Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dagirkeriyê cihên bihûşt veguherandin dojeheke li ser rûyê erdê

13/07/2025
in ROJEV
A A
Dagirkeriyê cihên bihûşt veguherandin dojeheke li ser rûyê erdê
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Bi avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser herêmê zêde bûn û gelek cih hatin dagirkirin. Cihên dagirkirî jî veguherîn mîna dojehekê. 

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heta li Rojhilata Navîn cara yekem pergaleke ku vîna hemû pêkhateyan diparezê, dikeve meriyetê. Ev pergala ku di herêmê de bi hişmendiya neteweya demokratîk bi pêş dikeve, gava xwe ya yekem li herêma Cizîrê ya bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve avêt, piştre wek pergaleke esasî di hemû herêmê de xwe bi rêxistin kir.  Pergala Rêveberiya Xweser a ku bi hişmendiya neteweya demokratîk bi pêş dikeve, ji gava xwe ya destpêkê de rastî gefên dagirkeriya Tirk hat. Nexasim dewleta Tirk li hemberî vê sîstemê bertekên hişk nîşan dan û her tim gef lê xwarin. Heta tenê bi bertek û gefan jî sînordar nema, ambargoyên aborî, siyasî û li hindek deveran jî bi êrişên leşkerî xwest pergala Rêveberiya Xweser têk bibe. Ji bo vê bi awayekî eşkere piştevaniya çeteyên DAIŞ’ê jî kir. Lê dîsa jî ev pergala ku hêza xwe ji gelê herêmê digire, tevî astengiyan jî bi serkeftina têkbirina DAIŞ’ê re ji qonaxa avakirinê derbasî merheleyeke nû bû.

Avabûna Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Sala 2011’an piştî ku şoreşa gelan dest pê kir, gelê herêmê bi rengê saziyên civaka sivîl û bi birêxistinkirina saziyan xwe bi rê ve bir. Ji bo birêvebirina vê herêmê û peydakirina derfetên jiyanê pêwîstiya pergaleke rêxistinî hebû. Li gorî vê pêwîstiyê di 21’ê Çileya 2014’an de Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê hat ragihandin. Di 27’ê Çileya 2014’an de li herêma Firatê û 29’ê Çileya 2014’an jî li herêma Efrînê Rêveberiya Xweser hate ragihandin.

Erişên dagirkeriya Tirk bi avakirina Rêveberiya Xweser re hate destpêkirin

Ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser heya niha gef û êrişên taybet ên dewleta Tirk kêm neman. Çeteyên DAIŞ’e ji ku derbasî herêmê bibin û li dijî Rêveberiya Xweser şer bikin, dewleta Tirk hem rê hem jî alîkariya lojîstîkî da wan. Dewleta Tirk ji bo ku zextên xwe yên li ser herêmê zêdetir bike deriyê sînor jî girt û bi vê şewazê li hember herêmê ambargoyek aborî pêk anî. Êrîşên siyasî jî bi awayê ambargoya siyasî pêk hatin, rê li pêşiya gelek tevger û aliyên siyasî girtin û nehiştin derbasî herêmê bibin.

Heger şerê çekdarî demekê hatibe rawestandin, şerê taybet qet ranewestiyaye

Ji destpêka birêxistinkirina saziyan heya avakirinê, Rêveberiya Xweser her tim rastî êrişan dihat û hê ev êriş bi awayên cûda dewam dikin. Bi taybet dewleta Tirk a dagirker dema dît ku Rêveberiyeke Xweser li kêleka sînorên wê ava dibe. Heya niha jî li ser vê sîstema xweser êriş û gefên xwe berdewam dike. Heger demeke şerê çekdarî û balfirên şer jî li ser Rojava hatibe rawestandin, lê hewldana şerê taybet qet nehatiye rawestandin.

Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji pirengiya pêhateyan pêk tê

Bakur û Rojhilatê Sûriyê cografyayek zêdetirî 600 km bi rê ve dibe. Di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêdetirî 5 milyon kes ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, êzidî, Çeçen, Çerkez, Tirkmen dijîn. Zêdetirî milyonek koçber jî di herêmê de di nav sîstema neteweya demokratîk de cihê xwe digirin.

