Asya Weşûkanî
Bendîxana bajarê dîrokî a Amedê dengê xwe, li tevahî cîhanê veda û dinava Kurdistanê de bû bingeh û çavkaniya şoreşê. Û tekez gerek mirov li ser berxwedana 14 tîrmehê, weke efsaneyekê bîne ziman û şirove bike û jiyana her qehreman û berxwedêrekî jî; weke destaneke bêhempa xêzbike ji bo ku mirov, piçekî be jî karibe deynê wan mêrxas û qehremanan bide. Û her dema ku em qala şoreşa Kurdistanê dikin, beriya her tiştî berxwedan û vîndariya wan çeleng û şêran têye; bîra mirovan û wiha li mirov tê ku xwe li hemberî heybeta tekoşîn û serhildêriya wan, bejin buhust bibîne û bejna xwe bi hurmet û minetdarî li hemberî pîroziya wan xwar bikin. Mezin bûn û heybta wan şoreşger û milîtanên Apoger çavkaniya xwe ji fikir, raman û çalakiya wan a bêhempa digire. Û mirov dikare bibêje ku biryardarî û vîndariya wan lehengan a rojî gitina heyanî, mirinê jî girêdana wan a bi Rêber Apo dide nîşandan.
Girêdana wan a bi hedef û armanca yekitî û xuşk û biratiya, gelan ku Rêber Apo ji bo wê dest bi tekoşînê, kiriye û ev jî bîr û baweriya wan a bi hevaltiya dinava; şoreşê de weke rojê dide îzhar kirin. Berxwedan û tekoşîna qehremanên rojiya mirinê ya 14 ê, tîrmehê ne li hemberî tundî, lêdan û biçûk xistinê bûye û tekez gerek; ev jî were zanîn: Berxwedan û tekoşîna wan mêrxasan li hemberî siyaseta, înkar û xwe radest kirinê bûye. Û her çiqasî nunerê dewleta Tirk û zordarê wê Esed Oktay, ê ku her cure siyaseta qirêj li ser endamên siyasî yên Partiya Karkirên Kurdistanê; PKK ê û bi taybet jî zext û zordariya ku li ser çend endamên desteya navendî ya rêveberiya PKK ê, heval gelekî hêrs kirin û vêya hişte ku herin helwestên wiha bi rêgez û berxwedêr. Û ev jî dide nîşandan ku her yek ji wan milîtanên Apoger, di ferqa erkên xwe yên dîrokî debûn û di şexsê xwe de şoreş; çêkirin û gel dane qezenc kirin.
Weke ku têye zanîn ji derveyî çend kesên lawaz û xwe, radestker û hin mirovên sivîl ku namusa wan li hemberî wan; dane bikaranîn her kesî bi yek fikir, yekhest û yek helwest li berxweda û di berxwedana xwe de jî hevdu şopandin û ji hevdu îlham girtin. Û kesayetên tirsunek û lawaz jî ên weke Şahîn Donmez ku, qehreman û şêre jina Kurd şehîd Sara Dêrsim jî di derheqê wî; diçe gumanan û wiha dibêje: Dema ku min dît ku Şahîn Donmez di hilbijartinê, kongra PKK ê ya sazumaniya yekemîn de û dema ku; Rêber Apo dibêje ji bo rêveberiya desteya navendî, kî xwe pêşneyar dike û wê çaxê hema ketî û xayînê xwe radestkirî dewletê Şahîn dibêje: Ez dikarim rêvebertiyê bikim. Û şehîd Sara dinava pirtuka xwe de, ya ku dibêje jiyana min her şer bûye de wiha şirove dike û dibêje: Ew kesê binavê Şahîn Donmez qet çavê min, negirt û diyar dibe ku kesekî desthilatheze û ji derveyî pîvanên; sosyalistan dihizire û jiyan dike.
