Hêvî Keleş/ Qamişlo
Di kampa Newroz de tevî şert û mercên zehmet bazareke biçûk hatiye vekirin û koçber ji bo peydakirina pêdiviyan berê xwe didinê, herwiha ev bazar derfeta kar ji bo hin jinan peyda dike.
Dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişê Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di encamê de bi hezaran malbat neçarî koçberiyê bûn. Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşek ji koçberên van bajaran li Kampa Newroz ya li bajarê Dêrikê bi cih kirin. Di kampê de tevî zehmetiyan, koçberan bazareke biçûk ava kirin. Ev bazar bû cihê peydakirina pêdiviyan û ji bo hin kesan jî derfeta kar peyda bû.
Yek ji jinîn koçber ku di nava bazara kampê de kar dike Xedîca Alsalim ji rojnameya me re axivî û behsa girîngiya vê bazarê ji koçberên kampê kir.
‘Bazara kampê derfeta kar ji hin jinan re peyda kir’
Xedîca Alsalim di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji bo alîkariya koçberên li kampê, bi alîkariya hin rêxistinên
mirovî Bzara li kampa Newroz hat vekirin. Bazar li kampa Newroz ne tenê ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan yên rojan ye, lê ew bû cihê peydakirina derfeta kar ji bo hin jin û mêran. Piştî vkirina bazarê êdî tu rêxistinên mirovî destek nedan xwediyê dikanan. Firoşkarên bazarê bi xwe berê xwe didin bazara Dêrikê û tiştên pêwîst ji dikanên xwe re tînin.”
‘Di bazara kampê de 30 dikan hene’
Xedîca Alsalim di dewamam axaftina xwe de wiha got: “Di bazarê de 30 dikan hene ku ji wan dikanên mûnet, cil û berg, xwarin, telîfon û xwaringehin. Hedefa wan ji vekirina dikanan ew e ku alîkariya malbatan bikin ku karibin pêdiviyên xwe ji hundirê kampê bikirin û neçar nemînin ku herin ji derviyî kampê pêdiviyên xwe bikirin.”
‘Pîwîstiya me bi alîkariya madî heye’
Jina koçber Xedîca Alsalim axaftina xwe wiha qedand: “Her demekê rêveberiya kampê rewşa bazarê dişopîne û bi re dibe alîkar ji aliyê çûnûhatina me a bajarê Dêrikê. Em kelûpelan weke bihabûna bazara Dêrikê difiroşin û bihayê kelûpelan zêde nakin li ser kesên ku di kampê de jiyan dikin. Di her dukanek li bazarê de du kes dibin hevkarê dikanê, tevî wê jî dikan zêde nayên dagirtin ji ber rewşên aborî yên me xerabe. Ji vê jî pêwstiya me wekî firoşkar bi alîkariyên madî heye.”






