Dîlan Mulhim\Qamişlo
Endamê Navenda Yekpar a Çand û Hunerê Alan Ebdela diyarkir ku wan di 30’ê Hezîrên de bi hemahengiya Ciwanên Şoreşger dest bi kampaniyakê xelatan ji bo kesên xwedî ked kir û got, “Armanca me piştgirya kesên xwedî kedin”
Navenda Yekpar a Çand û Hunerê bi hemahengiya Ciwanên Şoreşger di 30’ê Hezêrana 2025’an de dest bi kampaniyekê xelatan ji bo kesên xwedî ked di nava civakê de kirin. heta niha diyarî li du kesan hatine belavkirin û wê kampaniya heta 6 mehan berdewam bike.
Di derbarê mijarê de endamê Navenda Yekpar a Çand û Hunerê Alan Ebdela ji Rojnameya me ra axivî.
‘Armanc piştgiriya kesên xwedî kedin’
Alan Ebdela di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Armanca me ji kampaniya yê ku piştgiryê bidin van kesên
xwedî ked di nava civakê de û di nava şeş mehan de wê ev kes werin xelatkirin. Kesên ku xelat digrin kesên xwedî kedin, Me ev yek di aliyê menewî de girte dest û me got ku ev kes gelek hêjane pêwîst e ku werin xelatkirin. Lewma di wê demê de me pirojeya xwe nivîsand û gelek nîqaş li ser hatin kirin heta ku me destpêkir. Di heman demê de, di welatekî de tenê endamekî xelat kirin kême lazime endamên saziyan bi tevahî werin xelatkirin. Li ser vî bingehî me pirojeya xwe berfireh kir û heta şeş mihan wê pirojeya me berdewam bike.”
‘Heta şeş mehan wê kampaniya berdewam bike’
Alan Ebdela da zanîn ku heta niha diyarî li du kesan hatine belavkirin û wiha pê de çû:“ Me Celal yê ku li her çalakiyekê bi derbeka xwe tê nasînin xelat kir. Herwiha yadê Henîfa ya ku di navenda Mihmed Şêxo de cihê xwe digire xelat kir. Diyariyên ku têne dayîn li ser nivîsandiye xelata destê terikî û rêzdariya keda bê deng. Bêguman ev kampaniya diyariyan ji bo kesên xwedî ked wê berdewam bike û xelat li kesên xwedî ked û hêja werin belavkirin. Di destpêkê de me hejmara kesan hilbijartibû, lê dema ku em li nava civakê geriyan û pirsa van kesanên xwedî ked kirin, me dît ku hejimara van kesên xwedî ked dighêje zêdetirî sed kesî.”
Endamê Navenda Yekpar a Çand û Hunerê Alan Ebdela axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Em hewldidin ku li tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li van kesên xwedî ked bigerin. Da ku em xelatan li wan belavbikin.”






