Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Divê gelên Îranê Serkeftinê dîyarî Jîna Emînî bikin’

15/07/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Divê gelên Îranê Serkeftinê dîyarî Jîna Emînî bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo

Rojnamevan Komas Şehbazî dîyarkir ku firsendeke mezin e ji bona xweseriya her çar parçeyên Kurdistanê û wiha got: “Kurd ne kurdên berê ne û Rêber Apo firsendeke mezin ji bona Kurdan da avakirin”

Şerê ku di 13’ê Pûşberê de di navbera Îsraîl-Îranê de bi êrişa Îsraîlê destpê kirî, bê navber berdewam dike. Rageşiya herêmê bi êrişa danê siharê ya Emerîka ya li ser tesîsên nukleerî yên Îranê, zêdetir dibe. Her du alî jî li dijî hev êrişan pêktînin û encamên êrişan jî ji aliyê gelên herêmê û navneteweyî ve bi fikar tê şopandin.

Di derbarê gengeşiya navbera Îran û Israîlê de, rojnamevan Komas Şehbazî ji rojnameya me re axivî.

‘Ev şerê ku di navbera Îran û Israilê de destpêkir, armanc ji nûve dizaynkirina Rojhilata Navîn e’

Rojnamevan Komas Şehbazî diyarkir ku armanca sereke ya wan şer û pevçûna berjewendiyên takekesî ne û dest bi axaftina xwe kir: “Ev şer û pevçûnên 7’ê Cotmeha 2024’an hatin destpêkirin û bi pêşengiya hin welatên Rojhilata Navîn yên hegemon û DYA destpêkir. Komkujiya ku li Xeza çêbû û bandora xwe li herêmên welatiyên Cihû kir, keraseteke mezin ya mirovî bû. Çawa li Sûriyê mirovekê weke Ehmed El Şera berê çeteyê DAIŞ’ê bû anîn kirin Serokê Sûriyê û ew çeteyên li gel wî jî kirin nûnerên hikûmetê gelek pêşbaziyên wisa hatin kirin. Di heman demê de du dewlet netewên weke, Îran û Israîlê ji ber berjewendiyên xwe ketin di nav şer û pevçûnan. Îran di dema Xumeynî de şoreşa gel didize û xwe dike xwediyê mafên gel yên bingehîn. Di demên dawiyê de bi taybet jî komên weke Hizbullah yên girêdayi Îranê şerê Isralê li Xezza, Libnan û Sûriyê kirin. Lê ew pêşbînî xuya ye ku çawa rejîmên despot yên tundrew weke Beşar Esed, Seddam Hisên hwd. Hilweşîyan, rejîma Îranê xwe li ser lingan nagir e. Israîlê bi taybet cihê çekên nûkleerî yên Îranê armanc girt. Di rastiyê de piştî wan êrîşan guhertinên mezin li Rojhilata Navîn ava bûn. Israîl bi avakirina Proseya Brahîmî û Îran jî bi avakirina Hîlala Şîa dixwazin di herêmê de bi serwer bin. Ji ber wê jî di destpêkê de fermandarên bingehîn yên Îranê kirin armanc û di êrîşên xwe de jî encam girtin. Armanca wan rasteqîn ne têkbirina hikûmeta Îranê ye, qelskirina bandora wê ya li ser herêmê daye avakirin e. Bi taybet şandina komên cuda yên welatên cîran weke Haşd Şabî, bandorekê mezin li ser sîyaseta Îranê kir. Ew hîn destpêka nakokiya Îran û Israîlê ne û tê xuya kirin ku dê ew şer û pevçûn gurttir bibin. Her du hêzên hegemon jî, hêzên xwe ceribandin û qaşo agirbestek ragihandin. Lê ew agirbest qels bû û şerê heyî neda sekinandin. Dê ew şer û êrîşên heyi berfirehtir bib e. Tê payin ku ew şer wê bighêje axa Iraq û Sûriyê jî. Welatên Rojavayî û hêzên serdest di destpêkê de DAIŞ avakirin, ji bona Rojhilata Navîn serwer bibin û herî dawî jî bi plansaziyeke wisa berdewam kirin. Di vir de aktorê herî girîng Tirkiye ye û yên ku serkêşiya wê dike jî ew e. Tirkiye wekî Îranê pirsgirikên wê yên hundirîn gelek in û nikare têkoşîneke xurt bimeşîn e.”