Li dijî kurd û Kurdistanê ‘Plana Têkbirinê’

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û saziya şer a bi navê Desteya Ewlekariyê ya Milî (MGK) di 30’ê Cotmeha 2014’an li Enqereyê li hev kom bû û li dijî kurd û Kurdistanê bi navê ‘Plana Têkbirinê’ konsepteke nû ya komkujî û kaosê xiste meriyetê ku ji ya salên 1990’an gelekî girantir bû. Heger em bal bidnê ku avabûna Rêveberiya Xweser jî di heman salê de ye, ev yek bi eşkere xwe dide diyarkirin ku çawa dewleta Tirk ji xweseriya gelê Kurd hisab dike. Piştî têkbirina DAIŞ’ê dewleta Tirk bixwe kete dewreyê

Hikumeta Enqereyê di dema êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê de polîtîkayeke dualî dimeşand, li aliyekî bi rayedarên Şoreşa Rojava re hevdîtin dikir, li aliyê din jî ji bo qetilkirina kurdan lojîstîk û cebilxane dida çeteyên DAIŞ’ê û rê dida çeteyan ku di sînorê wê de derbasî Rojava bibin. Piştî ku kurdan bi rengekî dîrokî DAIŞ têk bir, êdî dewleta Tirk bixwe kete dewreyê.

Êrişa yekem a dewleta Tirk li ser Çiyayê Qereçoxê

Piştî ku hêzên parastinê yên Rojava li dijî DAIŞ’ê bi rengekî serketî bi pêş ve çûn, dewleta Tirk ji vê yekê aciz bû û di dema operasyona rizgarkirina Tebqayê de, di berbanga 25’ê Nîsana 2017’an de êriş bir ser Çiyayê Qereçoxê yê herêma Dêrikê ku 3 parçeyên Kurdistanê digihîne hev. Êriş bi 26 balafirên şer li dijî navenda çapemeniyê û biryargeha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hate kirin. Di encamê de 20 şervanên YPG’ê û kedkarên çapemeniyê şehîd bûn, 18 jî birîndar bûn. Êdî bi vê êrişên deriyên gelek êrişan vebû, ya din jî ku dewleta Tirk ber bi rêya dagirkirinê ve çû.

Êrişên dagirkeriyê yên eşkere bi Efrînê re dest pê bû

Hikumeta Enqereyê li dijî hewldanên kurdan ên ji bo statuyê, dest bi pêleke nû ya dagirkirinê kir. Di demekê de ku hêzên YPG û YPJ’ê li Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê operasyon dikirin, dest bi gefa dagirkirina Efrînê kir û 20’ê Çileya 2018’an de bi navê ‘Tevgera Şaxê Zeytûnê’ dest bi êrişa dagirkirinê kir. Bi 72 balafirên şer bi şev û roj bombe li Efrînê barand û van êrişan 58 rojan dewam kir.

Pêvajoya êrişên berfireh bi bahaneya ‘ewlekariya sînor’

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di Baxoz de hate têkbirin, vê carê pêvajoyeke nû ya êrişên berfireh dest pê kir. Hikumeta Enqereyê bi bahaneya ‘ewlekariya sînor’ di 9’ê Cotmeha 2019’an de li dijî Serêkaniyê û Girê Spî bi navê ‘Kaniya Aştiyê’ dest bi şerekî nû kir.

Guhertin demografîk li herêmên dagirkirî

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo xaka Rojava ya dagir kiriye bixe nava sînorên Mîsakî Mîllî, destpêkê mirovên li wan herêman qetil kir an jî ji cih û warên wan, koçber kirin. Li herêmên ku nêzî milyonekê kes jê koçber kirin, çeteyên ji Tirkmenistan, Kirgizistanê û ji herêmên cûda ve tevî malbatên wan bi cih kirin. Navê kolan, tax û gundan guhert, saziyên Tirk lê vekir, zimanê perwedeyê kir tirkî, lîreyê tirk kir bazaran de.

