Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tu kes nikare li ser keda Rêber Apo siyaset bike

15/07/2025
in ROJEV
A A
Tu kes nikare li ser keda Rêber Apo siyaset bike
Share on FacebookShare on Twitter

Asya Weşûkanî.

Dema ku mirov temaşey guhertin û veguhertinên ku li Kurdistanê, têne jiyîn dike wê demê mirov hîn baştir Rêber Apo nasdike û ked û têkoşîna wî ya 52 salan têdigihêje û hîs dike bê ka pêşeng û feylesûfê sedsala 21’ê çiqasî zor û zehmetî kişandiye heyanî ku gelê Kurd aniye vê pileyê. Nexasim jî di nava van 27 salên dawiyê de ku, ji her tiştî hatibûye dur xistin û weke rehîne dihate ragirtin di wê girava zulmê de û ku nedihiştin teyr û tulûr jî li ser dîwarê, wê zindanê deyne û bêhna çîçeka ku li wê eywanê şîn bûye bigire. Rêber Apo gelek caran gotiye mirovê herî ji xwe bawer û dibêje: Ez şoreşgerim nikare xwe deh rojan li vê, girtîgehê bigire û ya wê dîn bibe yan jî wê teslîm bibe; lê Rêberê Apo liber xweda û bi serket.

Rêber Apo da îsbat kirin ku ew li ser heqiyê ye û tevahî gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û Cîhanê tevî dost û hevalên xwe li Rêber Apo xwedî derketin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî, bi rojan li ser piyan e. Azadiya Rêber Apo azadiya meye û ji berê de, Rêber Apo dibêje azadiya min azadiya gelê Kurd e û min qet azadiya xwe nekiriye di rojevê de û ez ji bo azadiya we û mirovahiyê dixebitim. Em gelê Kurd mirî bûn û Rêber Apo em zindî kirin û em bi cîhanê dane naskirin û weke ku têye zanîn 28 serhildanên Kurdan çêbûn û hemû jî bi rengekî tirajedî hatin bi dawî kirin û gelek pêşengên me hatin darvekirin û dewletê zar û zêçên wan kirin dibistanên xwe yên taybet û ew ji bona xizmeta xwe bikar anîn.

Ji ber wê Rêber Apo dibêje: Ew Kurdên ku xizmeta dijmin dikirin, îro jî li ser maseya siyasetê, rûdinin û ev jî pêşketin û qezenckirina gelê Kurd e. Tekez gereke were zanîn ku Rêber Apo mirovekî aqilmend û zana ye û hostatiya karê xwe pir baş dizane û ew xefka ku ji Kurd û Tirkan re hatibû danîn xerab kir û niha jî weke aktorê herî sereke yê rola aşîtiyê, dilîze û ji bo ku pirsgirêka Kurd û Tirkan çareser bike bi tampoyekî pirxurt dixrbite. Lê mixabin hinek Kurdên weke Kemal Borkay û neviyên Pîr me Şêx Seyîd, hewildidin ku xwe li Kurdîniya ku ji zuve firotine deynin û bibêjin ku; Apo çawa dibêje Kurdên zibale wele raste Kurdên zebale hene û ew jî kesên weke, Selîm Çirûk Kaya ku rastî jî Çirûk bûn û di şer de li ber xwe nedan û niha jî bi navê Kurdan diaxivin.

Ez ji wan Kurdên wiha re dibêjim raste, ew kesên gemar û xwefiroşin, ji xwe wane wiha mala Kurdan xerab kirine û 200 salî me bindest; hiştine û niha jî behsa Kurdîniyê dikin, her bijî ji Rêber Apo re ku, ew kesana wiha bi nav kirin û navê pir xweş li wan hatiye. Qet bera kes xwe li ser keda Rêber Apo neke Kurd û nexasim jî, ewên ku xiyanet kirine û li ser keda Rêber Apo xwe kirin hukûmet; lê qet bera xeman jî nexun wê rojek bê ku gelê Kurd destê xwe têxe pêsîra wan de û hesab ji wan bixwaze. Ez careke din jî dibêjim: Rêber Apo tenê hêjaye ku mirov xwe bike qurbana wî û jêre bibêje Rêber û serok, lê revok û bazirgan nabin serok.

Rêber Apo behsa Elewiyan jî dike heman tişt di nava, her netew, ol û mezhebekî de xayîn û revok hene û hinek ji wan jî bi siyaset; derbasî nava Elewî û êzîdiyan dibin û Rêber Apo qala waneyên wiha dike û em tev jî dizanin ku Rêber Apo çawa behsa Îmam Elî dike û çiqasî, kesayeta wî tîne ser ziman û kesên ku têde ne zelalin jî, bile biçin parêzname û pirtûk û dahûrandinên Rêber Apo bixwînin. Ji xwe yên ku dûr disekinin zû têne xapandin û gerek ji hukumkirinê zêdetir, lêkolîn bikin û li ser biponijin û ez bawerim ku wê bi riya lêhûrbûn û xwendinê; xwe zelal bikin. Careke din ez dibêjim mijarên Sosyalîzmê jî weke mijarên din giranin, lê derfet heye ku xwe têde kûr bikin û bi xwe jî weke Rêber Apo ji bo aştî û azadiyê têkoşîn bikin. Ji xwe Rêber Apo ji her kesî re jî erk û misyon dide û di nava hewildana ku her kesî şiyar bike û bike weke rêber û pêşengekî, ev çi jin dibe çi jî mêr dibe û ev jî perspektîfa Rêber Apo ya demê ye. Bijî Rêber Apo zanyarê cîhanê. Bijî hevgirtina gelan û xuşk û biratiya wan. Jin jiyan azadî û gerek were zanîn ku bi pêşengtiya jinê wê civak bigihêje serkeftinê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.