Ayşa Silêman/ Dêrik
Meclisa malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê kûrsên perwerdeyê didin zarokên şehîdan, armanca wan bi van kûrsan ji aliyê fikrî de pêşxistina zaroka ye.
Piştî bidawîbûna qonxa xwendinê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ji bo zarokên şehîdan dest bi dayîna kûrsên perwerdeya zimanê Erebî, Ingilîzî û kompîter kirî. Ev kûrs ji 7’ê Tîrmehê dest pê kiriye heya du mehan wê berdewam bike.
Di derbarê dayîna kûrsên perwerdeyê ji zarokên şehîdan re endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewşen Reşîd ji Rojnameya me re axivî.
Erkê me rakirina barê zarokên şehîda ye
Rewşan Reşîd diyar kir ku her sal piştî bidawîbûna sala xwendinê em kûrsên perwerdeyê vedikin û wiha got:” Me
ev erk girt ser milê xwe da ku em destekê bidin zarokên şehîdan û bi wan re bibin alîkar. Armanca me ji van kûrsan ew e ku dema dibistan vebe zarok herin dibistanê asta wan ye xwendinê çêbûbê û ev kûrs wek bingehekî ji wan re avakiribe. Me du mamoste anîne da ku perwerdeyê bidin wan, em perwerdeya zimanê erebî, Ingilîzî didin wan, di heman demê em zarokan fêrî bikaranîna kompîterê jî dikin. Yek ji erkê Meclisa Malbatên Şehîdan ew e ku barê van zarokan rake da ku di pêşerojê de rêyeke baş ji xwe re hilbijêrin û bibin pêşeng, ji ber ku zarokên şehîdan emanetin di stuyê me de. Destpêkê me sardana malên wan yek bi yek kirin û desûr ji dayîkên wan xwestin, da ku ew jî destekê bidin zarokên xwe. Şaredarî bi me re alîkare da ku zarokan bi base bibin û bînin, ez bixwe bi basê re diçim û têm da ku tiştek pirsgirêk di milê zarokan de dernekeve ji ber ku malbata wan dema wan rêdike cem me bi bawerî wan rêdike. Di heman demê de desteya perwerdeyê jî destek da me di milê peyda kirina mamosteyan de.”
Endama Meclisa Malbatên şehîdan Rewşen Reşîd axaftina xwe bidawî kir û wiha got:” Hêviya me ew e ku di pêşerojê de ev zarok bikaribin sûdekî bidin welatê xwe û pêş bixin.