Dewleta Tirk a dagirker, li gel bêdengiya navdewletî, demografiya herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine diguherîne. Şêniyên resen derdixe û malbatên çeteyan lê bicih dike. Ruxmî ku di gelek rapor û sejmariyên saziyên hiqûqî yên cîhanê de siyaset û armancên Tirkiyê û rastiya sûcên wê eşkere dikin. Li Cerablus, Ezaz û Babê bi hezaran sivîl hatin koçberkirin, bi taybet pêkhateyên Kurd ku siyasetên Tirkiyê qebûl nake. Herwiha çeteyên Tirkiyê li Minbic, Tilrifet, Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê sûcên şer ji kuştin, revandin, wêrankirina herêmê pêk tîne û sivîlan bi zora çek û îşkenceyê dan koçberkirin.

Rewşa bajarên Girê Spî û Serêkaniyê ji Efrînê ne cûda ye

Bajarên Girê Spî û Serêkaniyê para xwe ji sûcên Tirkiyê girtin. Dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Cotmeha 2019’an de her du bajar dagir kir û zêdetirî 250 hezar şêniyên resen da koçberkirin. Rewşa her du bajaran ji Efrînê ne cûda ye. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sûcên şer li dijî jinan li herêmên dagirkirî; Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk tîne. Jin li van herêman rastî her cûreyên cûda yên tundiyê hatine ji kuştin, revandin, êrişên cinsî û tundiya bedenî. Sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef jî yek ji qurbaniyên sûcên çeteyên Tirkiyê ye.

Ambargo pêk anî û herêmên sînor dorpêç kir

Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku nêzî 5 milyon mirov lê dimînin, êrişeke din jî bi ambargo û polîtîkayên dorpêçkirinê da destpêkirin. Deriyê Sînorê Til Koçerê ku deriyê herî mezin ê navbera Rojava û Iraqê ye û alîkariya mirovî ya ji bo herêmê ji vê derê tê, di destpêka sala 2020’an de di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de piştî vetoya Rûsya û Çînê hate girtin. Rewşa deriyên sînor ên li aliyê din jî bi heman rengî ye. Bi polîtîkaya ambargo û dorpêçkirinê ku pêlek ji ‘Plana Têkbirinê’ ya desthilatdariya AKP-MHP’ê ye, hewl tê dayin ku Şoreşa Rojava bê fetisandin.

Guhertina demografiya herêmên dagirkirî û pêkanîna sûcên şer çavê dewleta dagirker têr nekir, heman demê de ciwanên Sûrî di şerên xwe de bikar anî, da ku projeya xwe ya Osmanî pêk bîne. Ji ber sûcên Tirkiyê nerazîbûn her li herêmên dagirkirî de derdikevin. Ji ber li van herêman mal û milkên koçberan hatin wêrankirin, tiştên ku wan bi axa wan ve jî girê dide, ji holê tê rakirin, da ku dagirkerî bide diyarkirin ew ne axa Kurda ye ew axa wê ye. Lê her çiqas bêdengî hebe, rastî bi kiryaran nayê veşartin, ji ber xwediyên ku rastiyê bêjin hene. Lê êşa mezin ew e ku ev herêm mîna buhiştê bûn, niha jî dagirkeran ew veguherandin dojeheke li ser rûyê erdê.

Gelo heya dagirkerî hebe wê çiqas kiryar bên kirin û qurbanî bên dayîn?

Rewşa herêmên dagirkirî heya roja îro bi heman rewşê tê domandin ku kiryarên dijmirovî bi her awayên xwe pêk tê. Lê hêviyeke mezin a gelê Kurd bi taybet koçberan, bi banga Rêber Apo ya ku di 27’ê Sibatê de hat kirin, çê bû. Ji ber ev bang xwedî bandorekî Kurdistanî ye li ser esasê banaga “Aştî û Civaka Demokratîk” ku ev yek pêvajoyekî aştiyê ji bo çarenûsa gelê Kurd û Tirk bi taybet hate kirin. Ji bo wê heger ev bang ji aliyê dewleta Tirk ve têkeve nava meriyetê de, divê dewleta Tirk xwe ji herêmên dagirkirî derxîne. Lê heya ev yek pêk bê gelo wê çiqas kiryar bên kirin û qurbanî bên dayîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.