Ahmet Aktaş
Piştî 26 sal û 4 meh û 24 rojan-ji 15’ê Sibata 1999’an heta 9ê Tîrmeha 2025’an- em, teze peyama Rêber APO ya bi dîmen û deng dibînin û dibihîzin.
Mirov dikare pêşewaziya vê peyama dîrokî, ji du aliyan ve şîrove bike; aliyê civakî-hestiyarî û aliyê siyasî.
Di serî de ji aliyê hevalên wî, gelê Kurdistanê û dostên Kurdistaniyan ve, pir bi hestiyarî, derûnî, kêfxweşî û serbilindî hat pêşewazî kirin.
Herwiha, li her deverê ku kurdistanî lê hebûn, lê bi taybetî li Rojava, weke pîrozkirina cejnekê bi şahî, kêfxweşî û evîndarî hat pêşewazî kirin.
Ev tê wateya ku vî Rêberî ewqas mezin, kûr û dûr, di mejî û dilê gelê xwe de, xwe daye bicîhkirin.
Lewma ne 26 salan, bi sed salan û bi hezaran derew û bêbextiyan jî, ev Rêberî, nikare ji dil û mejiyê gelê Kurdistanê were derxistin.
Her wiha ne bi tinê gelê Kurdistanê, belê ji aliyê hemû gelên mezlûm ên herêmê û cîhanê ve û ji aliyê dostên gelê Kurdistanê ve jî, bi dilgermî û xweşî hat pêşewazî kirin.
Vê carê jiber ku bi dimen û deng bû, li ser çapemeniya Kurdistanî û cîhanî jî, bandorek erênî ya hêja kir.
Ev pêşewaziya bi rûmet a piralî ya ji aliyê raya giştî ve, ya ji peyamên Rêber APO re, dide nîşandan ku ne bi tinê gelên Kurdistanî, belê di mejî û dilê gelên mezlûm û dostên kurdan de jî, cihekî zêrîn çêkiriye.
Em, vegerin bala xwe bidin aliyên siyasî yên vê peyama Rêber APO, em dibînin ku him rê li ber me rohnî dike/rê vedike û bi giştî barê me sivik dike û li himber neyaran destê me xurt dike.
Bi vî awayî, heta astekê rê digire li ber êrîşên nerînî yên siyasî, propagandî û bi giştî xerabiyên neyaran jî, bi gotinek din çek û amûrên wan ên xerabkar ji dest wan distîne.
Lê belê ji aliyekî ve jî, me xemsar nahêle, barekî bi rûmet ê ji bo avakirina serdema nuh dide ser milê me.
Jixwe çarçova stratejîk û tektikên vê qonax û serdema nuh jî pêşkêşî me dike û ji me dixwaze ku em xwe tembel û xemsar nekin, li goreyî şerd û mercên nuh ên ji me re destnîşan dike, em bi kesayetiyek nûjenkirî, bi dil û evîndarî, bi xemxurî û serbilîndî, dest bi tevgêrkirin û xebata sazûmankar a vê qonax û serdema nuh bikin, da ku destê Rêber APO jî xurtir bibe.
Kurt kurmancî, weke Rêbar APO jî destnîşan dike, heke em bi ruh û zihniyetek nûjenbûyî ya komunalist xwe ji hundur û ji der ve karibin xwe bi xemilînin, êdî tu kelem û astengên ku karibin xwe li ber rêya me ya pêşkeftinê ragirin namînin.
Qonaxa em dikevînê, bi zelalî daye ber çavên me ku; me di qonaxa çekdarî de hebûna xwe da pejirandin, êdî em derbasî qonaxa destxistina azadiyê dibin, formulasyona wê jî; avakirina Aştî û Civaka Demokratîk e, ew jî bi xebatên rêbaz û şêwazên li ser çarçova Siyasî û Huqûqî pêktên.





