Asya Waşûkanî
Weke hebûnekê dema ku mirov li ser nasname û zayenda jin diponije û lêkolîn dike gelek tiştan jê derdixe. Taybet jî dema ku em vegerin heyamên beriya 50 salî, wê demê wê hîn zêdetir heqîqeta bi êş diteyise nava hiş û mejiyê mirovan de. Ji xwe dema ku mirov li rewşa jinên Kurd mêyzedike , mirov hîn zêdetir matmayî dimîne û wiha ji mirov re tê ku ji ber, hîskirina giraniya pirsgirêkên jin û civakê qirîza mejî jiyan dike. Teqez gerek were zanîn ku tevahî pirsgirêkên, jin û civakê bingeha xwe ji serdestî û bindestiyê digire. Pergalê wiha li ferd û civakê kiriye ku ew kirine hevkarên, hişmendiya xwe ya desthilatdar. Nexweşiya desthilatdariyê weke eqtebûtê ferd û civak, heyanî jin jî girtiye nava pençên xwe de û ew kirine hêsîrê, fikarên xwe yên ferdperest û desthilatdar.
Pergal wiha dike ku nexweşiya xwe ya heyamê niha ku, ew jî şer û tundîye. Weke ku têye zanîn bi navê dewleta Pîroz û hemwelatiya hemdemî, civakê jî dikin xwedî hişmendiyeke kevneperest û dewletê jî dike xwedayê wê yê hemdemî. Ferd û civak jî dikevin nava pêşbirkê daku xwe bi xwedayê xwe, yê nû bidin qebûl kirin. weke ku têye texmîn kirin xelkên ku dewletparêziyê dikin, wê tekez xwe bi dewletê û rayedarên wê bidin qebûl kirin, ji bo ku pariyê ji ber devê hukumdaran bikeve ji xwe re bigirin û pê sefaleta xwe berdewam bikin. Ji xwe dewlet bi xwe sefaletê jiyan dike û ji xwe re, derewker û safilan çêdike ji bo ku jêre piropoganda bikin û meşruyetê li ser hukmê wan barbikin û wan bikin, ewliyayên xwe. Rêber Apo ji bo ku wê zîhniyetê têk bibe bi salan tekoşîn kir.
Rêber Apo bi tekoşîn û kedeke pir mezin paradîgma, civaka ekolojîk, demokratîk û li ser bingeha azadiya jinê, tapû kir û kire malê civakê ji bo ku jin û civak, bi hevsengî û komî tekoşîn bikin ji bo ku xwe ji hişmendiya desthilatdar xelas bikin. Wekê ku di dîrokê de jî hatiye îspat kirin, Rêber Apo ji beşên civakê yên herî xizan dest bi şoreşê kiriye û jina ku ji aliyê civakê ve hatiye pelçiqandin û kolekirin rizgar kir, Ger ku jin şiyar nebe û xwe birêxistin neke, wê şoreş pêşnekeve û wê negihêje serkeftinê. Ji ber ku jin weke zayend têye perçiqandin û gerek were zanîn ku ciyê ku, civakê lê wenda kiriye li wir bigere û heqîqeta xwe peyda bike. Weke ku em fêre bûn zayenda jinê di serî de, wenda kiriye û hatiye kole kirin û di şexsê jinê de civak jî hatiye kole kirin. Naxwe gerek em vegerin destpêka dîrokê û li heqîqetê, bigerin û tekez heqîqet jî di mijara kolekirina jinê de veşartiye û Rêber Apo ev sira pirsgirêkên civakê, keşif kir û li ser wan ponijî heyanîku çareserî jêre peyda kir.
Îro jî tevahî jin û civak jî dinavê de haj li rastiyên, dîrokî bûne û hîna jî dinavê de çikilîne û weke şaşwazan li dora xwe, dizîvirin û hewildidin ku xwe zelal bikin. Ji bo ku weke hebûn û nasname xwedî li mafê xwe, derkevin û çalak bibin. Gerek ji hêla tevahî jinan ve were zanîn ku Rêber Apo ji, jinan zêdetir ji bo azadî û xelasiya wan tekoşîn kiriye. Di nava civaka Kurd de jinê gelek zor û zehmetî kêşandiye; ji ber ku jin û civaka Kurd ji bi hezaran salin wendayî bûn û dibin destê, çar dewletên derûdor de hatibûn wenda kirin. Rêber Apo ji gelê Kurd re bû ziman û çav ew derxistin ronahiyê û bi cîhanê da naskirin û em jî weke netew û zayend me li ser bingeha rastiya xwe ya dîrokî, lêkolîn kir û çavê me li ser heqîqetê vebû. Rêber Apo 52 salin ku ji bo veguherîna pergala kevnar û desthilatdar ya, bavik salar tekoşîn dike û hîna jî bi wê kelecan û coşa bilind tekoşîna dike û hewil dide ku ji her kesî re wezîfe û erk bide, ji bo ku jin û civakê ji mehzela heyî rizgar bike û bigihîne serkeftinê. Tekez gerek were zanîn ku heyanî niha ne jin û ne jî mêr tu, kesekî ji bo azadiya jinê wiha weke Rêber Apo ji bo jin û civakê tekoşîn kiriye.
Rêber Apo li ser mijara rexneyên tevgerên jinan (Femînîst) wiha dibêje: Tevgerên Femînîst rexne dikin çima pêşengê jinan mêre, rast dibêjin û ez jî bendewarim ku jin xwe pileya ku xwe; bi xwe pêşengtiya xwe bikin ji bo ku barê min jî sivik bibe. Lê heyanî niha jinan xwe ne gîhandine pileya ku xwe bi xwe, pêşengtiyê bikin û ev jî min hêrs dike û gerek jin ji niha û şûnde rola xwe ya pêşengtiya xwe û civakê pêkbînin. weke ku em Rêber Apo nas dikin bi dehê caran tevgera, jina Kurd rexne kiriye û bi sal, heyv û rojan mijûl bûye û perwerde kiriye ji bo ku jin; ji xwe bawerbin û li ser hêza xwe ya cewherî pêşde, biçin û serkeftinê qezenc bikin. Teqez gerek were zanîn ku pêşveçûna jinên Kurd û qehremaniya wan,berhema keda Rêber Apo û tekoşîna wî ye. Pêwîste tevahî jin û civak zanibin ku Rêber Apo ji bo xatirê, azadiya jin û civakê her tişt danî ber çavan û berpirsiyariyê, tevahî kadro û gel jî girtiye ser milê xwe û bê rawestan tekoşîn, kiriye û hîna jî bi tampoyeke bilind tekoşîn dike û dibêje: Ez rojê çil carî di şexsê xwe de şoreşê çêdikim û ez hîna jî, li ser wê hêza xwe me û hazirim ku ji bo aşîtiyeke, mayende tekoşîn bikim lê tekez gerek her kes erk û misyona, xwe bîne cih û destê xwe têxe bin kevir de.






