Dilîn Ehmed/Qamişlo
Wênesaz Enwer Mihemed yek ji wan kesên ku bi rêya tabloyên xwe ked û berxwedana jinan derdixe holê.
Bê gûman her mirovek xwedî pîşe an jêhatiyekî teybete ku di rêya kar û xebata xwe bandorê li civakê dike. Mîna hunemendan ku bi helbest û gotinên stranên xwe çanda civaka xwe diparêzin. Lewra civak bi ziman, çand û hunra xwe tê naskirin. Hunermendê wênexêziyê jî di civakê de xwedî roleke pir girîng e. Çimkî dengbêj bi deng û awazên xwe wênexêz bi firce û pênûnsa xwe hest û êşa civakê tîne ziman.
Wênexêz Enwer Silêman Mihemed yê ji bajarokê Abra ya navçeya Tirpespiyê ya Herêma Cizîrê ku zêdetirî 15 salin di hunera wênexêziyê de kar dike ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku piraniya wênexêziyên wî li ser jiyana jinan e.
‘Şoreşa Rojava hestên min yên hunerê pêş xist’
Enwer Silêman Mihemed wiha axivî: “Ji zûve ez karê wênexêziyê dikim, lê piştî lidarxistina Şoreşa Rojava min bi
awayekî berfirehtir û pêşketîtir dest bi wênexêziyê kir. Lewra min xwest ku ez hestên xwe di rêya wênexêziyê bînim ziman. Bi taybetî min girîngî da berxwedana, kar û xebata jinan û rola wê ya di civakê de çi yên di qada siyasî û leşkerî de be çi jî yên civakê. Ji ber ku jin di avakirina civakê de û pêşketina nifşên nû xwedî roleke pir girîng e. Ji bo wê ez di xebata xwe ya wênexêziyê girîngiyê didim jiyana jinan.”
‘Lidarxistina festîvalên hunerî xwedî name û bandor e’
Enwer Mihemed destnîşan kir ku ew her sal bi tabloyên xwe yên wênexêziyê tevlî gelek mîhrîcan û festîvala dibe. Li ser li darxistina mîhrîcanên wênexêziyê Enwer wiha got; “Şoreşa Rojava derfeteke zêrîn ji bo hunermendê wênexêziyê pêşkêşkir, lewra bandora wênexêziyê mîna çekan ne. Di lidarxistina mîhrîcan û festîvalên hunerî de bi dehan hunermend li hev dicivin û her yek ji wan bi fikir û nameyeke cuda tevlî dibe. Ev jî ji bo pêşxistina me tevan pir girîng e.”
‘Armanca min xwedîderketina li keda dayîkê ye’
Wênexêz Enwer Silêman Mihemed diyar kir ku armanca wî ji wênexêziyê ew e ku, name û hestên xwe ji tevayîya mirova re bîne ziman û li ser wênexêziya xwe ya dayîkê gotina xwe bidawî kir: “Bê gûman wênexêzî ji hezkirin û jêhatiyekî mirov tê kirin, çimkî ne her kes dikare di vê hunerê de bixebite. Armanca min jî jê ev bû ku ez têkoşîn û berxwedana jinan di rêya hunera xwe de bînim ziman. Yek jê ev wênexêza min ku min dayîka xwe yan jî dayîka me tevan ku tevlî temenê xwe yê mezin hê jî kar dike û ji bo xwedîkirina zarokên xwe li ber xwe dide. Lewra di jiyana mirovan de û di civakê bi giştî de, dayîk her tişte. Ji bo wê divê em jî li ked û berxwedana dayîkên xwe derkevin.”