‘Ger hikûmeta Tirk, bangawaziya Rêber Apo guhdar neke, wê têk biç e’

Komas pirsgirika Kurd ya li Tirkiyê bibîrxist û got ku ger dewleta Tirk nêzî çareseriyê neb e dê têk biçe û wiha domand: “Piştî bangewaziya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û nêzîkbûnên Dewlet Bahçelî yên erênî ji bona çareseriya pirsgirika Kurd hêvî da avakirin. Piştî wê bangê PKK’ê kongereya xwe lidarxist û pêvajo xiste di nava qonaxeke nû. Hemû endamên Tevgera Azadiyê dan xuyakirin nexşerêya ku Rêber Apo daniye wê li pey wê bimeşin. Lê ruxmê hewildanên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê dewleta Tirk ti gavên berbiçav neavêtin. Ev gavên ku hatine avêtin gel û civaka Kurd piştgirî dik e û di heman demê de jî bendewariyeke mezin ji bona Rêber Apo raber dik e. Ji aliyekê din ve, firsendeke bêhempa ji aliyê Rêber Apo ve ji bona dewleta Tirk hat pêşxistin. Ji ber ku şerê li Îranê dê bandora xwe li Tirkiyê bik e. Ji ber ku nêzî 15 Milyon Kurd li Rojhilata Navîn û Îranê jiyan dikin,  ger ku hikûmeta Îranê têk biç e, dê Kurd ji bona xweseriya xwe xebat bikin. Li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî Kurdan xweseriyek heye, ger dewleta Tirk bi riyên demokratîk mafên kurdan nede, wê demê Kurd weke welatên din bi riyên din wê mafên xwe bidest bixin. Ji aliyê debara aborî û jiyanî ve, hikûmeta Tirk qelsiyekê pir mezin jiyan dik e. Niha 400 hezar kes di girtîgehên dewleta Tirk de tên girtin û ji wan 150 hezar girtiyên siyasî ne û bê tomet hatin e girtin. Ger ku dewleta Tirk hezdike aştî û çareseriyê pêkbîn e, kurd amade ne, lê ger  naxwazin ne alîgirê çareseriyê ne, kurd ji bona xwe biparêzin dê têkoşîneke bêhempa bidin meşandin. Dewleta Tirk dixwaze bi her awayî şerê li Îranê bide seknandin ji bona ku li ser wan bandoreke neyînî neke. Lê cihê vê yekê pêwîste ku dewleta Tirk banga Rêber Apo û hewildanên wî yên ji bona aştiyê vala dernexîne û mîna şensekî dîrokî ji bona xwe bibîne. Pêwîste ji bona wê demildest hin gavên berbiçav bên avêtin.”

‘Rejîma Îranê bi hişmendiya xwe ya olperest nikare xwe li ser lingan bigre’

Şehbazî anî ziman ku polîtikayên rejîma Îranê yên darvekirinê li hemberî gelan hikumet anî asta ruxandinê û wiha axaftina xwe qedand: “Di dîroka Îranê de, ji ber hişmendiyekî olperest tê meşandin, bi hezaran mirov hatin darvekirin û hîn jî ev yek berdewam dike. Ji ber ku bi wan politîkeyan dixwest ku çavê dewletên din bişkîne û di heman demê de jî bi hebûna çekên nukleyer tirsê li derdorê belavbikin. Di heman demê de û piştî êrîşan, yên ku dengê xwe derdixin jî weke sîxurê Israîlê tên tometbar kirin. Niha ji ber êrîşên Israîlê gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jiyan dikin pir bandor bûn e. Ji ber ku rêjeyeke mezin jinên nexweş û mirovên temen mezin jiyan dikin nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin. Ew şer û pevçûn jî hemû encama politîkeyên rejîma Îranê yên darvekirin û hişmendiya tûnd e. Ji ber vê yekê pêwîste ku gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hemû nakokiyên hundirîn danin kêlekê û xwe rêxistin bikin. Çawa bi pêşengtiya paradîgmaya Rêber Apo ya Netewa Demokratîk li Rojava û Rêveberiya Xweser hatiye avakirin, ev model dikare bibe pergala gelên Fars, Azerî, Kurd û hwd. di bin dirûşmeya “Jin, Jîyan, Azadî” bibin yek û mîrateya Jîna Emînî bighînênin serkeftinê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.