Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Paqijî bingeha jiyaneke tedurist e

13/07/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Paqijî bingeha jiyaneke tedurist e
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Paqijî yek ji wan hêmanên herî girîng û bingeha jiyanê ye ku ji bo mirovan pir pêwîst e. Herwiha di vê her kes parastina kolan, tax, gund û bajarê xwe bike. Da ku civak bigihêje asteke pêşketî û bi çanda paqijiyê re bijî.

Danasîna paqijiyê

Paqijî çand û şêwazeke jiyanê ye ku em bi rêya komek kevneşopiyên saxlem ên ku em rojane pêktînin digirin, da ku tenduristiya xwe wekî takekesan û ewlehiya jîngeha li derdora misoger bikin.

Parastina paqijiya jîngeh û derdora me ji çend aliyan ve pêk tê. Ji perspektîfa mirovan e ku divê her ferdê vê civakê hewl bide ku jîngehek paqij û bê qirêjî ava bike. Hevkarî û dilsoziya kesan bi jîngeha xwe re, hewaya paqij, axa çandiniyê û ava vexwarinê tê bidestxistin. Divê her kes xwe ji bîr nekin û kesên derdora xwe bi qirêjiya bajêr û jîngehê sûcdar nekin, bi hev re, em dikarin jîngeha xwe biparêzin û bi erkên xwe yên li hember wê rabin û nepirsin ka kî berpirsiyar e. Eger her kes dora mala xwe paqij bike, wê her dever paqij bimîne. Paqijî xweşik e, lê çiqas mezin e gava ew di hişê me de be. Jiyana te bi qîmet e, wê qirêj neke û nexe xetereyê.

Girîngiya paqijiyê

Paqijî yek ji wan hêmanên herî girîng û bingeha jiyanê ye ku ji bo mirovan pir pêwîst e. Ew tê wateya parastina tenduristiya laş, giyan û jîngehê ji ax, mîkrob û nexweşiyan. Paqijî kesayetî, tevger û cihê mirov di civakê de nîşan dide. Her kes rêzê ji mirovê paqij re nîşan dide, cihê bawerî û rûmetê ye. Xwe rihet, bextewar û ji xwe bawer hîs dike.

Parastina paqijiya jîngehê

Jîngeh tişta herî girîng di jiyanê de ye û ji bo ku jîngeh paqij û bedew bimîne, divê mirov gelek gavên berbiçav, girîng û birêkûpêk bavêje da ku jîngeha xwe saxlem û paqij bihêle.

Divê civak bi çanda paqijiyê bigihîje asteke pêşketî

Divê her kes paqijiya kolan, tax, gund û bajarê xwe bike. Ji ber ku civak bigihêje asteke pêşketî û bi çanda paqijyê re jiyan bike. Herwiha karê herî girîng û pîroz karê paqijiyê ye. Paqijî gelek girîng e, rê li pêşiya belavbûna nexweşiyan digre û dihêle ku şaristaniya bajêr were parastin.

Weke tê zanîn ku çanda paqijê di nava civakê de kêm e, welatî çopê davêjin kolan û parastina jîngehê nakin. Lewma welatî gazinan ji şaredariyê dikin û dibêjin ku bi erkê xwe ranabe. Di heman demê de, îro ne şaredarî tenê bi erkê xwe ranabe, ji ber ku di heman demê de xizmet û paqjiya kolan, tax, gund û bajêr erka her kesî ye. Lewma belavkirina çanda paqijiyê di nav gel de, bedewiya welat  e. Di heman demê de, ajokar gemara xwe bêyî ku girîngiyê bidin malan an jî şêniyan davêjin kolanan û kesên ku avahiyan lêdikin kolanan qirêj dihêlin. Ji bo ku welatê me paqij bibe, Pêwîst e her kes li hemberî paqijya welatê xwe berpirsyar be.

Çop dibe sedema nexweşiyan

Li ku derê çop hebe nexweşî heye, her kes dizane ku niha herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rewşeke hesas a tenduristî re derbas dibin. Vîrusa koronayê careke din di nava gel de belav bûye, dema paqijî hebe jiyan jî bi tendurist dibe. Îro paqijî wekî nan û av girîng e, parastina tenduristiya civakê tê wateya parastina tenduristiya her kesê û ev yek bi paqijiyê ve girêdayî ye. Dema mirov derbasî welatekî dibe, çand û şaristaniya wî gelî bi paqijbûna welat tê pênasekirin.

Paqijî jî girêdayî hişmendiya mirovan e, pêwîstî bi guhertina hişmendiyê heye. Dema her kes xwe berpirsyar bibîne mal û taxa xwe paqij bike dê bajar paqij bimîne. Paqijî exlaq û çanda civakê ye. Çawa ku welatî parastina paqijiya malên xwe dikin, divê di heman demê de parastina kolanên bajarê xwe jî bikin. Lewra çareseriya paqijiyê di hevkariya gel de ye. Şaredarî çiqas paqijiyê bike jî, eger gel ne alîkar be û çanda paqijiyê di nava civakê de nebe, paqij nabe û wê diyardeya avêtina çopê dewam bike.

Paqijî pêşketina welatiyan nîşan dide

Gelên paqij ew gelên ku rêzdarî ji xwe û gelê xwe re digrin, dixwaze wêneyek xweşik ji yên din re nîşan bide, ji ber ku paqijî cûreyek ji exlaqê ye. Di heman demê de, parastina paqijiya bejahiyê erkeke divê her kes beşdar bibe, ji ber ku gelek mirov tê de jiyan dikin, herwiha paqijî mîna neynikekê pêşketina welat nîşan dide. Her çiqas ku gel parastina paqijiya bajarê xwe bike, wê ew bajar an welat pêş bikeve.

Divê mirov derdora mala xwe û taxa xwe biparêze û paqij bike, çopê navêje nava kolanan û bixe cihên taybet yên ji bona çopê hatine bi cih kirin û bi şaredariyê re di vî warî de alîkariyê bike û hevdû temam bikin û bi dilsozî kar û xebata xwe pêkbînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.