Midya Miqdet
14 sal li ser Sûriye yê re derbas bûn bi şer bar kirî bû ji şerên yek alî bûn pir alî û hêdî hêdî ji şerên navxweyî alozî û asta sînorê Sûriyê derbas kir, êdî destwerdanên ji der ve hatin çêkirin yên bi armanca bêhtir bilind kirina asta şer di Sûriya yê de û hem bi mebesta pêkanîna berjewndiyên xwe destwerdan di Sûriya yê de kirin û berovajî çare kirinê alozî girantir kirin. Sûriya nîv sedsal bûn bibû qurbaniya berjewendiyên dewletên serdest û di aliyek din de jî bi xwe gelên Sûrî dibûn qurbaniya sîstema dijî wekhevî ku wan bi rêve dibirin ,ew jî pergala Baas bû. 53 sal şerên taybet,qirkirinên etnîkî, qirkirinên çandî û nasname li kêleka wê ava kirina bê istiqrarî weke rojevek sereke ku diviya bû ji aliyê pergala Baas ve bi ser gel de bihata meşandin.Yên serî li dijî van sîsteman rakirin hin ji wan bûn bela û sedema girankirina aloziyê û hin alî jî bûn sedema vemirandina çirûska şer di Sûriya yê de. Ji sîstema Baas gelek veqetîn hat çêkirin, Gelek alî û kesên paya bilind ji nava rêveberiya Sûriye yê vekişîn û bi komên biçûk artêş ji xwe re ava kirin û dijî rêjîmê şer dan destpêkirin. Her serî rakirinek heger ne bi rêxistinbûyín, statu û ji armancên parastina yek ferd parastina berjewendiya civak giştî be wê demê wê ew serî rakirin pûç û vala bibe û bayê destwerdanên derve çawa li wan da wê pêre biçin. Dema em nêrînek bi vê awayî didin em qala ezmûnên ku Sûriya tê re derbas bûye dikin û di serî de ev komên cudaxwez ji nava Sûriya yê derketin da ku şerê rêjîmeke dîktator bikin, lê mixabin roj bi roj ew bûn çavkaniya dîktetoriyê, rêjîma ku ewqas zor û zext bi ser gelan de dida meşandin hilweşiya lê belê ew man û bi destê dewletên serwer û destwerdanên derve bûn cihê gur kirina agirê aloziyê. Di asta Sûriyê de neman lê belê heger ne weke fîzîk lê weke hişmendî xwe gelek deverên derveyî Sûriya yê dan belav kirin.
Deshilata ku niha di Sûriya yê de di textê serweriyê de cihê xwe digre ji ya hilweşiya yî xerab tir e, Dewleta ku li hember kiryarên ku di nava welatê wî de tên kirin bê deng dimîne ew bi xwe destê wî di wan kiryaran de heye. Ji kuştina Elewî, Durzî li peravên Sûrî ber bi herêmên dagirkirî weke Efrîn û ber bi paytexta Sûriyê yê Şamê hejmarek ku nayê jimartin Elewî û Durzî li peravê ji destpêka ku rêjîma Bass hilweşiya yê tên qetil kirin, ev nîv sal ji ketina HTŞ nava Sûriya yê derbas dibe û hîna Elewiyên li peravê bê suc tên qetil kirin ù heya roja îro gef li wan tên kirin ku ew ê bi awayekî giştî bên tinekirin, berdewam kirina pêkanîna kiryaran li ser pêkhateyên cuda di Sûriyê de weke Elewî ew e ku peravên Sûriyê ku cihekî girîng e, dewletên ku destwerdanê ji derve digrin daxwaz dikin ew herêm ji xwe re bikin cihê baregehên leşkerî û li kêleka wê qirkirina etnîkí pêk bînin. Hişmendiya ku niha ku Sûriya pê tê birêve birin hişmendiya perçekirina yekitî û dijbertiya neteweyan e ji ber ku ne tenê Durzî û Elewî tên qirkirin, lê belê pêkhateyên Mesîhî jî êdî bi van kiryaran re rû bi rû dimînin û teqîna ku li dêra Mesîhiyan li Şamê pêk hat carek din şerê li dijî netewên cuda radixe ber çava her wiha carek din parastina pergala birjûwa û yek alî dide ferz kirin.
Kiryarên ku niha li herêmên ku di bin serweriya HTŞ ‘ê de ye tên meşandin ji kiryarên ku li herêmên dagirkirî tên kirin, ne cudaye rewşa herduyan jî di nava bê ewlehiyê de ne, ji ber ku heya niha bê sûc li Efrîna dagirkirî kuştin li ser zarok kal ciwan û jinan tên meşandin her wiha talan kirina xwezayê qutkirina dar û beran weke perçeyek ji van kiryaran tên jimartin lê belê bêdengiya desthilata Şamê li hember van kiryaran hîna destê çeteyan xort dike da ku ev kiryar ben domandin. Li Efrîna dagirkirî kiryarên derveyî rêzên mirovî di asta binpêkirina mafên mirovî tên dewam kirin. Îro Sûriya di nava qonaxek guhertinê re derbas dibe lê tevî vê yekê jî Desthiledariya Şamê di parastina hişmendiya xwe ya terorîst û di siyaseta xwe ya dîktetorî pir bi îsrar e ku xwe nede guhertin lewma hin dewletên derve bi mebesta pêkanîna berjewendiyên xwe dest davêjin Sûriya yê li kêleka wê aliyên ku di Sûriya yê de dixwazin dawî li aloziyê bînin her dijbertiya wan tên kirin,ew alî jî aliyek ku tam bi rêxistinek demokratik xwe daye ava kirin û xwe li ser statuyek ku wekhevî û parastina pêkhateyan dide runiştandin mezin bûye. Ji aliyek bêhtir bi xwe perçeyek ji Sûriya yê ye ku ji bo dawî li aloziyê bîne û Sûriyeke bi istiqrar û ne navendî ava bike bûye xwediyê 13 hezar şehîd. Nêrîna ku dibêje “Divê Sûriyeke demokrat ne navendî bê ava kirin” wê di dawiyê de bi ser bikeve û nêrîna ku tam dijbertiya netewa demokratik dike wê bê hilweşîn. Her wiha dewletên weke Siûdî bi awayekî ne yekser dest davêjin Sûriya yê ku yekem armanca wan navendî bûn di Sûriya yê de bê ava kirin wê dawiya wan vala derketina armancên wan be…
Xeteriyek tam li ser desthilata Şamê tê meşandin tevî ku ew hayî wê xeteriyê heye lê dîsa xwe nêzî aliyên ku dixwazin Sûriya ji nûve ava bikin bi sîstemek demokrat, xwe dide aliyek ji ber ku hem zext ji aliyê dewleta Tirk li ser wî tê kirin hem jî standina textê serweriyê ji wî weke metirsiyek cidî tê raxistin ber çavê wî,û ya herî girîng pêvajoya ku dikare pîvanên weke aştî,wekhevî û demokrasiyê bide ava kirin wê tam zagonên ku dijbertiya seknandina şer dike bide perçiqandin lewma her bi îsrarin ku sîstema tundiraw ku li ser xwe dan e ava kirin bidin parastin û weke zagonek fermî li ser civaka Sûriyê bidin ferz kirin.






