Asya Weşûkan
Tekez gerek were zanîn ku dîrok tenê ji berhemên çandî ên ku hatine nivîsandin û qeyd kirin pêknayên û berhema bingehîn jî ew tiştên ku hatine; jiyan kirin û di nava çîrok, çîvanok û devokên Mîtolojîk de hatine veşartin. Weke berhema wan a madî hîna jî sê çariyeke wan dibinê, xaka gir û girokan de veşartîne. Gelo mirov dikare ji wê çandê re çi bibêje û çawa, dikare bi nav û nîşan bike? ji bo ku em nekevin şaştiyan de û dîrokê ji hevdû perçe nekin tekez gerek em beşê ku nehatiye dîtin jî peyda bikin; ji bo ku ew xeleka wendayî peyda bibe û şîfra (Remza) pirsgirêkên jin û civakê werin şikandin û rastiyên veşartî derkevin eyanê. Tekez gerek were zanîn ku heqîqet di dîroka ku ne hatiye, nivisandin de veşartiye û ew jî rêbazê; Mîtolojîke ku fikir, xeyal, rastî û arizoyên mirovan dinava xwe de dihewîne. Weke ku em hemû jî dizanin ji nêvî zêdetir jî xelkên Rojhilata Navîn xwendin û nivisînê nizanin lê li kêleka wê uslûba; çîrok û devokan pir baş bi kartînin û zimanê wan jî pir fesîhe û têye famkirin.
Ji xwe gelên Rojhilata Navîn heyanî vê kêliyê jî pergala dewletê ya fermî û desthilatdariya wê qebûl nekiriye û hîna jî; pergala wan a xwezayî domdare. Rewşa forma civakê ya êl û eşîrê jî nîşaneya vê yekê ye. Ji ber ku civaka mirovahî pir baş dizane bêka çawa jiyana xwe ya serdema berê burandiye û aniye vê rojê. Dema ku em dîroka niviskî û dîroka neniviskî didine ber hevdu em ferq û cudayetiyeke wê ya weke erd û asîman dibînin û ev jî hêza wateyê ye wateya ku mirovahiyê pê hezarê salan jiyan kiriye û heyanî roja îro aniye ye. Lê mixabin bi pergala mêrperst û desthilatdar re, civak hatiye rewşa ku hew dikare jiyana xwe domdar bike û hinas lê hatiye çikandin. Lê tekez gerek were zanîn ku hîna jî di fikir, hest û ruhê mirovan de heqîqeta wendayî veşartiye û weke ku çawa mirov li bihiştê digerin hîna jî li rêbazê jiyana xwe yê Mîtolojîk digre.
Ji ber ku civaka mirovahîyê pêdiviya xwe bi wateyê dibîne û hîna jî hewildidin ku xwe ji fermiyet û qalibên pergala desthilatdar xelas bike û vegere ser koka xwe ku ew jî cewhera jiyana exlaqî û siyasiye. Mirov dikare bibêje ku hîna jî mirovahî dinava qefesa, pergalê ya hesinî de jiyan dike û wiha lê hatiye ku; hew dikare debar bike. Dema ku mirov li ser seyra dîrokê lêkolîn dike û li ser diponije wiha li mirov têye ku weke ji darekê bikeve nava çaleke tarî de. Mirov wiha dihizre ku roj berî rojê gerek civak ji nava pençên qirkirina çandî were rizgar kirin û dawî li şer, tundî û desthilatdariyê were anîn. Rastiya ku hatiye jiyan kirin jî vêya bi hemû awayê wê radixîne ber çavan û lezgîniya çareseriyê jî ferz dike. Bi taybet jî dema ku mirov li ser zayenda jinê lêkolîn dike, wê demê mirov pir bi zelalî van rastiyan dibîne.
