Stêrk Mihemed/Qamişlo
Rêvebera Mala Jin a kantona Qamişlo Behiye Mûrad diyar kir ku pêwîstî hebû ku Mala Jin bê avakirin ji ber ku tundî û şidet li ser jinê zêde bû û wiha got: “Mala Jinê ji bo parastina mafê jinê û redkirina tundiya li dijî jinê hate avakirin.”
Cara yekem di sala 2011’an de Mala Jinê hate avakirin, di wê demê de tundiya li ser jin û pirsgirêkên jin pir zêde bûn. Pêwîst bû ku cihek ji bo parastina jinê were avakirin ku jin girêdayî wê be, hemû pirsgirêk û gazinên xwe liwê bike ew cih jî Mala Jin bû. Mala Jin ji bo hembêzkirina hemû jinan û çereseriya pirsgirêkan e.
Derbarê kar û xebatê Mala Jin Rêveberiya mala jin a kantona Qamişlo Behiye Mûrad ji Rojnameya me re axivî.
‘Ji bo çareseriya pirsgirêkên jin Mala Jin ê hate avakirin’
Behiye Mûrad destnîşan kir ku Mala Jin ji bo çareseriya pirsgirêkên jin ê hate avakirin û wiha got: “Tundî û destdirêjî li ser jinan zêde bû herwiha pirsgirêkên jin zêde bûn, ji ber kevneşopiyên berê jin bi temenê biçûk dihatin zewicandin, pir jinî hebû û zewaca bi dare zorê li ser jin dihat ferzkirin. Di sala 2014’an de 30’ zagon ji bo parastina jin û zarokan hatin derxistin lê civak bi awayekî seranser nêzî van zagonan dibû, di 2022’an de 10 xalên din lê zêde bûn, ji ber wê jî pêwîst bû ku cihek girêdayî jinê were avakirin ku têde mafê jinê were parastin û pisgirêkên wan werin çareserkirin.”
‘Ji bo parastina mafê jin em ê hertim kar û xebat bikin’
BehiyeMûrad diyar kir ku ji bo mafê jin em ê hertim kar û xebat bikin û wiha domand: “Di van salên dawî de, keçikên bi temen biçûk ku ji ber zora malbetê û zewaca bi dare zorê ji male direvin û bandora şerê taybet û di bin navê hezkirinê de jin rastî gefên teknîkê tên ev jî dibe sedema pirsgirêk di nava jin û malbetê de. Di dema niha de hevdû berdan zêde bûye, ji ber sedemê pirsgirêkên aborî.
Mala parastinê yên ku girêdayî desteya jinê ye, du beşên wê hene, mala parastina demkî û mala mala parastinê a demdirêj . Dema ku jin rastî pisgirêkan tên lê ew pisgirêk ne ewqas kure em wan dixin bin parastina demkî, lê dema ku pisgirêkek mezin be, malbat û derdor gefa kuştinê li ser jinê dixwe em wan jinan dibin parastina hertimî de dihêlin. Di cihê parastina hertimî de jin tên perwerdekirin, fêrî rêbazê kar û xebatê dibin û piştgirîya derûnî ji wan re tê kirin.”
‘Di demê pêş de wê perwerde ji jinan re bê vekirin’
Rêvebera mala jin a kantona Qamişlo Behiye Mûrad di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di projeya me ya pêş de ji bo xelasbûna jinan ji tundî, destdirêjiyê, bê mafê û xwe naskirnê wê perwerde were dayîn, ku tê de jin fêrî mafê xwe bibin, xwe nasbikin, serî ji koletiyê re netewîne û serdestiyê li ser xwe qebûl nekin.”