Ji derveyî çend kesên wiha xiyanetkar û xwe radestker, hemû hevalên din heyanî welatparêzan her kesî milîtan û qehremanên; berxwedêr ji xwe re kire bingeh heyanî mirinê li berxwedaye. Û weke ku têye bîra her kesî bêka hukmê faşîst ê 12 Îlunê û gelek, generalên ku gel dibin zextan de girtin û partî û tevgerên siyasî tev qedexe; kirin û gelek şexsiyetên siyasetmedar û xwendevan û lêgerînvanê, azadîyê û mafê mirovahîyê tev têkbirin û di nava derbendîxanan de rizandin. Û hedefên wan ên bingehîn jî ew bûye ku ruhê wekhevî, azadî û reşenbîriyê pûç bikin û desthilatdariya xwe ya herî; tundrew li ser civakê derbsdar bikin. Û gelek partî, tevger û kesayetên şoreşger û azadî xwaz, xwe li hemberî zext û zorê ranegirtin û teslîm bûn. Lê şoreşger û pêşengên qehreman ên heval û hogirên, Rêber Apo ên ku xwe li ser bingehên saxlem û bîr û bawerî; dane sazuman kirin û li ser wan bingehan bi wêrekî û qehremanî, li berxwedan û çûne şehadetê.
Weke ku têye zanîn tevî zext, lêdan û biçûk xistinê jî qet ji rêgez û pîvanên xwe yên; koma partiyê ya yekem li berxwedan û bi siloxana xwe ya, navdar berxwedan jiyane ya ku Rêber û qehreman Mezlum Dogan destpêkir û milîtanên din jî ketin rêzê. Û weke ku têye zanîn di şeva 21 adara sala 1982 an de pêşeng û serkêş, Mezlum bi sê darikên kibrîtê canê xwe feda kir û bû Kawayê; hemdemî û li pey wî jî koma çaran bi pêşengtiya zana û bîrawer, Ferhad Kortay çalakiya xwe ya dîrokî tevî rêheval û qehremanên çeleng Necmî Uner, Mahmud Zengîn û Eşref Anyik canê xwe dane ber agirê fikir û ramanên xwe. Û li pey wan jî berxwedana 14 tîrmehê ku bi pêşengtiya, Kemal Pîr, Mehmed Xeyrî Dormûş û Akîf Yilmaz 64 berdewam kir û wan qehreman û fedayiyan; canê xwe weke mûman hilandin ji bo ku gelê Kurd û Tirk derkevin ronahiyê û zilma ser xwe rakin.
Her faşîstan çi kirin û ne kirin qet nikarîn şoreşgerên, dilwêrek û mezin ji berxwedana xwe berdin û xwe radestî rayedarê; bendîxanê bikin û ev berxwedanî ji şoreşê re bû çavkaniya, pêşveçûn û serkeftinê. Û Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser, berxwedana bendîxanê gelek nirxandinên xwe yên giranbiha hene; ku têde wiha dinirxîne û dibêje: Piştî sazûman kirina Partiya Karkirên Kurdistanê, PKK ê dewleta Tirk pir dijwar bi ser mede hat û hemû hewildana xwe; ku me jî weke partî û tevgerên din dibin, hukmê xwe yê leşgerî de biperçiqîne. Lê berxwedana qehremanên hêja û qehreman em ji, tune kirinê rizgar bûn û li ser van bingehan Rêber Apo got ku; li bendîxanan berxwedan derkete lutkeyê de û gerek em jî weke partî li wê berxwedanê xwedî derkevin û bi gewde bikin. Û di sala 1983 an de ferman da ku artêşa Kurdistanê were sazûman kirin.
Lê weke ku têye zanîn gelek engelên weke tesfiyekaran, derketin pêşde û her ji gav avêtina şoreşê re bûne kelem û pêşveçûna gerîla paşde xistine. Û di sala 1984 an de careke din Rêber Apo perspektîf dişîne çiyan û dibêje: Yan hunê binyada hêzên leşgerî bavêjin û ber bi artêşbûnê ve biçin, yan jî wê dîrok me lanet bike û piştî van perspektîf û rexneyên; Rber Apo fermandar û serkêşê artêşê hevalê Egîd(Mahsun Korkimaz) dest, bi bernama îlan kirina HRK ê dike. Û tevî hevalên li derûdorên xwe gava 15 tebaxê davêje û şerê gerîla têye destpê kirin. Û weke ku em dizanin Rêber Apo her dem li bîranîna, şehîdan derketiye û gav avêtiye û her wiha şoreş pêşketiye. Û niha jî Rêber Apo dest bi şoreşa aşîtî û civaka demokratîk kiriye û hemû hêza xwe daye ser; pêşveçûna civaka demokratîk. Ji boku dawiyê li şer û tundiya li ser jin û civakê bîne. Bijî Rêber Apo. Bijî berxwedan û tekoşîna 14 tîrmehê, şehîd namirin. Jin jiyan azadî.






