Lîloz Hisên/Qamişlo
Festîvala Govendê ya Netewa Demokretî ya Bakur û Rojhilata Sûriyê bûye nimûneya zindî ya çand û nasnameya civakî. Îsal jî wê di 15’ê Îlonê de li Qamişlo bê lidarxistin.
Festîvala Guvendê ya şehîd Ronahî Bawer ji sala 2015’an de destpê kir, tê de çandên heyî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dîlan, muzîk û cil û bergên xwe nûnertiya netewa xwe li ser dika festîvalê nîşan didin. Ev festîval dibe rêyek ji bo naskirina çanda netewên ku li ser vê xakê dijîn, herwiha çanda herêmê biparêzin û çanda gelan bi rêya govendan vejînin.
Destpêkirina Festîvala Guvendê
Festîvala Guvendê di sala 2015’an de dest pê kir, heya festîvala 5’emîn her sal dihat lidarxistin. Lê belê piştre biryar ji konferansa TEV-ÇAND’ê hate derxistin ku êdî her du salan bê li dar xistin. Dema ev festîval hate destpêkirin tenê bi navê guvend bû, lê di festîvala 5’emîn biryar hate dayîn ku festîval bi navê Şehîd Ronahî Bawer bê kirin ji ber ku salvegera raghandina şehdeta wê ye, êdî bibe rojek ji bo bîranîna têkoşîna wê.
Dîrokên festîvalê ji 1’emîn heta ya 6’emîn
Festîvala 1’emîn ya Guvedê di sala 2015’an de li bajarê Rimêlan hate lidarxistin
Festîvala 2’emîn ya Guvedê di sala 2016’an de li bajarê Rimêlan hate lidarxistin.
Festîvala 3’emîn ya Guvedê di sala 2017’an de li bajarê Rimêlan hate lidarxistin.
Festîvala 4’emîn ya Guvendê di sala 2019’an de, bi drûşmeya “Bi vegera li ser kokê em ê govendên xwe zindî bikin” li bajarê Rimêlanê yê kantona Qamişlo hate lidarxistin.
Festîval Govendê ya 5’emîn a Şehîd Ronahî Bawer di sala 2021’an de bi diruşma “Her govendek çîrokeke û her çîrokek dîrokek e” li hola Serdem a taxa Mişêrfê ya bjarê Hesekê hate lidarxistin.
Festîvala 6’emîn a Şehîd Ronahî Bawer a Govendê di sala 2023‘an bi drûşmeya “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan e” li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran ya bajarokê Rimêlan hate li dar xistin.
Îsal jî wê festîvala 7’emîn a şehîd Ronahî Bawer a Guvendê di 15’ê Îlonê li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo bê li dar xistin.
Derbarê amadekariyên festîvalê endamê komîteya amadekar a Festîvala Şehîd Ronahî Bawer Zana Huner agahî da rojnameya me.

Hemû netew tevlî festîvalê dibin
Zana Huner diyar kir ku festîval li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bê li dar xistin (Heleb, Kobanê, Reqa, Tebqa, Qamişlo û Hesekê) û wiha anî ziman: “Em hewil didin ku li gorî îmkanan ji herêmên Sûriyê yên hundirîn jî tevlîbûn ji bo festîvalê çêbibe. Di festîvalê de wê komê ji newetên din ên li ser vê xakê jiyan dikin jî tevlî bibin ne tenê gelê kurd weke netewên(ereb, ermen, suriyan û hwd..”
Ji bo hilbijartina koman
Ji bo hilbijartina komên dixwazin tevlî festîvalê bibin, Komîteya Şopandin û nirxandinê ji 4 endaman pêk tê, di 15’ê meha Tebaxê de wê li hemû herêma Bakur û Rohilatê Sûriyê bigere, wê koman bişopînin. Nirxandina wan bi komîteya amadekar re wê bêne nîqaş kirin, piştî nîqaşan têne hilbijartin da tevlî festîvalê bibin.
Armanc
Li gorî endamê komîteya amadekar a festîvalê Zana Huner armanca wan ji li dar xistina festîvalê ku karibin di riya çanda netewa demokratîk, berhemên gelan her yek bi reng û dengê xwe, bi çand û cil û bergên xwe, nûnertiya çanda xwe bike li ser dikê, hemû çanda bêne nas kirin, kevneşopiyên wan ji guvend û mûzîk û hwd.. bêne parastin û di riya guvendê de vejîn bikin.
Mercên beşdariyê
-Dema her govendê divê ne kêmtir be ji 10 deqeyan û ne zêdetir ji 15 deqeyan.
-Divê hejmara endamê her kemekê di navbera 12 û 24’an de be.
Di 15’ê Tebaxê 2025’an de, tîmên beşdar dê ji hêla komîteya nirxandinan ve werin nirxandin.
-Her kom divê govendnê xwe amade bikin û li ber komîteya pêşnirxandinê nîşan bide, da ku bibin beşdarên roja sereke ya festîvalê.
-Her kom divê li ser govendên xwe yên herêmî xebitîne, tabloyek folklorîk pêşkêş bike ku bi wateyeke çandî û civakî çîroka xwe bibêje.
-Divê her govend bi muzîkekê zelal, zêrek û bi awayekî profesnal were pêşkêş; dibe muzîkê were lêdan an jî bi dewolla zindî (bi dahol û zurnayê.






