Birûc Resûl
Jinên Rojavayê Kurdistanê, di nav dîroka têkoşînê de bûne rêberên pêşketina mafê jinan û azadiya civakî. Di destpêka şerê Sûriyê ku di sala 2011`an de dest pê kir, ne tenê rewşa siyasî ya herêmê guherand, lê ji bo mafê jinan guhertinên mezin bi xwe re anî. Jinên Rojavayê Kurdistanê xwe ji desthilatdariya rêjîma Baas rizgarkirin û parastina mafê xwe kirin, ji tevahiya jinan re bû qadek ku jin dikare mafê xwe biparêzin û dewa azadiya mafê xwe bike.
Di sala 2012`an de, jinên Rojava bi hev re hêza Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) avakirin. Ev hêz karîbû bibe hêza parastina azadiya herêmê û tevahî jinan, ji ber ku jin ne tenê xwedî mafê xwe bûn, lê belê parastina mafê tevahî civakê bû, hêza jinan bibû pêşeng di şerê azadiyê de. Bi hemû hêz û îradeya xwe li hemberî çeteyan û dagirkeran rawistiya û şer kir, tu tiştek nekarî bû çavê wê bişkîne. Ew kîn û nefreta hemû salên ku dixwestin jin bidin tune kirin, perovajî wê jin li hemberî wan derket û hîn zêdetir xwe ji tevahî cîhanê re ispat kir. Bêguman şerê Kobanê bû sembola şerê mafê jinan. Çeteyên DAIŞ ku bi hêza leşkerî û terorî rewşa mafê jinan tune dikir, kobanê ya ku di komkujiyên mezin re derbasbû, hêzên YPJ bi tekoşîn û şerê xwe jin û civakê ji komkujiyan rizgar kir û nîşan da ku jin dikare ne tenê bi kar û xebatên civakê re mijûl bibe, lê belê dikare bibe leşkerekî xurt û li hemberî zêhniyeta ku hewil dide jiyana jinan tarî bike, şer bike. xwedawendên wekî Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Barîn Kobanê ku bûn nimûneyên ku çawa jin dikarin bi heza xwe mafê xwe biparêzin. Di bin hêza civakî û siyasî de jî, jin bûn pêşengên rêxistinên siyasî û dikaribûn ku mafên gelek jinan bi pejirînin. Li vir jin karîbû qadên xwe yên siyasî, aborî, leşkerî, civakî, çandî û hwd… bêguman li vir jî êdî ne tenê jin xwe dît, hişt ku civak carekdin xwe nûjen bike. Her wiha gelek jinên Rojnamevan jî karîbûn bibin deng û çavê civaka xwe. Êdî ew deng û qêrîna ku ti kes ne dibîhîst, îro bûye deng û qêrîna azadiya jinan. Bi nûçe û dîmenên xwe nîşan dan ku jin ne tenê di bin hêza siyasî û leşkerî de têkoşîn xwe dike, lê belê dikare bi hêza rojnamevantiyê mafê civaka xwe biparêze.
Lê belê, di bin vê rewşa nû de, jin heya roja îro tekoşîna ku bi destxistiye mafê xwe diparêze, ji ber ku heya roja îro gelek alî hena ku jin qebûl nakin û hewl didin ku jin vegerînin tarîtiyê ku jin nikarîbe bi temamî azadiya xwe bibîne. Lê jinên Rojava ku îro bi hêza leşkerî, siyasî, çandî û civakî de bûne pêşeng, ew tu carî serî natewînin û her wê ji bo mafê xwe şer bikin. Ev rewşa nû dikare bê nirxandin wek pêvajoya azadiya jinan. Jinên Rojava di vê pêvajoyê de, dikarin bi hev re azadiya mafê xwe biparêzin û bibin bersivekî xurt, ji ber hêzekî cewherî ya jinê pir xurt heya.






