Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Başûrê Kurdistanê Jin ji mafê xwe yên jiyanê bêparin

14/07/2025
in JIN
A A
Li Başûrê Kurdistanê Jin ji mafê xwe yên jiyanê bêparin
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Rojnemevan Avan Karim eşkere kir ku rewşa jinan li Başûr Kurdistanê, di rewşeke xirab de ye û roj bi roj destdirêjiya li ser jin zêde dibe, Daneyên kuştina jinan her diçe zêdetir dibin. Ji destpêka sala 2025’an ve heta niha, li Başûrê Kurdistanê 27 jin hatin kuştin û 5 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan e.

Kabûsa tundiya li dijî jinan ku demek dirêje pêk tê û êdî ne pêkan e ku kesek li hember wê bisekine yan jî çareseriyekê jê re peyda bike, êdî bûye pirsgirêkeke sereke li hemû bajarên Başûrê Kurdistanê. Jin û keçên ciwan dibin qurbaniyên van kiryaran. Hîna li Başûrê Kurdistanê rojane jin û çalakvanên jin di rewşên nediyar de têne kuştin. Jin li Başûrê Kurdistanê ji mafên xwe yên jiyanê yên herî hêsan bê par in, hewiha rastî hemû cureyên tundiyê tên.

Derbarê rewşa jin bi giştî li Başûrê Kurdistanê Rojnemavan Avan Karim ji Rojnameya me re axivî.

‘Şîdeta li hemberî jinê roj bi roj zêde dibe’

Rojnemavan Avan Karim anî ziman ku Gelek sedemên bêparhiştina rola jinê û guhartinan hene û wiha got: “Ji sedemên bêparhiştina rola jinê û guhartinan mizgeft û mele, medya, fahîşe, fûhûş, partî û rêxistinên siyasî yên ji aliyê kapîtalîzma global û Îslama siyasî ve hatine afirandin, klûbên şevê û fûhûşê yên li ser navê azadiyê, eşîran, malbatan û çandên baviksalarî hene. Şîdeta li hemberî jinê roj bi roj zêde dibe. Kuştina bi zanebûn di bin navê namûsê de bûye diyardeyeke eşkere di civakê de ku tenê jin dibin qurbanî. Xwekuştin bi rêya xweşewitandin û narsîsîzmê asta rewşê derbas kiriye û roj bi roj bûye fenomen û zêde dibe. Hesabpirsîn û qanûn bi roleke girîng ranebûye û bi peymanên eşîrî û malbatî tê nixumandin. Destdirêjiya li ser jinan hê jî heye û tu qanûn tune ne ku vê diyardeyê ji holê rakin û heta jinên ku di sektora taybet û şîrketan de kar dikin kêm caran dikarin parastina xwe bikin û di bin navê derfetên kar ên guncaw de tên tacîzkirin. Diyardeya xwekuştinê jî li Başûr gelekî belav e. Sedemên wê gelek in; malbat zarokan neçar kirina gelek tiştan dikin ku nikarin fêm bikin, ji xwendinê bê par dihêlin, nahêlin bi tenê ji malê derkevin. Ev kiryar ji xwezaya jinan a azadîxwaz dûr in û di encamê de jin bi rêbazên şaş hewl didin azadiya xwe bi dest bixin ku di dawiyê de xwe dikujin. Belavbûna teknolojiyê û înternetê, hejmara sûcên kuştina jinan û tundiyê zêde kir. Bi taybet bûyerên şantajê ku li dijî jinan pêk tên, bi taybet zarokan.”

‘Zarok û jin qurbaniyên yekem in, sedem jî zewaca bi temen biçûk e’

Avan Karim destnîşan kir ku Tundiya herî xeternak li dijî jinan li Başûrê Kurdistanê tê kirin Zewaca destpêkê ya jinan di temenê biçûk de ye û wiha got: “Zewaca bi temenê biçûk ya jinan bûye metirsiyeke mezin li ser xweşiya jinan, ku gelek caran ji aliyê malbatan ve bi zanebûn tê kirin û naxwazin keçên wan di temenekî guncaw de bi navê parastina namûsa malbatê yan jî rewşa nebaş a aboriyê bizewicin. Rêjeya veqetandina hevjînan û belavbûna malbatê û tunebûna çavdêriya zarokan roj bi roj zêde dibe ku tê de zarok û jin qurbaniyên yekem in ku dîsa sedema zewaca zû û teqlîdkirina gelek fîlmên Tirkî û anîna çanda nebaş a welatên din ji gelê me re. Pir jinî li Başûrê Kurdistanê zêde dibe û bûye metirsiyeke mezin li ser malbatan û ew çanda baviksalariyê bêtir serdest kiriye û jin xistiye rewşeke pîskolojîk a xirab bi awayekî ku jin ewqasî bêzar in ku xwe weke meta yekê dibînin û rewatiyê didin mêran da ku vê yekê bikin.”

‘Hêviya me ew e ku jin bêhtir ji bo mafên xwe têbikoşin’

Rojnemavan Avan Karim axaftina xwe wiha qedand û got: “ Daneyên kuştina jinan her diçe zêdetir dibin. Ji destpêka sala 2025’an ve heta niha , li başûrê Kurdistanê 27 jin hatin kuştin û 5 jinên din jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.Li Herêmên Başûrê Kurdistanê nalîze û qanên li ser jin ji Îslamê tên wergirtin û Îslam gelek diyardeyên ku li vî welatî rû didin rewa dike û rêxistinên jinan tenê bi partiyên baviksalariyê ve girêdayî ne û heta niha nekarîne ti ji van diyardeyan ji holê rakin ji ber ku di rastiyê de pêkanînerên sîstema baviksalariyê ne. Hêviya me ew e ku jin bêhtir ji bo mafên xwe têbikoşin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.