Mirov mixabiniya xwe li jin û civakê tîne ku ewqas hezar sal di nava zilim, zorî û koledariyê de jiyan kiriye û mirov dikare bibêje ku mirovahiyê heq nekiriye ku ewqase zilm were serê wan. Ez tekez dikim ku sedema ku pergala desthilatdar heyanî vê gavê xwe berdewam kiriye û weke dêwekî xeternak lêhatiye jî zayendperestiya civakê ye. Mirov dikare bibêje ku civak du tiştan bi hevre jiyan dike, ew jî koledarî û serweriya ku dinava hevdû de hatiye sitran û weke hevîrekî tirşkirî lêhatiye. Tişta ku herî xerab jî ew e ku mêr di nava civakê de xwe weke hebûneke azad û serbixwe dibîne û ev jî dibe sedem ku jin û mêr jî di nava koletiya xwe de bifetisin û haya wan qet ji wan tune ye. Naxwe gerek jin û mêr tev têbigihêjin ku sedema koledariya kûr ku niha têdene jî ji pergala dewletê zêdetir ew bi xwe ne. Ji ber ku pergal komeke biçûk a kesên ku çavê xwe berdidin valahiya ku di nava civakê de têye jîn û li ser teseruf dikin.
Ew kes jî weke ku têye zanîn ji nava civakê dertên û li ser serê civakê dibin zordar û mistebid. Ew kesana jî li ber destê dayikê têne mezin kirin û dibin bela serê jin û civakê. Naxwe gerek hişmendiya civakê pir baş were lêkolîn kirin û weke ku Rêber Apo gotiye: Gerek her kes ji xwe de destpê bike û li ber neynikê li xwe, temaşe bike ji bo ku xwe weke rastîn bibîne. Ger wiha nebe wê her serê jin û civakê di nava belayê de be û wê her desthilatdarek biçe wê li şûna wî yekî din were û dibe ku ev desthilat jin be jî. Ji ber ku jin jî bi hişmendiya civaka zayendperest têye mezinkirin. Tekez gerek em pirsgirêkan ji kokê de bigirin dest û lêkolîn bikin ji bo ku em xwe ji rastiyên pir bi êş yên kole û efendîbûnê; rizgar bikin û her gerek haya jin û civakê ji xeteriya ku hin efendiyên wan ên nû çê bibin hebin, gerek tedbîrên wan jî hebin. Tekez tedbîr jî ew e ku civak xwe di warê exlaqî û siyasî de pêşbixe û kûr bike. Weke ku Rêber Apo gotiye gerek ne jin û ne jî mêr, tu kes ji derveyî komînê nemîne û ev jî dibe pergala civaka, demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê.
Cardin jî Rêber Apo qala civaka Kurd û rewşa wan ya bûna bi aqil dike û dibêje: Her çiqasî gelê Kurd fedekar, jîr, şerker û merd bûye jî lê di warê bi aqiliyê de wenda kiriye; lê niha jî Kurd gihaştiye pileyeke bilind ji aqilbûnê û dikare pêşengtiyê bike. Weke ku çawa Rêber Apo rol û misyona pêşengtiya civakê ji jinê re daye destnîşankirin, di heman demê de ji gelê Kurd re jî rol û misyona pêşengtiya pergala civaka demokratîk û aştiyane jî daye û gotiye ku gelê Kurd di nava çar dewletan de jiyan dike û dikare pergala xwe di nava wan dewletan de(Entegre bike) yanî van dewletan jî bi xwe re biguhere. Wan demokratîk bike û ev ji bo tevahî gelan jî derbasdare. Ji xwe çand jî tiştekî wiha ye ku belav dibe û ez di wê baweriyê deme ku jin û civaka Kurd dikarin bibin xwedî, bandoreke mezin ji ber ku li ser fikir û ramanên Rêber Apo dimeşin.
Ez di dawiyê de jî bangewazî li jin, ciwan û tevahî beşên civakê dikim ku dest ji rêbazê pergala şerxwaz û desthilatdar berdin û vegerin ser xwezaya xwe. Ji bo ku bi zanebûn, wekhev û xwîşk û biratiyê têkoşîn bikin û azadiya xwe pêkan bikin. Weke wacib li ser her kesî ku parêzname, dahurandin, pirtuk û manîfestoyê bi xwînin û li ser ronahiya wan têkoşîn bikin ji da ku em xwe ji hişmendiya serwer, rizgar bikin û xwe bigihînin serkeftina dayimî.






