Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komîn yekem saziya rêxistinkirin û veguhartinê ye

16/07/2025
in JIN
A A
Komîn yekem saziya rêxistinkirin û veguhartinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Komîn bingeha rêxistinkirina civakê ye, şaneya herî biçûk a ku civakê li ser bingeha fikrê Rêber Apo ya ku xwe bi xwe bi rê ve dibe, hate afirandin. Jina ku xwe bi vê felsefeyê re gihandiye, di dendika vê şaneyê de rola pêşengtiyê digre.

Komîn saziyeke civakî, aborî, siyasî û xizmetguzariyê ye ku bi pergaleke demokratîk a komînal a li ser esasê demokrasiya rasterast, azadiya jinê û lihevhatina gelan a ji hemû kom û mezheban hatiye avakirin e. Komîn yekîneya civakî ya herî biçûk û bi bandor e; li ser esasê beşdariya rasterast a li gund û taxan hatiye avakirin. Komîn naverok û bingeha rêxistinê ye, li gorî şert û mercên civakî li gund, tax, bajarok û bajaran xwe bi rêxistin dike.

Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê û bi hêza gel re, rêxistin û binesaziya civakê hate avakirin, ev yek jî, bi rêya komîn û meclisan pêk hat. Armanca  avakirina komînan ew bû ku gel rêxistina xwe  bi xwe ava bike û pirsgirêkên xwe çareser bike.

Erka sereke ya komînê ew e, ku civakê li ser bingeha neteweya demokratîk, azadî, wekhevî û edaletê birêxistin bike. Li gorî vê yekê li her taxê komîn hatin avakirin û bi rêya van komînan civak li derdor hev dicive û dibe destpêka birêxistinkirin û xwerêvebirinê. Komîn dengê gel e, lewra pêwîst e gel û endamên komînê bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Rêber Apo di paradîgma û sîstema Netewa Demokratîk de, bi giranî balê dikşîne ser rol û misyona Komînê. Weke ku komîn bingeha hemû sîstem, sazî û destgehan e. Herwiha pênasekirina komîn bi rengê endam û kesên ku cihê xwe tê de digrin divê nebe û şaş e ev yek. Komîn malê hemû civakê ye û her kes endamê komînê tê hesibandin. Lê mixabin di roja me ya îro de ev yek ji cewherê xwe derketiye û weke ku komîn ayidî hin kesa ye hatiye destgirtin. Ev yek bi serê xwe jî mijara rexne, analîz û nirxandinê ye.

Di xala 31. a Hevpeymana Civakî de bal tê kişandin ser rola komînê ya di têkîliya ferd-civak çawa be. “Welatiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kesayetek azad e, xwedî nirxên siyasî yên exlaqî û xwedî nasnameyeke piralî ye”. ji vir û pê ve divê em rêxistikirina komînê ji xwe re weke bingeheke têkiliyên civakê û yên sîstema ku li ser bingeha Paradîgmeya Netewa Demokratîk hatiye avakirin, bibînin.

Rola jin di komînê de  

Dema dibêjin komîn ku hemû ferdên civakê bi hemû reng, netew û baweriyên xwe cihê xwe tê de digrin. Di vir de divê em balê bikşînin ser rola jin di komîn de. Gelo jin di rêxistinkirin û girtina rola pêşengtiyê di komînan de, çiqas pêk anîne? Ev mijar ji mijarên sereke yên birêxistinkirin û gihîştina asta jin a di asta heyî de ye.

Tevî hebûna gelek sazî, tevger, partî û destgehên xweser yên jin jî, lê cihê herî sereke û bingehîn ku jin xwe tê de birêxistin bike û rêxistibûyînê bide meşandin; komîn e. Di hundir komînê de sîstema hevserokatiyê heye, li kêlek wê jî komîteyên ku bi karê gel û rêxistinkirinê re mijûl bibin hene. Jin di her alî de rola xwe dilîze û cih xwe digre. Li ser wê esasê xebatekî hevbeş di aliyê her du zayendan de tê meşandin.

Ji destpêka Şoreşa Rojava de jinê rol û teşeya xwe di nava xebatê komînê de wergirtiye û pêşengtî ji civakê re kiriye. ji tax û kolanan bigre heyanî destgeh û saziyên herêmê. Ev hêza ku niha jin xwe di astên rêveberiyê de dibîne, ji hêza xwebirêxistinkirinê ya komînê tê. Ji ber rêxistinbûyîna civakê ji pêkanîna xebatê komînê tê esasgirtin.

