Amara Baran/ Qamişlo
Rojnamevan Ekrem Berekat diyarkir ku Piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê, weke niyeta baş komeke gerîlayan a ji 30 kesan pêk dihat merasîma şewitandina çekan lidar xist. Bi vê merasîmê re pêvajo gihişte asteke nû.
Koma gerîla ya ku ji 30 şervanê pêk dihat, bi pêşengtiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, bi merasîmekê di 11’ê Tîrmehê de, li Şikefta Casenê ya gundê Surdaş a Dukanê ya bi ser Silêmaniyeyê çekên xwe şewitandin. Rojnamevan Ekrem Berekat ku şahîdî ji vî roja dîrokî re kiriye ji rojnameya me re axivî.

Çima Şikefta Casenê
Ekrem diyarkir ku Şikefta Casenê ya gundê Surdaş a Dukanê ya bi ser Silêmaniye yê, xwedî dîrokekî kevnare û ji aliyê gelê kurd ve bûye cîhekî sembolik. Dema ku Înglîza, êrîşê şoreşa Şex Mehmûd berzencî kirin, gel xwe tê de parastiye û tekoşîna xwe domandiye. ji aliyê tevgera azadiyê ve jî binirx tê dîtin û ji bo wî jî ew şikeft hat hilbijartin. Bi îmhakirina çekan re carekdin ew şikeft di dîroka gelê kurd de zîndî bû û wek mûzaxaneya gerila bê parastin.
’11 Tîrmehê ji bo gelê kurd rojekê dîrokiyê ‘
Ekrem Berakat got ku; Koma Aşitî û Civaka Demokratîk ku ji 30 şervanên azadiyê pêk dihat di nav de jî hevseroka KCK’ê Besê Hozat jî hebû di 11 Tîrmehê de li ser banga Rêber Apo bi îradeya xwe ya azad çekên xwe bê ku teslîm bikin an jî radest bikin îmhakirin û wîha anî ziman” Agirê yekem ku Kawayê Hesinkar li hemberê zilmê bi çirûska berxwedanê pêxist. Çekên ku îro bi destê jina pêşeng hate şewitandin jî sembola wî berxwedanê ye ku bi serkeftinê hatiye tacîdarkirin. Dîrokê di 11 Tîrmehê de carekdin şahîdî ji şervanên tevgera azadiyê re kir. Helwest û Tekoşîna tevgera azadiyê ji bo gelê Kurd, Rojhilata Navîn û ji bo tevahiya Cîhanê bû rojekî dîrokî, care yekeme ku di asta cîhanê de hezekî bi îradeya xwe çeke xwe îmha dike.”
‘Îmhakirina çekan encama tekoşîna 41 salê ye’
Ekrem diyarkir ku; îmhakirina çekan ji bo herkesê mesajekî xorte tevgera azadiyê carekîdin ji dûnyayê re ispatkir ku em xwedî wî hêzêne ku hem dikarin şer bikin, hem jî dikarin aşitî jî bikin. Got ku” Îmhakirina çekan ne bûyerek ji rêzê ye ev encamê tekoşîna 41 salê ye ku hatiye meşandine û encamê fikir û felsefeyek azad û lêgerînekî azade. tevgera azadiyê got ku emê çek daynin pênûs rakin bi fikir û felsefeyek azad civaka, azad rêxistin bikin.”
‘Koma Gerîla bi slogan û tilîliyan hat pêşwazîkin’
Ekrem got ku atmosferekî pir cuda di merasîma Gerîla de derket holê û wiha anî ziman” Merasîma gerîla bi heybetek pir mezin hat li darxistin min wek Rojnamevanekî care yekem şahîdî ji bûyerekî ku bi pêşengtiya fermandariyekî jin û 29 şervanên azadiyê bi heybetekî ku mirov nikare bîne ziman, xwe ji çiyayên azad berdan qada ku ji 350 kesan pêk dihat, ku dinav de Dayîkên Aşitiyê, Rewşenbîr, Siyasetmedar, Hûnermend, civaknas û endamên Mîtê û rojnamevan jî amade bûn. koma gerîla ya aşitî û civaka Demokratîk bi slogana bêjî Serok Apo, tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin.
