Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Projeya ziftkirina rêya di navabera Qamişlo û Dêrikê de

15/07/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Projeya ziftkirina rêya di navabera Qamişlo û Dêrikê de
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Endîzyarê Yekîtiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed Mistefa xebatên ziftkirina, riya di navbera bajarê Dêrikê û Qamişlo tên meşandin û got, “Armanca me hêsankirina herikîna tirafîkê, piştgirtiya çalakiyên aborî û bazirganî ye.”

Di sala 2022’an de, Yekîtiya Şaredariyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, ji bo fireh kirin û mezinkirna riyeke nû ya li herêmê kir. Ev rê ji bajarê Dêrikê heta Qamişlo bi dirêjahiya 100 km û firehiya wê ji 13 heta 20 m re ye . Niha ev rê di qonaxa xwe ya herî dawî de ye û tê ziftkirin. Herwiha lêçûna giştî ya projeyê bi qasî 32 milyon dolar e.

Rê li ser çar qonaxa hate dabeşkirin, qanxa yekem ji Dêrikê heta mefreqa gundê Xaneserê bi dirêjahiya 10 km re û ji gundê Xaneserê heta navçeya Çilaxa 40 km re. ye Lewma ji Çilaxa heta Tirbesbiyê  bi dirêjahiya 20 km û ji Tirbesbiyê heta Qamişlo bi dirêjahiya 30 km re yan hete destpêkirin. Zifta wê hem ji aliyê Qamişlo û hem ji aliyê Dêrikê ve destpêkiriye, ev rêya Qamişlo û Dêrikê xizmeta zêdetirî 500 gund û pênc bajaran dike. Armanca pirojeyê hêsankirina herikîna tirafîkê, piştgirtîya çalakiyên aborî û bazriganî ye.

Ev rê riyeke sereke ya çûn û hatinê ye, ku ji bajarê Qamişlo ber bi Dêrikê ve û sînorê herî dawî yê Rojava bi Sêmalka ve  girê dide. Wê demê di hat got ku di nava du salan de pirojeyên bi dawî bibe, lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker yên domdar li dijî herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê nikarîbûn pirojeya xwe bighînin qonaxa herî dawiyê.

Di heman çarçoveyê de endizyarê Yekîtiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed Mistefa ji Rojnameya me re axivî.

‘Riya Qamişlo û Dêrikê xizmeta 5 bajar û 500 gundî dike’

Ehmed Mistefa di destpêka axaftina xwe de wiha got: “ Me di sala 2022’an dest bi pirojeyê ziftkirina riya bajarê Qamişlo û Dêrikê kir, bi armanca hêsankirina herikîna tirafîkê, piştgirtîya çalakiyên aborî û bazriganî ye. Herwiha ev rê bajarê Dêrik û Qamişlo bi hev ve girêdide, ji bilî deriyê sînor ê Sêmalika yê ku yek ji deriyên girîng ê aborî yê herêmê ye, xizmeta 500 gund û pênc bajaran jî dike. Di heman demê de, projeya ziftkirina riya Dêrik û Qamişlo ne tenê projeyek endizyariyê ye, lê belê binesaziyeke stratejîk e ku wê bandoreke erênî li ser aboriyê û veguhastina li herêmê bike. Rê ne tenê projeyeke xizmetguzariyê ye, lê belê projeyek stratejîk e ku armanca wê hêsan kirina tevgerê ye.”

‘Riya di navbera Qamişlo û Dêrikê de tê ziftkirin’

Ehmed Mistefa anî ziman ku riya di navbera bajarê Qamişlo û Dêrikê de tê ziftkirin û wiha pê de çû: “Astengiyên ku em di karê xwe de dibînin qerbalixa çûn û hatinê ye, sîstema riya nû cuda ye derketin û vegerandin e. Herwiha li gorî plana Yekîtiya Şaredariyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên sala 2025’an, xebat ji aliyê bajarê Dêrikê û Qamişlo ve berdewam dikin. Hejmara kîlometreyên ziftê ku îsal ji her aliyekî ve were ziftkirin hîn nehatiye ragihandin, ji ber ku pêşveçûna li ser erdê bi çend faktorên teknîkî û ewlehiyê ve girêdayî ye. Di heman demê de, karê ku di sala 2025’an de hatiye kirin ev in: “Kolandinên axê:  Pêşketineke berbiçav di amadekirina bingehê axê yên ji bo riyê ye, qada binî beqaya ye.  Beşek mezin ji wê bi serkeftî hatiye bicîhkirin, Qata bingehîn (kevirê şikestî): Bi rêjeyên pêşketî tê bicîhkirin, Qata ziftê: Bi sê qatan tê bicihkirin, bi Qalindbûna qîrê 20 cm û firahiya 90 m bêguman riya ziftê piştî bi temambûnê tevahiya rê bigire.”

‘Em hewldidin ku bi zûtirîn proje bi dawî bikin’

Endziyarê Yekîtiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed Mistefa axaftina xwe wiha bi dawî kir: “  Yekîtiya Şaredariyên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wekî beşeke ji projeyek girîng ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve di sala 2022’an de destpêkirin. Projeyê me gelek dem xar, ev yek ji ber sedema êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Herwiha ji ber pirsgirêkên teknîkî çend caran karê me hate rawestandin, lê em hewldidin ku bi zûtir vî projeyî bi dawî bikin. Her çiqas ku aramî li herêmê hebe wê pirojeyê me bi zêtirî dem bi dawî bibe, ji ber ku projeyê me girêdayî rewşa herêmê ve ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.