Helbet ev yek ne ji rêzê û ji ber xwe ve ne hatiye, bi qasî ku Rêber Apo girîngî dide rola jin di hemû aliyên civakê de, ev yek nedaye tu cihî. Bi giranî li ser mijarên perwerdê û xwebirêxistinkirinê rawestiye. Bi şoreşê re jî ev yek bi baldarî û giranî li ser hatibû rawestandin ku jin bikaribe rêxistinbûna xwe avabike û li hember guhartina zihniyeta mêr şer bike. Helbet gelek mijarên hişmendî, naxweşiyên malbat, civak û pergalê tîne ziman. Herwiha derbaskirina pirsgirêkên hişmendî yên jin û him yên zilam, ne hêsan in û têkoşîneke du alî jê re pêwîst e. Komîn jî, ji saziyeke xizmetê wêdatire, divê em bi çavê ku bicihkirina daxwaz û xezmeta gel tenê lê nenêr in. Komîn bingeha perwerdekirina civakê ye, hem bingeha guhertina zihniyetê û avakirina wê ye, di heman demê de danûstendina di navbera kesan de xurt dike, ev yek jî bi nêrîn û têkiliya her du zayendan ve girêdayî ye. Gelo jin di komînê de çiqas ji bo guhartina zihniyeta zilam xwe westandiye, an jî zilam çiqasî jin li kêlek xwe qebûl kiriye û bê cudahî lê meyzandiye.

Ev hemû mijarên îdeolojîk in ku gihîştina civakeke wekhev û demokratîk ji têkiliya ku di komînê de tê avakirin, xweradigre. Lewra erka jin di komînê de, ji hebûnekê wêdatir e. Jin di komînê de pêşengtiya avakirin û guhartina zihniyetê dike. Her çiqas ev yel niha ji cewher hatiye derketin jî, lê divê em rola girîng a komînê bizanibin û xwe tê de avabikin.

Girêdayî girîngî, rol û rêxistinkirina jin di komînê de, di navber salên destpêkê yên Şoreşê û di dema niha de, jina bi navê Ayşa Xelef ku ji destpêka avakirina komînan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê xwe di nava yek ji komînên taxa Kornîş a bajarê Qamişlo de digire, ji Rojnameya me re axivî.

Ayşe Xelef a 67 salî ji bajarê Qamişlo ku yek ji jinên destpêkê di nava Tevgera Azadiyê li Rojavayê Kuristanê de kar dikir, herwiha piştî pêketina agirê Şoreşa Rojava cihê xwe di rêxistinkirina komîn û xebatê jin de digirt û heya niha jî di komîteya lihevhatinê ya komîna taxa xwe de cih digre.

Dayîka Ayşe wiha behsa xebatê komînan û rola jin di destpêka şoreşê de kir: “Bi derketina Tevgera Azadiyê û belavbûna fikra Rêber Apo re, min cihê xwe di nava vî fikrî de girt. Herwiha bi Şoreşa Rojava re, min cihê xwe dibirêxistinkirina gel de girt û bi taybet di nava xebatên jin de. Li kêlek wê di dema ku komîn hatin avakirin yekser ez tevlî xebatên komînê yên taxê bûm. Êdî bi avabûna komînê re rêxistinbûyîna jin û civakê hat destpêkirin. Ez weke kes rûxmî zarokan û zexta malbatê, lê min dev ji vê xebatên komînê berneda, berovajî wê min xebatên xwe bêtir  pêş xist.”

‘Ger jin nebe komîn jî nabe’

Ayşe Xelef axaftina xwe wiha qedand: “Di van demên dawiyê de cihgirtina jin di komînê de û karê wê tê de hêsantir bûye. Ger destpêkê em mal bi mal digeriyan, da ku em civînekê ji jin re çêbikin. Niha jin bi rihetî derdikevin û dikarin li cihê ku dixwazin kar bikin, kar dike. Ya din hebûna jin di demên berê de, ji niha çalaktir bû, me bi hezkirin ev xebat dikir ku jin gavên destpêkê yên ber bi têkbirina qeydên civakê ve diçe. Jin divê li gorî ew hebûn û giraniya ku di destpêkê de di komînê de rol digirt, niha jî bi wê helwestê cihê xwe di nava xebatê perwerdê û rêxistinkirinê de bigre. Ger jin nebe komîn jî nabe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.