Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Edaleta Jin bi daxuyaniyekê piştgiriya banga Rêber Apo kir

13/07/2025
in NÛÇE
A A
Meclisa Edaleta Jin bi daxuyaniyekê piştgiriya banga Rêber Apo kir
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Meclisa Edaleta Jin ya bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê piştgiriya banga Rêber Apo a Aştî û Civaka Demokart kir û wiha got: “Rojevkirina aştiyê ne tenê ji bo bi dawîkirina pevçûnan û çek danînê ye; ji bo gelê Kurd û tevayî gelên herêmê dibe dîrokeke nû.”

Daxuyanî bi beşdarbûna Endamên Mala jin û Komîteya Lihevanînê, Meclisa Edaleta Jin li pêş Dadgeha bajarê Qamişlo hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Dîwana Dozgeriyê Barîn Xelîl bi zimanê kurdî hate xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye: “Meclisa Edalet Jin a Rojava piştgiriyê didin banga Rêber Apo a Aştî û Civaka Demokratik. Bi wesileya banga Aştiya Civaka Demokratik, em mîmarê pergala Konfederal, dost û hevalê Jinê Rêber Apo bi heskirin silav dikin.

Banga Rêber Apo pir girîng e. Rojevkirina aştiyê ne tenê ji bo bi dawîkirina pevçûnan û çek danînê ye, destpêkek ji bo gelê Kurd û tevahî gelên herêmê dibe dîrokeke nû. Ev sed sale li Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn şer û rijandina xwînê bi dawî nebûye. Bi navê ol, mezheb û netew şer hatiye domandin. Ji ber wê di tevahî herêmê de hewcehî bi aştiyeke mayînde heye, lewra aşti girînge, bêyî aştî welat û gel azad nabin. Bêyî aşti demokrasî, azadî û wekhevî pêk nayê.

Em weke Meclîsa Edaleta Jin dibêjin; Berjewendiyên civakê di şer de tune ye, şer û rijandina xwînê di berjewendiyên hişmendiya şerxwaz û iqtidarê de ye. Rêber Apo însiyatifa xwe yêkalî bi karanî û got; êdî ji rijandina xwînê re bese, dem dema Aştiyeke mayinde ye”. ji bo Rêber Apo bikare erkê dîrokî pêk bîne, demek berî demekê serbest were berdan.

Em bangî Meclis û hukumeta Tirk dikin ku bi erkê xwe yê demê ve rabin. Taybet jinên li Parlamentoya Enqerê cih digirin, li gorî xweza û hesesiyeta jin tev bigerin û pêşengiya pavajoya aştiyê bikin. Ji bo maf û azadiya Rêber Apo, gelên herêmê xwedî helwest û çêker bin. Aştî yek ali ne pêkane, em daxwaz dikin di makezagonê de (Destûr) mafê gelê Kurd û tevayî gelên Tirkiye misoger bibe. Mafê nasname, azadî û wekhevî bi destûrê tê misogerkirin. Fesixkirina PKK’ê, bêdeng kirina çekan ne teslimkariye ji bo hukumet û dewleta Tirk, ji bo gelên herêma Rojhilata Navin şenseke aştiyê ye. Aştî xwestin û deri II şer girtin ne lewazî xwirtbûne, bi navê din wêrekiyeke mezin û erkeke dîrokî ye.

Di demeke ku gerîla çek bêdeng kiriye, em dibînin cenazeyên gerîla û leşkeran li ser malbatan de tê. Di serî de em ji bo malbatên gerila û leşkeran sersaxiyê dixwazin û dibêjin; serê malbatan sax be. Em dibînin ku 12 leşkerên jiyana xwe ji dest dane bi sedan kilo metre ji ax û sinurên Tirkiye dûrin. Malbatên leşker û parlamento divê bibirsin û lêpirsînek kûr er bi biryardarî were meşandin. Çi karê leşkeran di demeke ku gerila agirbest ilan kiriye li wan çiya û şikefta de heye?

Em weke Meclisa Edaleta Jin dibêjin; bila dayikên gerila û leşkeran êdî rondikan nebarînin. Ev erdnigarî ji xwînê têr buye, bila şuna xwînê gul û kulilk li ser vê axê vebin. Dubare em ji Rojavayê Kurdistanê bangi hukumet û parlamentoya Tirkiye dikin ku ji bo Aştiyeke mayinde gavên şênber werin avêtin. Dewlet, hukumet û parlamento ji bo aştiyê erkên xwe bi cih binin, eger ku erkê dîrokî pêkneynin, hêzên şerxwaz yê li ser bikevin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.