Dîlan Mulhim/Qamişlo
Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo diyar kir banga dîrokî ya Rêber Apo ku di 9’ê Tîrmehê de bi dîmen kiribû li tevahiya cîhanê deng veda û got “ Pêwîst e dewleta Tirk gavên berbiçav bavêje, da ku pirsgirêka gelê Kurd were çaresekirin û mafê hêviyê pêk were.”
Piştî berxwedan û tekoşîna Rêber Apo ya 27 salan cara yekemîn, bangeke dîrokî a bi dîmen da, herwiha vê bangê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê deng veda. Di heman demê de, Rêber Apo Tevgera Azadiyê ji bo Aşitî û Civaka Demokratîk erka ku dikeve li ser milên wan pêk anî. Lê heta niha dewleta Tirk tu gavên berbiçav ji aliyê xwe ve ne avêtiye.
Di derbarê banga Rêber Apo de koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo ji Rojnameya me re axivî.

‘27 salin Rêber Apo têkoşîna parastina hebûn û nasnameyê dike’
Rîhan Loqo di destpêka axaftina xwe de wiha got:“ Dema ku em behsa têkoşîna dîrokî dikin, em behsa hebûn û nasnameyê dikin. Di dirêjahiya dîrokê de bê navber gelê Kurd berxwedaneke mezin li hemberî hişmendiya nijadperest, olperest, zaynperset û netewperest ya ku hebûna gelan û jinan tune dike, dane meşandin. Herwiha nasnameya gelê azadîxwaz û sosyalîst di Rojhilata Navîn û cîhanê de tune dihesbandin, ev têkoşîn li hemberî van hişmendiyan û siyaseta tunekirnê û qirkirinê hate meşandin. Di heman demê de, ev 55 salin ku gelê Kurd bê navber bi pêşengtiya Rêber Apo berxwedanekî dîrokî didin meşandin. Rêber Apo, gelê Kurd di Rojhilata Navîn û cîhanê de ji qirkirnên mezin parast û careka din hebûn û nasmeneya wan zindî kir. Lewma li hember vê têkoşînê û sekna bi rûmet dewletên navnetewî bi komployeke bêbext di sala 1999’an de li ser Rêber Apo dane meşandin. Ev 27 salan ku Rêber Apo di girava imraliyê de têkoşîna parastina nasname, aşîtî, jiyana bi rûmet û civake Demokratîk dike.”
‘Piştî têkoşîna 27 salan care yekemîne ku dîmênê Rêber Apo tên parvekirin’
Rîhan Loqo anî ziman ku Rêber Apo piştî têkoşîna 27 salan di 19’ê Tîrmehê de bangeke dîrokî a bi dîmen da û vê bangê li tevahiya cîhanê deng veda û got: “ Dema ku em behsa komploya navdeweletî ya li ser Rêber Apo dikin, em behsa têkoşîn û berxwedaniya li hemberî wê dikin. Herwiha ev 27 salin ku berxwedaneke dîrokî li hemberî tevahiya hişmediyên desthildar, siysete tunekirinê û pilanên ku dixwestin di sedsala 20 û 21 ê de pêk bînin, tê meşandin. Ev hişmendî, pilan û siyasete tunekirinê bi berxwedaniya 27 salan hatiye tunekirin. Rêber Apo piştî têkoşîna 27 salan di 19’ê Tîrmehê de bangeke dîrokî bi dîmen da û vê bangê li tevahiya cîhanê deng veda, ev jî kêfxweşiyeke mezin xiste dilê zarok, jin û malbatên ku li ser fikirê Rêber Apo mezin bûne. Bi derketina dîmenê Rêber Apo re gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevahî bi pêkhateyên xwe derketin qadan ev yek bi kêfxweşî pîrozkirin.”