‘Tevgera azadiyê xwedî sekin û îradeyekê xorte‘
Ekrem Berekat diyarkir ku “Carekdin derket holê herkes mecbûre ku berxwedanî û tekoşîna ku ji aliyê tevgera azadiyê ve tê meşandin bibine û li gorê vê hasasiyetê jî tevbigere. Di dîmenên Gerîla de sekin û îradeyek xort derket holê, Hemû beşdarvan bi meraqek û eşqekê mezin daxuyaniya gerîla gohdardikir. bi şewitandina çekaran re atmosferekî pir cûda derket holê. eşqa PKK’ê di çavê herkesekî de xuya dikir. Ev gavên ku hatine avêtin tekîliya di navbera Rêber Apo û tevgera azadiyê çiqas xorte da ispatkirin. Me carekdin dît ku Rêber Apo çiqas xwedî însiyatîfe û tevgera azadiyê jî bi însiyatîfa Rêber Apo gavan davêje,”
‘Lazime Dewlet gavan bavêje’
Ekrem anî ziman ku; Piştê banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê PKK’ê bi awayek lez kongreya xwe ya 12’mîn di bin êrîş û balafiran de li darxist û biryara Fesixkirinê girt. Û wiha got” Rêber Apo û tevgera azadiyê ji aliyên xwe ve gavên girîng avêtin, lê tişta ku ji Dewleta Tirk û AKP’ê tê xwestin ku gavên pêwîst bavêjin, yekemîn tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin bê rakirin ku Rêber Apo bi awayek azad pêvajoya aşitî û civaka demokratîk bi rêva bibe. Pêşengê pêvajoyê Rêber Apo ye, yadin jî lazime di meclîsê de komite bên avakirin û pirsgirêka kurd bê nîqaşkirin, lazime girtiyên siyasî yên ku heta niha hikmê muhebetê li ser wane bên berdan. Heman deme de êrîşên xwe yên li parastina medya bidin sekinandin.”
Erka herkesê ye xwedî li pêvajoyê derkeve
Ekrem got ” Dewleta tirk ji bo ku niyeta xwe ya baş bide nîşandan pêwîste li gor pêvajoya aşitî û civaka demokratîk gavan bavêje. heman demê de ji aliyê dewletê de gelek kesên ku li ser medya dîjîtal provakasyonan dikin pêşî li wan bê girtin. Piştê koma aşitî û civaka demokratîk çekên xwe îmhakirin Serok komarê Tirkiyê Erdoxan axivî, tenê axaftin têrê nake lazime gavên bingehîn bên avêtin. Rojhilata Navîn ya ku bûye gola xuynê ku merkeza wî jî Kurdistane lazime were seknandin. lazime herkesek bivê hasasiyetê nêzbibe, PKK’ê tişta li ser milê xwe kir. Lazime partiyên siyasî, civakên sivîl û Rojhilata Navîn bi giştî xwedî li pêvajoyê derkevin.”
‘Mifteya çareseriyê di destê Rêber Apo de ye’
Ekrem Berekat axaftinê xwe wiha bi dawî kir” ji 11 mehê heta niha gelek nirxandin û nîqaş tên kirin. Lazime herkes bizanibe Mifteya çareseriyê di deste Rêber Apo û tevgera azadiyê de ye. Di raya giştî de wek gava dîrokî ya Rojhilata Navîn a nû hat bi navkirin. Di gelek Rojnameyên erebî de jî Rêber Apo wek “Hekîmî” Rojhilata Navîn nirxandin. Di Rojnameyên bîyan de jî gelek erênî hatin nirxandin û roj bi roj jî ev tê dîtin û di çapemeniya cîhanê de jî tê xuyakikirin. Berê kesek behsa kurd û kurdistanê nedikir îro bi saya Rêber Apo û PKK’ê gelê kurd û hebûna gelê kurd bûye mijara nîqaşên cîhanê.






