Mihemed Seydi
11’ê Tîrmehê ango roja jinavbirina çekan ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve di dîrokê de bû rojekî bi nîşan. Ev gav her çiqasî sembolîk be, lê eşkere dike ku Kurd çiqas bi rêxistin û xwedî gotin in. Peyam bû ji hemû cihanê re ku Kurd çiqasî li pêyî aştiyê ne û di heman demê de Cengawerên jîr û jêhatî ne. Çeka xwe ji nav dibin, lê teslîm nakin. Şer dikin lê ji bo aştiyê jî destê xwe dirêj dikin.
Di van çend mehên derbas bûyî de gelek nirxandin dihatin kirin û dihat gotin ku ew ê PKK çekên xwe teslîm bike û ew ê hinekan li Hewlêrê teslîm bikin û hinekan bidin dewleta Tirk û hwd. Ev gotegot jî bi armanca tevlîheviyê di nava raya giştî ya Kurdan de derbixin dihatin belav kirin. Carne jî li ser Ekranên Medyayê dihat belavkirin ku PKK’ê di nava xwe de ne yek nêrîne û wê bi ya Ocalan nekin û her beşek girêdayî nizanim kîjan dewletê ye û wiha bi rojan li ser diaxivîn. Bi vê jî dixwastin baweriya bi Tevgera Azadiyê di hundirê gelê Kurd de bugherin. Lê pêvajoya ku derket pêş her kesî, ji her kesî re diyar kir ka ev tevger çiqas bi baweriya xwe, bi serokê xwe ve jî girêdayî ye û çawa xwedî bingeheke qewîm e.
Li aliyê din, pêngava ku rêber Ocalan bi Aştî û Civaka Demokratîk bi nav kir, di hembêza xwe de de îtîfaqa di navber gelên herêmê de digre û şer û pevçûna ku bi salan e dirêj kiriye wê bi dawî bike. Piştî merasîma jinavbirina çekan a koma gerîla, serokê MHP’ê dewlet Bahçelî derket û got ku Ocalan soza xwe bi cih anî. Ev gotina wî jî diyar dike ku êdî bar ketiye ser milê dewletê û divê ew gavan bavêje.
Dîsa ger wê gav werin avêtin, divê dewleta Tirk ji destpêkê de zimanê xwe yê çapemeniyê sererast bike û Kurdan bi terorê tewanbar neke. Ger vî zimanê xwe neguherin, wê demê divê Kurd jî vê yekê li hember wan bînin ziman. Ma bi hezaran Ciwanên Kurd ne ji ber terora dewletê berê xwe dan çiyan û ketin nava refên PKK’ê? Ma ne teror be çiye ku bi hezaran siyasetmedar û çalakvanên Kurd di zîndanên dewletê de ne. Ma ne terora dewletê bûya wê çima xelkê Cizîrê îro di nava kampa Mexmûrê de penaber biya na? Ger em qale terorê bikin, terora ku li hember gelê Kurd hatiye kirin di dunyayê de mînakên wê kêm in.
Gotina dawî wiha ye; Kurdan ji bo aştiyê dîsa destê xwe dirêj kir û bar li ser milê dewletê ye.