‘Rêber Apo di sedsala 21’ê de bi zimanê polîtîk dest bi diyalogê kir’
Rîhan Loqo axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Rêber Apo li hemberî hişmendiya ku xwestin di sedsala 20 an de me tunebikin berxwedaneke dîrokî da meşandin. Herwiha niha di sedsala 21 ê de Rêber Apo bi polîtîkekî strajîtîk zimanê diyalog û siyasete demokratîk pêş xist. Ev jî hişt ku gelek guhertin û veguhertin di Rojhilata Navîn de çêbibin, gelê Kurd û gelê ku baweriya wan bi azadiyê û civaka demokaratîk tên. Pêwîst e di sedsala 21 de li gorî pirojeya netewa demokratîk maf û hebûna gelên azadîxwaz di Kurdistanê de were misogerkirin. Di heman demê de, çand û zimanê gelê azadîxwaz bi salên dem dirêj were misogerkirin. Rêber Apo di sedsala 21’ê de siyaseta demokratîk bi aweyekî hiqûqî û qanûnî û bi zimanekî polîtîk bi riya diyalogê destpêkir. Ev yek jî li Bakurê Kurdistanê di girava imraliyê de hate destpêkirin û bandoreke mezin li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Ev yek bi sekna bi rûmet ya 51 salin ku bi pêşgtiya Rêber Apo berxwedan û têkoşîneke mezin hate meşandin. Îro ev têkoşîn gihiştiye zimanê diyalog, siyaseta demokratîk, hiqûqî û qanûnî ku mafên gelê azadîxwaz di destûrên welatan de were parastin.”
’Pêwîst e em bi zimanê diyalogê civaka demokratîk avabikin’
Rîhan Loqo wiha pê de çû: “ Ji bo ku siyaseta demokratîk û hiqûqî pêk were, helbet hevgirtinekî gelên azadîxwaz yên ku baweriya xwe bi paradîgmaya netewa demokratîk anîne hebûn û gelên li herêmê têkliyeke xuşik û biratî bi hever dijînin. Ji bo ku em karibin careke din bi aweyekî bawerî û hezkirin vê têkiliyê xurtbikin, pêwîst e em bi zimanê diyalogê civaka demokratîk avabikin. Lewma gelên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pir rengî jiyan dikin û xwe birêvedibin. Gelên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi aweyekî aşîtî û demokratîk bi hevre jiyan dikin, sîstemeke nimûne û altarnatîf ji bo tevahî mafên gelên li herêmê hatiye avakirin. Ev yek bû mînak ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê û helbet ev jî encamên piratîgmaya netewa demokratîk û siyaseta demokratîk e. Ji bo na vê yekê pêwîst e tevahî gelên azadîxwaz bi hev re careke din li ser vê erdinîgariyê bi têkiliya xuşik û biratiya ku me bi salên dirêj bi heve re jiyan kiriye, bingeh bigirin. Di heman demê de, da ku hîn zêdetir aşîtiyê, demoksatiyê û wekheviyê bi xwe re bîne.”
‘Pêwîst e dewleta Tirk gavên berbiçav bavêje’
Koondîrasyona Kongra Star Rîhan Loqo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Beriya niha gelek kampaniya li ser asta cîhanî ji bo Rêber Apo re azadî û pirsgirêka gelê Kurd re çareseriya siyasî re hatin destpêkirin. Herwiha gelek kampaniya li ser asta Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin destpêkirin û niha jî kampaniya ku ez dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtin bikim hatiye destpêkirin. ji bo vê yekê pêwîst e bi aweyekî serbest hevdîtin were kirin, bê ku alozî çêbibin û zehmetî derkevin. Divê kesên ku dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtin bikin diyalog pêşbixin, da ku bi lez û bez hevdîtin bi Rêber Apo re werin çêkirin. Ji ber ku dem hatiye ku bi zimanê diyalogê pirsgirêka Rojhilata Navîn were çareserbikin û Rêber Apo fîzîkî azad bibe. Lewma jî divê ku dewleta Tirk ji aliyê xwe ve gavên berbiçav bavêje, da ku pirsgirêka gelê Kurd were çaresrkirin û mafê hêviyê pêk were. Pêwîst e her kes li gorî pêvajoya niha û bi taybet pêvejoya dîrokî ya ku Rêber Apo destpêkiriye bi xebite, da ku bi baweriyeke mezin û bi sekineke bi rûmet mafê wekheviyê bi hev re bidestbixin.”






