Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mala jin cihê parastina mafê jinê ye

16/07/2025
in JIN
A A
Mala jin cihê parastina mafê jinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk mihemed/Qamişlo

Rêveberiya  Mala Jin a kampa Newroz Asiye Cefer diyar kir ku armanca me ji avakirina Mala jinê ew e ku jin ji bin bandora desthilatdariya ku koletiyê li ser jin ferz dike, û bê maf dihêle xwe rizgar bike.

Bi dagirkirina Serê kaniyê, Girê spî û Efrînê re gelek kes koçber bûn. Yên ku herê zêde bandor bû û bû Qurban jin û zarok bûn, ji ber ku jin di nava şer de rastî tacîz, tecewîz û tundiyê tên, êdî jin ji ber zihniyeta desthilatadar hat tunekirin, ji ber vê jî  ji bo parastina mafê jin cihên  girêdayî jin hatin ava kirin û yek ji wan cihan jî Mala jinê ye, herwiha ku tê de pirsgirêk û zehmetiyê ku jin dikşîne  tên çarederkirin. Jin ne koleye lê zihniyeta desthilatadar jin ê ji xwe re kirin kol e.

Derbarê mijarê de rêveberiya Mala Jin a kampa Newroz Asiye Cefer ji Rojnameya me re axivî.

Mala jin 3 salin Li Kampa Newroz parastina mefê jin dike

Asiye Cefer da zanîn ku ev 3 salin mala jinê di kampê de hatiye avakirin û wiha got: “Armanca me ji avakirina Mala jinê di nava kampê de ku em zîhniyeta desthilatadar û qirkirinê yên li ser jinê di nava civakê de li hatiye çandin li hemberê wî tekoşîn bikin û li şûna wê îdeolojî hevjiyana azad û civaka demokratîk ava bikin.

Zîhniyeta zayendperestî, desthilatdarî, qirkirin û baviksalariyê di nava civakê de hatiye belav kirin û bandora wê li ser civakê kiriye, ji ber ku civak hertim jinê biçûk dibîne û kole dibîne ji ber vê jî cihên girêdayî jinê hatin avakirina ku tê de parastina mafê jinê were kirin û pirsgirêk jinê çareser bikin yek ji wan cihan jî Mala Jinê ye.

‘perwerdekirina jinê rizgarkirina ji koletiyê ye’

Asiye da xuyakirin ku perwerdekirina jinê rizgarkirina ji koletiyê ye û wiha domand: “Di nava kampê de ji bo hişyarkirinê civakê ji zîhniyeta zayendperestî, desthilatdarî, koletî a baviksalarî perwerde tên dayîn, perwerdeyên ku tên dayîn li ser zewacê  bi temen biçûk, pir zewacî, destdirêjiyê cinsî û destdirêjiyê li ser zarokan e. Di nava civakê me de pir jinî weke mafekî rawa tê dîtin, ku di bin navê xweda pir jinî helel kiriye de mêr bi 4 jinan re dicewize, ev ne mafe lê belê tundî ye.

Zewaca bi temenê biçûk di nava civakê de belav bûye, keçikê bi temen biçûk ji dibistanê qut dikin û wê dizewicînin dibêjin ku jin aîdê zilame  û dayka zaroka ye  ne yê xwandin û zanebûn ye. Jin kirine bindest û mêr jî xwe kirine serdest ku ew azade jinê bikuje, tundiyê li ser bimeşîne û mafê wê tune bike ji ber vê jî ji bo hişyarkirinê civakê perwerde tên dayîn.”

‘pêwîste zilam xwe ji vê hişmendiya şaş û desthilatdar rizgar bike’

Rêveberiya Mala Jin a kampa Newroz Asiye Cefer axaftina xwe wiha qedand: “Jin ne kole û lîstokê zilam e, pêwîste zilam xwe ji vê hişmendiya şaş û desthilatdar rizgar bike. Jin tu carî ne bindest bû lê ew kirin blindest, lê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo  jinê karîbû carek din di rêya azadî û aştîyê bimeşe. Em jiyanek wekhev û îdolojiya  hevjiyan azad di nava jin û mêr de dixwazin. Civaka me divê li ser esasê wekhavî, netewa demokratîk û azadî jinê bimeşe, ne li ser esasê zayendperestî, desthilatdarî û koletiya jinê be.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.