Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Aramanc xurtkirina têkiliyên di navbera gel û saziyan de ye’

14/07/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Aramanc xurtkirina têkiliyên di navbera gel û saziyan de ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Hevseroka Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Rîhan Omer diyar kir ku her roja şemiyê wekî roja komînan û roja pêncşemê jî, ji bo saziyên Rêveberiya xweser roja paqijiyê hat ragihandin, Armanc ji bo xortkirina tekîliya di navbera gel û saziyan de ye.

Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê xebatên komîn û meclisan de civînek li dar xist û di 28’ê Hezîranê de biryarnameyek ji bo xebatê meclîs û komînan ji nû ve were nirxandin, hat li derxistin. Ji bo sîstema civakî baş pêk were xebateke berfirehtir bê meşandin. Li gorî biryarnameyê, rojên pêncşeman ji bo paqijiyê û rojên şemiyan jî ji bo tevlîbûna xebatên komînan hatine destnîşankirin.Piştî biryara meclisê li hemû kantonan dest bi amadekariyên van xebatan hatiye kirin. Li kantona Cizîrê jî xebatan dest pê kiriye. Niha ji bo xurtkirina komîn û meclisan û dagirtina valahiyên heyî xebat tên meşandi.

Di vî çarçoveyê de hevseroka Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Rîhan Omer ji Rojnameya me re axivî.

‘Roja şemiye roja komîna ye’

Rîhan Omer anî ziman ku roja şemiyê roja komîna ye û wiha got: “Tevlêbûna xebatên komînan rojên şemiyê ye ji bo saziyên Rêveberiya Xweser jî derbasdar e, ji bilî saziyên xizmetguzarî, tenduristî û ewlekariyê, wê hemû endamên saziyan, hevserok, endamên rêveberiyê û ên ku şêwazên xebatên wan îdarî ne rojên şemiyê berê xwe bidin komînên taxên xwe. Ew ê li komînan wekî endam karê xwe bidin meşandin, dê tevlî nîqaşên li komînan bibin. Pêdiviyên pêwîst ji bo gel bibînin, li gorî wê jî bi hevserok û endamên din ên komînan re çareseriyan peyda bikin. Armanca me xebateke rasterast bi mabatan re ye, di heman demê de guhdana pirsgirêk, tomarkirin û şopandina daxwazên wan ne . Dê danûstandin werin kirin da ku bicîhanîna vê biryarê were misogerkirin.”

‘Roja Pênşemê roja paqijiyê ye’

Rîhan Omer da zanîn ku roja pêncşemê roja paqijiyê ye û wiha anî ziman:“ Bi hemahengiya şaredarî û komînan wê ji aliyê hemû karmendên saziyên Rêvberiya Xweser piştî seat 12 kar û barên di hundirê saziyan û cihê giştî de werin kirin. Armanca vê yekê hişyarkirina civakê û afirandina çanda paqijiyê di nava civakê de ye. Herwiha armanca me ya sereke xurtkirina têkiliya di navbera gel û saziyan de ye, da ku civak bibe hevkar û pêşengê jiyana rojan ne. Çi di roja şemiyê de û çi di komînan de, anî jî kampaniya paqjiyê. Di serî de xurtkirina civakê û çalakirina rola komînan weke cihên biryar, diyalogê disekine û ne tenê di çarçoveya îdarî de ye. Lê belê fêrkirina nirxê alîkariyê û hevkariya di peydakirina jîngeke tenidurste .”

‘Bi destxistina nenavendîbûna dîmokratîk yek ji pîvanê Rêveberiya Xweser e’

Hevseroka Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Rîhan Omer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi destxistina nenavendîbûna dîmokratîk yek ji pîvanê Rêveberiya Xweser e, gel bi xastek û daxwaza xwe tevlî biryarê dibe. Ji ber ku komîn xwedî roleke girîng û sereke ye, , ji bo ku meclîsa heremê jî bibe navendeke çalakbûna rasteqîn di saziyan de.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.