Esma Mistefa/Qamişlo
Pîvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, di 9’ê Tîrmehê de bi bangawaziyeke dîrokî ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve derbasî qonaxeke nû bû. Doktorê Zanistên Siyasîyê Misrî Taha Elî destnîşan kir ku Parlamentoya Tirkiyê dikare di qonaxa niha de roleke girîng bilîze û reformên destûrî û yasayî yên ku mafên çandî û siyasî yên kurdan garantî dikin, pesend bike.
Di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye kirin, di 9’ê Tîrmehê bi bangeke bi dîmen ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve derbasî qonaxeke nû bû. Girêdayî vê yekê Doktorê Zanistên Siyasî yê Misrî Taha Elî bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Di çarçoveya pêşxistina Banga Aştî û Civaka Demokratîk de, di 9’ê Tîrmeha 2025’an de, Rêber Abdullah Ocalan bi dîmen bangeke dîrokî kir û ji bo tevahî aliyan peyamek da. Hûn naveroka peyamê çawa dixwînin?

Bi giştî ev peyam ji bo piştgiriya înîsiyatîfa aştiyê ya 27’ê Sibatê tê. Her wiha berdewamiya bangewaziya ku di nameya 9’ê Tîrmehê de cih girtiye, nîşan dide ku pabendbûna giştî ya ji bo çareseriyeke aştiyane, bi şertê ku îradeya siyasî û çavdêriya sazî ya aliyê Tirkiyê hebe, nîşan dide. Her wiha hate destnîşankirin ku naveroka her du nameyan li ser bingeha demokrasî û dadmendiyê wekî referansa wan bû, ji ber ku ew li ser bingehek sazûmanî bi daxwaza çavdêriya parlamentoyê hatine damezrandin. Ev yek veguherîna dosyaya aştiyê ji çarçoveya ewlehiyê ber bi sazûmanek sivîl nîşan dide. ev yek jî gavavêtineke bi nêtalîk a di çarçoveya insiyatîfa aştiyê ye.
Di peyama Rêber Abdullah Ocalan de gavên bingehîn ên serkeftina pêvajoya aştiyê hatin destnîşankirin: Hûn rola partiyên Tirkiyê bi giştî û DEM Partî bi taybetî çawa dibînin?
Ez teqdîr dikim ku partiyên tirk di vê qonaxê de xwedî roleke sereke ne, nemaze ji ber ku bi giştî di pêvajoya aştiyê de, ne xwediyê helwesteke yekgirtî ne û helwestên wan ji hev cuda ne. Mînak, Partiya CHP’ê ya desthilatdar, di sala 2013 – 2015 de pêvajoyek bi heman rengî bi rê ve bir, lê piştî hilbijartinên Hezîrana 2015-an, dema ku dest bi zêdekirina leşkerî kir, zû paşde vekişiya. Tevî ku Partiya Komarî ya Gel banga reformên demokratîk dike jî, di pêvajoya aştiyê de helwesteke dudil digire. Ji ber vê yekê ew di piştgiriya xwe ya ji bo wê û ji tirsa windakirina piştgiriya neteweyî de, neçalake û bê biryar e.
Di dema ku DEM Partî di piştgirîkirina pêvajoya aştiyê ya li hundirê Tirkiyê de roleke sereke lîst, partî bû pira di navbera Ocalan û raya giştî de û peyamên xwe ji civakê re ragihand. Bi rastî jî partiyê ne tenê li ser mafên kurdan rawestiya, di heman demê de xebatên xwe berfireh kir û mafên jinan û çînên marjînal (hatine jibîrkirin) jî bi nav kir.
