Hemza Sêvo/ Qamişlo
Rêveberiya Dîwana Wêjeyê Cîger Efrîn destnîşan kir ku divê dewleta Tirk demildest di warê hiqûqî de gavan bavêje û got, “Pêvajo û îmhakirina çekan ji bo bidestxistina mafê Kurdan e, ev gaveke istratîjîk ya Rêber Apo ye, ne teslîmiyet e.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, bi gava lidarxistina Kongreya 12. a PKK’ê û Girûpa Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji 30 kesî pêk dihat berdewam dike.
Piştî 134 rojan ji banga Rêber Apo komeke ku bi pêşengtiya hevseroka KCK’ê Besê Hozat û Behzat Çarçel girûpa îmhakirina çekan di 11’ê Tîrmehê de li şikefta Cesena ya Silêmanê hat lidarxistin. Derbarê heman mijarê rêveberiya Dîwana Wêjeyê Cîger Efrîn.
‘Yên diyalîktîka Rêber Apo nas nakin, dibêjin pêvajo teslîmyet e’
Cîger Efrîn da zanîn ku mirovên ku terzê Rêber Apo nas nakin, dibêjin pêvajo teslîmiyet e û wiha got: “Rêber Apo
ji destpêkê ve alîgirê aştiyê bû, rastiya neteweya Kurd û Kurdistanê nedihat qebûlkirin Rêber Apo û PKK’ê neçar man ku şer bidin destêkirin. Berî ku PKK’ê were avakirin, ew rastî êrişan dihat kirin, ji wan hevalê Heki Kerar, Salih Kendal û hwd… ew rastî êrişan hat, lewma riya xweparastinê hilbijart, şerê Kurdistanê jî ji bo parastina hebûn û nasnameya Kurdan bû. Dema ku ev hatin parastin û cîhan kete ferqa hebûna gelê Kurd, jiyana demokratîk, hem jî pêwîstiya dayîna mafê wan êdî hewcedarî bi şer û çekan nema. Li ser vê bingehê Rêber Apo dest bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Berî niha jî Rêbertî di salên 2000’î de gavên ji bo aştiyê avêtine, lê hin aliyan ev pêvajo xera dikirin. Rêber Apo pêngav da destpêkirin, encamên kongreya PKK’ê jî derketin û em rastî girûpa îmhakirina çekan hatin ev hemû têkildarî hev in, Rêber Apo di vê serdema heyî de bi istratîjiyeke mezin pêvajo dest pê kir. Dewleta Tirk û hêzên navnetewî neçar kir ku vê pêvajoyê bide meşandin ji bo ku mafê Kurdan di Şerê Cîhanê yê 3’an de biparêze. Ên ku diyalîktîka Rêber Apo û tevgerê nas nekin dibêjin teslîmiyet e, lê di xeta Apoyî de, xweteslîmkirin tune ye, weke Şehîd Mezlûm dibêje“Berxwedan dibe serkeftin, teslîmkirin dibe îxanet.”
‘Divê li gorî Neteweya Demokratîk mafê gelê Kurd bê dayîn’
Cîger tekez kir ku pêwîst e li gorî sîstema Neteweya Demokaratîk mafê gelê Kurd bê dayîn û wiha domand: “Dewletên dagirker ên Kurdistanê weke Tirkiyê, Îran, Sûriyê û Îraqê her tiştê Kurdan ji wan birine û di warê siyasî, ziman, parastin, çand û hwd…mafê wan xwarine. Di serî de li her çar parçeyên Kurdistanê hertiştê ku gelê Kurd jê meherûm maye were dayîn. Li Bakurê Kuridstanê jî bi vî rengî ye, divê mafê Kurdan li gorî Neteweya Demokratîk were dayîn, herwiha derfeta xwerêxistinkirin, azadiya gelê Kurd û parastina cewherî were dayîn. Pê re jî hemû gelên din bi Kurdan re bi rengekî aştiyane û demokratîk bijîn. Eger ev merc neyên bicihkirin û Kurd negihên mafê xwe, di wê demê de gelê Kurd wê bi navekî ji bilî navê PKK’ê dest bi têkoşîna xwe bike. Xetên PKK’ê yên sor azadiya jinê ye, jinê hişt ku PKK’ê li ser piya bimîne, hem jî azadiya civakê, xweparastina cewherî ya civakê ye. Gelek kes dibêjin ev pêvajo radestkirin e û Rêber Apo xayîn e, eger wiha ba wê Rêbertî têkoşîna ku 26 salan da meşandin, nekiriba, wê di sala yekem de hertiş bidaba qedandin, yên ku wiha dibêjin kêmaqil in.”
‘Divê Tirkiyê demildest di warê hiqûqî de gavan biavêje’
Rêveberiya Dîwana Wêjeyê Cîger Efrîn destnîşan kir ku divê dewleta Tirk demildest di warê hiqûqî de gavan bavêje û wiha axivî: “Rêber Apo di Şerê Cîhanê yê siyemîn de pêvajo dest pê kiriye, ev şer wê herêmê bişewitîne, Rêber Apo jî dixwaze bi rihê pêvajoya Civaka Demokratîk vî agirî vemirîne. Rêber Apo banga dîrokî kir, kongreya 12’an hat lidarxistin, hem jî li ser banga Rêber Apo ji bo despêkirina aştiyê û serdemeke nû û berxwedaniyeke nû çek hatin îmhakirin. Her tiştê ku dikeve ser milê Rêbertî û PKK’ê hat pêkanîn, êdî rasterast divê dewleta Tirk di warê hiqûqî de gavên şînber biavêje. Divê meclis, parlemento û komisiyon bên avakirin. Herwiha ji bo pêvajo were domandin divê zemîna hiqûqî bi lez were bicihkirin. Di heman demê de Rêber Abdullah Ocalan were azadkirin, hîna tecrîd berdewam e, bila ev hevdîtinên ku çêbûne, nebin cihê xapandina me ku tecrîd bi dawî bûye. Bi dirêjahiya destpêkirina vê pêvajoyê de hîna dewleta Tirk gav neavêtine, lidorxwezîvrandin a dewleta Tirk wê bi neyînî bandorê li pêvajoyê bike, ji ber ku gelek aliyên Tirkî û dewletên navnetewî yên dostên Tiriyê dixwazin vê pêvajoyê bi bin bixin. Lewma jî divê rayedarên Tirkiyê bi awayekî bi lez bi çar destan ji bo serkeftina pêvajoyê kar bikin û guhertinan çêbikin.”






