Argêş Vîyan/Qamişlo
Yek ji berxwederên girtîgehên dewleta Tirk Kamuran Efrîn da xuyakirin ku rihê 14’ê Tîrmehê şoreşa 19’ê Tîrmehê ava kir û wiha got: “Berxwedaniya bê hempa ya Rêber Apo li girava Imraliyê domandina berxwedana Xeyrî û Kemalan bû.”
Berî niha bi 42 salî li Zîndana Amedê li dijî koletî, radestbûn û xiyanetê; berxwedan dilsozî û azadî bi pêşengtiya lehengê mezin Mezlûm Dogan agirê Newrozê hat pêxistin. Li dijî siyaseta teslîmgerî û xiyanetê berxwedana zindanê bi serket û berxwedana 14’ê Tîrmeha 1982’an giha asta herî bilind. Ji bo ku li Tirkiyê, bi taybet li Bakurê Kurdistanê tevgera şoreşgerî were astengkirin û fetisandin, di 12’ê Îlona sala 1980’yan de generalê faşîst ê dewleta Tirk Kenan Evren darbeyek leşkerî kir û desthilatê xist destê xwe de. Rejîma faşîst a 12’ê Îlonê bi vê derbeyê dest bi şantajê kir û girtîgehan bi şoreşger, azadîxwaz, demokrasîxwazan tejî kir. Di beramberî vê derbeya reş, tenê ciwanên Apoyî biryara berxwedanê dan.
Di derbarê berxwedana 14’ê Tîrmehê ya li girtîgeha Amedê yek ji girtiyê 30 salan û şoreşger Kamuran Efrîn ji rojnameya me re axivî.
‘Berxwedan 14’ê Tîrmehê hemberî berdewamiya politikayên qirkirinê dest pê kir’
Yek jî girtiyên 30 salan yê ku girtigehên Tirkiyê de ma bû Kamûran Efrîn anî li ser ziman ku 14’ê Tirmehê gelê Kurd ji qirkirinê xilas kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di sala 14’ê Tîrmeha 1983’an de di hemberî polîttîkayên qirkirinê yên faşîstane yên hikûmeta Tirk û di heman demê de jî fermandarê girtîgeha Amedê yê wê demê Esat Oktay Yildiran dan destpêkirin. Ev ne tenê rojiyekê mirinê bû, berxwedaniyekê bê hempa ya xilaskirina gelekê ji pencê qirkirinê bû. Rihê ku azadiyê bêpar hatibûn hiştin nûve ronî kirin. Berxwederên 14’ê Tirmehê Elî Çîçek, Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş û Akîf Yilmaz bi rêzdarî bibîrtinim. Xeyrî û Kemal bi rihê xwe yên ku çîroskên berxwedanê, li hemberî hemû polîtîkayên ku gel û civakekî tine di hesibandin serî rakirin. Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yılmaz û Alî Çîçek bi çalakiya rojiya mirinê re, li hemberî îşkence û qirkirina kurdan bi vîn û baweriyeke mezin bedenên xwe danîn li ber agirê û bûn sembolên berxwedanê. Bi berxwedana zindana Amedê tevgera azadiya gelê kurd jî biryara berxwedanê da. Tevî êşkenceyên giran ên li ser kadro û alîgirên PKK’ê dihatin pêkanîn, bi armanca sînordarkirina hovîtiya rejîmê, bidestxistina mafê berevaniya siyasî û çêkirina şert û mercan, di meha Adara sala 1981’an de hejmarek zêde ya kadro û pêşengên PKK’ê, di nav zîndana Amedê de çalakiya greva birçîbûnê destpêkirin. Di roja 43’an a çalakiyê de, Berpirsyarê Girtîgeha Amedê neçar dibe li gel Nûnerê çalakvanan Kemal Pîr birûne û soza pejirandina doz û daxwazên wan dide. Bi vî şêweyî dawî li çalakiya greva birçîbûnê tînin.Rêber Apo ji bo berxwedanê dibêje; me bi şerê çekdarî bersiv da berxwedanê. Ger îro li ser kiryarên Tirkiye yên 12 Îlonê lêpirsîn dabin destpêkirin û herkes wek demek reş wan rojan dibîne, ev bi saya berxwedana zîndana Amedê ye. Dema ku Xeyrî Dûrmûş di got em deyndarê wî gelê ne, ev bi rihê berxweder rojên îro ku Rêber Apo pêşengtiya wê dikin afirandin û bûn rêberê têkoşîna azadiyê. Di roja 55’an a rojiya mirinê de, Kemal Pîr tevlî karwanên şehîdan dibe. Her wiha Mihemed Xeyrî Durmuş piştî 58 rojan, Akîf Yilmaz piştî 66 rojan û Elî Çîçek jî piştî 67 rojan di çalakiya rojiya mirinê de şehîd bûn.”
‘Bi rihê 14’ê Tirmehê 19’ê Tîrmehê afirandin’
Kamuran da xuyakirin ku rihê 14’ê Tîrmehê şerkirin dîrok avakir û wiha domand: “Bi rihê 14’ê Tîrmehê berxwedaniya keş û xortên kurdan, li Zap, Metîna Xakurkê û Heftanînê gehişte lutkeya bilind ya serkeftin ê. Li ser rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê hîmê şoreşa 19’ê Tîrmehê hat danîn. Bi rihê komînal û enternasyonal berxwedan hat meşandin û pergala Rêveberiya Xweser hat avakirin. Bi mîrateya Mazlum, Kemal û Xeyriyan Karker, Gelhat û Arînan şer kir û çeteyên how û qirker têkbirin. Ev rihê ku tên qalkirin bi berxwedaniya 14’ê Tîrmehê da avakirin. Em çi qasî xwedî deskeftiyên şoreşa Rojava derbikevin û biparêzin, ew qasî xwedîyê berxwedana 14’ê Tîrmehê derdikevin. Ji ber ku ev ked û xebat hemû mîretaya wan û saya berxwedaniya 27 salan ya Îmraliyê ya Rêberê Gelan Rêber Apo ye. Ew rih li Bendava Tişrînê, heya Kobanê xwe dida pêş..”
‘Têkoşîna bê hempa ya girtîgeha Îmraliyê, berxwedana 14’ê Tîrmehê nûjen kir’
Kamuran bibîrxist ku rola Imraliyê ya berxwedana gîrtgeha û têkoşîna 27 salan silav kir û wiha qedand: “Ew serkeftin û deskeftiyên ku tên avakirin û bi dest xistin hemû bi saya Rêber Apo û berxwedaniya girava Imraliyê ya 27 salan e. Ji ber ku Rêber Apo girtîgeha Îmraliyê veguherand pirtûkxane û dîrokxaneyekê pir mezin. Di nav tecrîd û zextekê pir mezin de, gelê Kurd û herêmê ji pencên qirkirinê xêlas kir. Xeyriya xwe deyndarê gel dît, em jî xwe deyndarê ramanên Rêber Apo û Xeyrî û Kemalan dîbinîn. Dîsa dubare dikim ku em ê rêça berxwedaniya 14’ê TÎrmehê, bi rihê 19’ê Tîrmehê xurt bikin û pêvajoya Rêber Apo heya bikeve serkeftinê em ê xebat bikin. Li ser wê bingehê em silavên xwe yê xurt ji bona Rêber Apo û berxwederên hemû gîrtegehan de dişînin.”