Ev li jor tê wê wateyê ku her astengiyek di pêvajoya aştiyê de ne ji ber kêmbûna dîtinê bû, lê ji ber nebûna îradeya siyasî ya dewleta Tirkiyê û bilindbûna neteweperestiyê bû. Taybet piştî hewldana derbeyê ya îdiakirî di Adara 2015’an de, rûxmî ku peyamên Ocalan hîn jî nêrînek stratejîk ji bo çareseriyek domdar heye ku pêdivî bi hawîrdorek siyasî ya vekirî û naskirina rastîn a piralîbûnê heye.
Rêber Abdullah Ocalan di qonaxa pêş de behsa rola Parlamentoya Tirkiyê kir. Bi nêrîna we, parlamento dê erkên xwe yên derbarê dabînkirina şert û mercên yasayî û siyasî ji bo çareseriyan bi cih bîne?
Bi giştî Parlamentoya Tirkiyê dikare di qonaxa niha de roleke girîng bilîze, ji ber ku dikare reformên destûrî û yasayî yên ku mafên çandî û siyasî yên kurdan garantî dikin pesend bike. Her wiha qanûnên ku rê dide diyalogê bi aktoran re, di nav de kanalên qanûnî yên danûstandinên yekser bi Ocalan re, derxîne. Her wiha dabînkirina jîngeheke siyasî ya demokratîk ku beşdariya wekhev a hemû pêkhateyan teşwîq dik, pêk bîne.
Lê bi awayekî realîst, em li rastiya niha ya Parlamentoya Tirkiyê dinêrin, em dibînin ku ew rastî nekontrolkirin û lawazbûneke ber bi çav di aliyê desteya cibcîkar û lawazbûna serxwebûnê de dikşîne, nemaze piştî guhertinên destûrî yên ku di sala 2017’an de hatine kirin û sîstema serokatiyê ava kirine, di wir de rola parlementoyê gelekî kêm bû û parlamento zêdetir bûye wek amûreke derbasbûnê ji bo siyasetên desthilata cîbicîkar û serokomar bûye cihê herî billind û girîng di biryardariyê de, bê guman tê de dosyaya gelê Kurd. Ku di vê derbarê de tenê serokomar biryaran distîne. Bê guman ev yek bi hevbendiya neteweperest a rastgir ku bi tundî dijminatiya her çareseriyek siyasî ye ku diyaloga bi Ocalan re an jî naskirina pirsgirêka kurdî dihewîne. Ev tê vê wateyê ku ji ber îradeya lawaz a qanûndanînê, ji bo her gavên pêwîst piştgiriya serokatiyê dikin.
Me ferq kir ku sînordariyeke berçav li ser opozisyonê heye û li şûna ku parlamento bibe qada diyalogê, ew bûye platformek ji bo krîmînalîzekirina muxalefetê, bi taybetî nûnerên Partiya Komarî ya Gel ku li ser hejmareke mezin ji wan parêzbendiya (Hesanê) wan hatiye rakirin, ji şaredaran hatin girtin, ev yek jî rola parlamentoyê asteng dike. Ev hemû pêbaweriya ku ji bo piştgirîkirina pêvajoya aştiyê wekî hewayek pêwîst hewce dike, qels dike.
Terikandina netew-dewletê û stratejiya şer yek ji mijarên girîng e ku Rêber Abdullah Ocalan diyar kir û guhertina wê bi qonaxeke diyalog û aştiyê weke serketinê bi nav kir. Hûn dikarin mabesta ji vê yekê rave bikin?
Erê, ev yek ji girîngtirîn xalên îdeolojîk û stratejîk e ku di çarçoveya neteweya demokratîk de weke projeyek siyasî û felsefî hatiye bilindkirin. Dema ku Ocalan behsa “terkkirina netew-dewlet û stratejiya şer” dike, ev ne tenê tê wateya rawestandina şer an gihîştina agirbestê. Belê, ew tê wateya guhertineke radîkal di pêkhateya ramana siyasî, hêz û nîzama civakî ya li Tirkiye û herêmê bi giştî.
