêje PKK têk çû. Di rojên pêş de em ji gelek pêşketinan re şahidî bikin. Raste di nav civakê de nêrînek heye dibêje, bextê romê tuneye. Evcar vê gotinê nabêje. Dibêje ew bêbextî bikin jî Rêber Apo yê destûr nedê vê yekê.





