Cîger Efrîn
Wêje, yek ji erka wê şîretkirina mirovahiyê ye. Ji ber ku weke pirtûkek dibistanê ye, ji jiyanê re. Armanca xwe naskirina jiyanê û nirxên mirovahî dide çandin.” (Dostoyevskî) gava mirov li naveroka roman, çîrok û helbestên heta niha hatine nivîsandin bîne ber çavên xwe dibîne ku, mijarên hevpar in. Wekî hezkirin, evîn, dijminatî, awayên şabûn û girî, debara jiyanê, pirsgirêkên malbatî, têkoşîna bindestan li dijî serdestan, qirkirinên serdestan pêk anîne, şer û pêdiviya aştiyê, pirsgirêkên sînorên dewletan, bindestiya jinê, pirsgirêkên gundiyan-karkeran, bi kurtasî hemû pirsgirêkên ku di nava civakê de hene bi awayekî wêjeyî hatine hûnandin. Her çiqas li her herêmekê, civakekê hin cudahî di egerên bûyeran de hebin jî (ku divê hebin û hebûna cudahiyan di navbera herêm û civakan-gelan de tiştekî asayî ye û pêdiviyeke mirovî-civakî ye), lê hemû mirovên li ser rûyê erdê dikenin, digirîn, diêşin, şa dibin, xemgîn dibin, diqeherin, hez dikin, nefret dikin, dilîna tolhildanê dijîn, dizewicin, xew dikin-radibin, zarok çêdibin, diwelidin, dimirin, nexweş dibin, tî û birçî dibin, bi kurtasî hemû pêdiviyên mirovî-civakî têne jiyankirin û di vê yekê de tiştekî sosret jî tune ye. Lê em nikarin bêjin ku, sedema ken, girî, qeher, şahî, evîn û hezkirina hemû mirovan yek e. Di heman malbatê de hemû ferdên malbatê bi heman bûyeran ne dikenin û ne jî digirîn û hwd. Bi qasî mirovan egerên cuda yên bilindbûn û çelmisîna wan dilînan hene. Mirovek ji helbestekê pir bandor dibe, ji mirovekî/e din re heman helbest bê wate ye.
Mijarên ku wêjeya şoreşê bigirin nava xwe hemû pirsgirêkên ku di nava civakê de hene û li çareseriyeke şoreşgerî digerin e. Di bingehê de mijarên ku wêje hildide dest, mijarên jiyanê ne û ji bersiva ji pirsa; “jiyaneke çawa”, “çawa bijîm”, “çi û çawa bikim?”, “evîneke çawa”, “jiyaneke çawa?”, “jiyan çi ye?”, Mirin çi ye?” re dibe bersiv. Bi kurtasî hemû mijarên ku bi hebûn û awayê bûyîna mirov-civakê re têkildar in dibin dabeşa wêjeyê.
Bêguman di serî de pirsgirêkên axlaqî-polîtîk, pirsgirêkên debara jiyanê, pirsgirêkên xweparastinê, pirsgirêkên ekolojîk û pirsgirêka bindestiya jin û hişmendiya zilamsalarî hildide dest.
Kêmasî ne di mijarên ku wêjeyê girtine dest de ye. Pirsgirêk ew e ku, di bin bandora hişmendiya dewletê û pergala zilamsalarî de mayîna wan e. Ji lewra jî li gorî tê xwestin tam nebûn bersiv ji civakê re. Mînak di romanên ku hezkirin-evîn girtine dest de wekheviyeke jin û mêr tune ye. An jin wekî koleyeke modern hatiye pêşkêşkirin, an jî ew jin ji jinbûna xwe derketiye û bûye siya mêrê serdest. Her wiha evîn li ser bingeha têrkirina ajoyan tê raberkirin. Perspektîfa nivîskar olî be, jin di çerçoveya ku ji parsûya mêr çêbûye û jin zeviya mêr e ku, mêr çawa bixwaze dikare zeviya xwe bi kar bîne. Ji xwe heger perspektîfa nivîskar modernîteya kapîtalîst be, çawa jinê tazî dike û wê ber dide kolanan. Bi kurtasî; nivîskar di kîjan pencerê re li dinyayê, li civakê dinêre wisa jî wêjeya xwe pêş dixe.
Bê guman ji bo civakeke mîna ya Kurdistanê û şoreşa wê wêje xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber ku beriya şoreşê wêjeyeke nivîskî zêde pêş neketibû, ya heyî jî bi giranî wêjeyeke devkî û bi trajediyan, gazinc û giliyan dagirtî, tê de tovên jiyaneke nû çilmisî bûn, girîng e ku wêje bibe xwedî karekterekî şoreşgerî û xwedî hêzeke şoreşî be. Ji ber ku lasayîkirina wêjeya berê û hilgirtina mijaran bi awayê beriya şoreşê, qet nabe bersiv. Ji lewra jî girîng e ku wêjeya Kurdistanê xwedî karekterekî şoreşgerî be. Ango mecbûr e ku qalibên ku ji sedêsalan ve wekî çarenûsê hatine qebûlkirin bişikîne û rêya azadiyê bi awayekî vekirî raber bike.
Her wiha çawa Rêber Apo her tişt hema her tim ji nû ve şirove kir û li gorî sosyolojiya civaka nû li ser bingeha civakbûna ku mirov pê bûye mirov veçirand, divê wêjeya şoreşê jî hema hemû mijarên ku Rêber Apo di parêznameyan de veçirandine bi zimanê wêjeyê veçirîne. Çimkî wekî ku jî Çernîşevskî dibêje; “Miletek bê wêje, kor û nezan e. Bi qasî miletek xwedî wêje be, zana û rewşenbîr e, mirovan hîn û şa dike.”
Bi taybetî jî di vê pêvajoya avakirinê de rista wêjeya şoreşê qat bi qat zêde bûye. Di vê wateyê de rexneyeke Rêber Apo li ser berhemên hevalan ên xwendine heye; hûn timî bi awayê bîranînan û jiyana berê dinivîsin. Halbûkî divê siberojê, dema pêş zêdetir binivîsin.
“Eger (wêjevan)nikare gelek mijarên ku bi salan li ser sekinîme tesbît bike, nikare bibe wêjevanekî xurt. Eger ew bixwe kesekî bê rih be, berovajîker be, ew nikare gelekî bi şoreş û wêjeyê ve terbiye bike. Nikare vê hunera wêje û wêjevaniyê bi hêjayî pêk bîne. Wê teng nêzî pirsgirêkan bibe. Bila ew bi xwe jî pirsgirêkan bibîne û jê re bibe hêza çareseriyê! Ger bixwe jî pirsgirêkan rast nebîne, nikare bi xwe jî şîrove bike û piştre jî bêje; “Ez wêjevanek başim” ev xwe xapandine.