Li vir em dipirsin: Li gorî Ocalan wateya dewleta netewe çi ye? Li gorî xwendina me ya vê projeya pêşeng a siyasî û felsefî, mirov dikare bibêje ku “netew-dewlet li gorî Ocalan ne tenê pêkhateyek îdarî ye, lê modelek otorîter a yekalî ye ku yek nasname û yek çandê li ser civakek cihêreng ferz dike.” Wî ev yek weke ku zordestî û asîmîlasyona çandî (bi taybetî li dijî kurd û kêmneteweyan) çêdike, piralîbûnê red dike, cudahiyan ji holê radike, cihêkarî û şîdeta pêkhatî dixwe, û li ser bingeha navendîbûna zêde ya ku beşdariya civakê ya rastîn qebûl nake, bi nav kir.
Em jî dipirsin: Wateya “stratejiya şer” çi ye? Li vir mirov dikare bibêje ku siyaseta dewleta Tirk e ji bo çareserkirina “pirsgirêka Kurdan” bi zextên leşkerî û çewisandina ewlehiyê, krîmînalîzekirina tevgerên siyasî yên kurdan û sepandina dorpêçê li ser ramana azad, ji bilî paşguhkirina daxwazên rewa yên nasname, ziman û nûnertiya siyasî.
Di ronahiya vê yekê de, Ocalan di wê baweriyê de ye ku ev stratejî negihîştiye aştî û ewlehiyê, hîz zêdetir çerxeke xwînî ya tundî, tolhildan û înkarê derxistiye holê.
Ji bo têgihîştina bêtir, em pirsek din dikin: Wateya “terkkirina netew-dewlet û stratejiya şer” çi ye? Di vê yekê de em dibêjin ku wate ne tunekirina dewletê ye, belkî veguherandina modela wê ya neteweyî ya navendî bo modeleke demokratîk a piralî ye. Ji ber vê yekê Ocalan banga derbasbûna pergala neteweya demokratîk wekî têgehek navendî dike ku li ser bingeha rêvebirina civakan, rêzgirtina cihêrengiya çandî, olî û etnîkî, tevlêkirina hemî pêkhateyan di biryargirtinê de bêyî hewcedariya veqetandinê, û avakirina civakê li ser bingeha edaleta civakî, azadiya jîngehê û wekheviya her du zayendan.
Ocalan her wiha banga guhertina şer bi diyalogê dike ku li ser bingeha hevdu naskirinê, danûstandina bi rêya çareseriyên siyasî, azadkirina girtiyên siyasî, rakirina qedexeya li ser tevgerên siyasî, û piştre nivîsandina destûrek nû ku nasnameya piralî û hevkariyek rastîn di rêveberiyê de nîşan dide.
Li ser vê têgihiştinê, Ocalan derbasbûna vê qonaxê wekî “serkeftin” pênase dike. Ocalan çima vê yekê wekî serkeftinek dibîne, li gorî têgihîştina me ya felsefeya Ocalan, em dibêjin ku ji ber ew di wê baweriyê de ye ku serkeftina rastîn ne di serketina şerê bi çekan de ye, lê di bidawîkirina şîdeta pêkhatî de, şikandina zihniyeta hişk a neteweyî, azadkirina gel ji tirs û înkarê, û avakirina civakek azad ku her kes tê de beşdar dibe de ye ku bê zordarî û biçûkxistin. Ji ber vê yekê, ew veguhertina qonaxa diyalog û aştiyê ne paşvekişîn, lê ji bo gelên kurd û tirk “serkeftineke şaristanî û dîrokî” dibîne.
Bi giştî Ocalan ne tenê daxwaza çareseriyeke siyasî dike, lê belê banga şoreşeke hişmendî û rewşenbîriyê li dijî modelên kevneşop a netewe-dewletê dike ku zilm û şeran çêdike û alternatîfeke demokratîk a tevlîbûnê ku her kes bi azadî û wekhev tê de dijî, pêşniyar dike.






