Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em tenê dixwazin vegerin cih û warên xwe’

13/07/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Em tenê dixwazin vegerin cih û warên xwe’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Jinên kampa Newroz bang li saziyên mafê mirovan kirin ku hesab ji dewleta Tirk were xwestin û gotin: “Jiyana li kampan zore, em rastî gelek zehmetiyan tên, daxwaza me tenê ew e ku em vegerin malên xwe.

Li kampa Newroz ya girêdayî navçeya Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Grê Spî ku lê dijîn. Tevî zor û zehmetiyên li kampê heya niha li ser piyane û têkoşîna li hemberî zehmetiyan esas digirin. Jinên ku jiyana wan li kampan hîn zehmetir e bi hêviya ku rojek bizivirin ser axa xwe bi zehmetiyan re têdikoşin. Di vê çarçoveyê de koçbera bi navê Zihîba Mihemed Şerîf û Hedila Mustefa ji Rojnameya me re axivîn.

Koçbera bi navê Zihîba Mihemed Şerîf ku yek ji koçberên bajarê Serêkaniyê ne, her wiha ev nêzî 5 salin ku di kampa newroz de bi cih bûne, Zihîba behsa astengî û zehmetiyên xwe di kampa Newroz de kir û wiha got: “Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Serêkaniyê kir, em bi darê zorê ji warê xwe hatin derxistin. Wê demê em neçar man ku li kampan li herêma Şehbayê bi cih bin, bêguman ev ji bo me zehmet û zor bû. Gelek kes ji bajar ango gundê xwe koçber bûn, çûn mal ji xwe re kirê kirin. Ji ber ku derfetên wan hebûn, lê ji ber ku derfetên me nebûn em derbasî kambê bûn. Jiyana li kampan di sir, seqema demsala zivistanî û kerma havînê de pir zor û zehmete, lê ji ber ku em bi biryarin ku em vegerin ser axa xwe emê hemû zorî û zehmetiyan derbasbikin.

‘Her gav û kêliyek di kampê de têkoşîneke’

Zihîba Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev 8 salin ku em ji Efrînê koçberbûne û her sal em dibêjin sala werê wê baştir be, lê mixabin her sal rewşa kampê xerabtir dibe, pêdivî kêmtir dibin. Hîn şer, pevçûn û kiryarên dijmirovî di serî de li heremên dagirkirî û tevahiya sûriyê didomin. Jiyana di kampêde em fêrkirin ku bi hevre jiyaneke hevbeş jiyan bikin û pêdiviyên xwe bi hevre temam bikin. Jiyana di hindirê kampan de ji hemû milî ve zor û zehmete, lê em bi hevre van zehmetiyan derbas dikin û di nava têkoşîn û berxwedanê de ne. Di kampan de jiyankirin gelek cûdaye, mirov fêrî jiyana hevbeş û zehmetiyên jiyanê dibe û ji bona armancên mezin hemû tiştî tehemul dike û derbas dike.

Jiyana zarokan jî di hindirê kampêde milekî xwe yê taybet heye, ji ber ku yên herî bi jiyana koçberiyê û di kampan de bandor dibin û zehmetiyê dikşînin zarok û jinin. Tevî hemû zor û zehmetiyan me têkoşîn kir û em hîn jî têkoşîna xwe berdewam bikin heyanî ku em bi rengekî ewle vegerin ser xaka xwe ya pîroz Efrîn.

‘Zarokên me ji mafê jiyana bi ewle bê par in’

Di heman çarçoveyê de Hedila Mistefa diyar kir ku cîhan êşên koçberan bi awayekî hesan digre dest û wiha dewam kir: “Cîhan giringî nade hêviyên me yên jiyaneke bi ewle, ango rewşa heyî ji rêzê digirin dest. Em weke mirov ji mafê xwe yê herî bingehîn bê par mane. Hema her kes tên ji me dipirsin çi pêwîstîyê we heya, ma qey ji ber xwe nizanin pêwîstiyên me çine. Tên ji me re dibêjin hûn dixwazin vegerin malên xwe? Lê belê kes ji bo em bi awayekê bi ewle vegerin ser cih û warê xwe tu kar û xebatê nade meşandin û erkên xwe bi cih naynin. Zarokên me ji mafê jiyana bi ewle bê par in, kî qebûl dike ku zarokên xwe bi vî awayê mezin bike, ku heya niha hin zarokên me ji derveyî kampê tu cihên din nedîtine û zaroktiya xwe jî jiyan nekirine û ji gelek pêdiviyên jiyanê bê parin.

Em dixwazin vegerin cih û warê xwe

Hedila Mustefa di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Daxwaza me ji hemû sazî û dezgehên mafê mirovan yên navnetewî ew e, ku  hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê were xwestin û vegereke bi ewle ya koçberên Efrîn û hemû heremên dagirkirî pêk were. Em alîkariyên mirovî naxwazin, em tenê dixwazin vegerin cih û warên xwe. Tenê em vegerin ser axa xwe emê ji nûve wê ava û bikin buhişt. Hêviya me her tim heye ku em ê, nêzîk ne dûr vegerin ser xaka xwe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.