Idrîs Henan
Piştî 26 salan Rêber Abdulah Ocalan rojeva dunyayê diguhere û hemû hêzan tûşî wê yekê dike ku li siyastên xwe vegerin û ti hesabên vala li ser pişta înkara Kurdan û gelê herêmê yên esîl nekin.
Rêber Abdulah Ocalan di nameya xwe ya vîdyoyî de tekezî li paradîgmaya manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk ku weke “serketina manîfestoya Riya Şoreşa Kurdistanê ya 50 salî ye” kir. Her wiha Rêber Abdulah Ocalan li vê wezîfeya xwe weke erkek exlaqî yê dîrokî mêze dike ku divê bi hişmendiya civaka demokratîk hêz bide pêvajoyê. Lew re jî got “ez hê jî vê bangê diparêzim”.
Rêber Ocalan bi awayekî jixwebawer û bi karaterê lîderekî 26 salên îşkenceyê vala derxistiye, piştrast dike ku manîfestoya civaka demokratîk wê riyên serkeftinên dîrokî veke. Her wiha Rêber Ocalan tesîra pêşketin û geşedanên çendîn sal in li herêmê û cîhanê rû didin li gavên xwe yên pratîk bi bîr tîne ku qonaxa heyî gavên pratîk ên dîrokî neçar dike û vê veguhertinê weke gaveke bivênevê ya ku hebûnê diparêze û serkeftina qonaxekê radigîhîne dibîne. Rêber Ocalan rave dike; “Hebûn hate naskirin, lewma armanca sereke jî pêk hatiye. Ji ber vê mîada xwe temam kir”.
Rêber Ocalan ji bona ku rewşa xetimîn û dubarekirinê ya têkoşîna azadiya Kurd derbas bike, siyaseta demokratîk a bi sernavê Aşîtî û Civaka Demokratîk weke stratejiya qonaxa bê destnîşan dike ku mercekî man û nemanê ye. Lew re jî girîngiya wê stratejiyê ya dîrokî wiha vedibêje: “Di wateya dîrokî de em behsa pêvajoya diyarkirina qederê dikin”.
Ji bona pratîzekirin û serxistina vê paradîgmayê, bicihanîna berpirsiyariyan şertekî bingehîn e. Ango divê hemû alî bi nêzîkatiyên berpirs vê qonaxê hembêz bikin û çi dikeve ser milê kê pêk bîne. Çawa ku PKK erka xwe ya dîrokî anî vê roja îro û entegeyî qonaxa nû ya Aştî û Civaka Demokratîk bû, divê dewleta Tirk jî gavên ku dilsoziya niyetên wê eşkere dikin biavêje û derhal aliyên zagonî û hiqûqî ve çi bikeve ser wê pêk bîne.
Rêber Ocalan di peyama xwe ya vîdyoyî de, dîsa ji dunyayê re radigihîne ku ew xwedî baweriya aşîtiyê li dijî şer û çekan e. Lew re kelecana xwe venaşêre û geşbîniya xwe bi pêşerojeke azad ku hemû netewan di hembêza siyaseta demokratîk a paradîgmaya Aştî û Civaka Demokratîk de bihewîne, raber dike.
Diyare vê perspektîfa Rêber APO ji siyaseta herêmî û ya navdewletî re hinek hesabên hêzan tevlihev kiriye ku helwest û nêzîkatiyên cuda derketine pêş. Li Sûriyê; hemdemî roja peyama Rêber Ocalan, şandeya siyasî û leşkerî ya Bakur û Rojhilatî Sûriyê digihe Şamê. Li wir jî wezaret û aliyên fermî yên qaşo bi ser hikûmeta veguhêz a HTŞ ve ne, dixwazin bi talîmata Mîta tirk îtîfaqa 10 Adara îsal a di navbera Alşar`i û Fermandarê Giştî yê QSD Mazlûm Ebdî ve vala derxînin û bi awayê reşkirin û êrişan ji pabendiyên xwe birevin. Ev yek bi piştgiriya moral a nûnerê DYE Tom Barrak pêk hat. HTŞ carek din isbat dike ku li peyî siyaseta faşîzane ya nijadperest û olperest e ku dixwze rejîma Baas bi awayekî hê kirêtir bivejîne. Tu derdê wê ya pêkve jiyanê nîne û ne jî heyranê gelên Sûriyê ye ku rewatiyê bidin otorîteya wê. Bi piştgiriya navneteweyî ya ku li peyî kedîkirina wê û bikaranîna wê ye, hewl dide destpotiya xwe ferz bike û çavan li ber çarenûsa Baasê digire ku xwe di ser re dibîne.
Xuyaye şiklê têkoşîna gelê Kurd û hevalên wî bi kêrî destpotan nayê ku aştî li wan nayê. Divê her tim şer, pevçûn û xwîn be ku hebûna xwe dewam bikin. Ji ber vê jî, êriş û helwesta li Tirkiyê çi be wê li Sûriyê jî ew be.





