Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

5’emîn Pêşbirka Nivîskarên Pîşerojê

09/07/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
5’emîn Pêşbirka Nivîskarên Pîşerojê
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Di bin dirûşmeya “Şitlên îro, darên sibê ne” Desteya Çand û hunerê ya Kantona Qamişlo 5’emîn Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê ya Zrokan li dar dixe. Endamê Komîteya Amedekar a Pêşbirkê Ebdilmecîd Xelef wiha got: “Armanca me avakirina nivîskarên pêşerojê ye”.

Bi mebesta gihandin û avakirina nivîskarên pêşerojê yên ku bibin pêşengên siberojê, xebatên girîng yên huner, wêje û nivîsandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên lidarxistin. Ji 5 salan ve Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê ve tê lidarxistin. Dewreya 5’emîn jî dest bi ragihandina pêşbirkê kiriye. Her wiha wê pêşbirk li ser çend qonaxan dabeş bibe û wê nêzî meh û nîvekê dirêj bike heyanê bighêje encamê. Têkildarî vê mijarê Endamê Komîteya amedekar a Pêşbirkê Abdilmecîd Xelef ji rojnameya me re axivî.

Orgenîzekirina pêşbirkê

Ebdilmecîd di destpêkê de behsa orgenîzekirina pêşbirkê kir û wiha got: “Pêşbirka nivîskarên pêşerojê ya zarokan ev bû 5 sal in tê lidarxistin, tenê salekê nehat amedekirin ji ber belavbûna nexweşiya Koronayê. Beriya hefteyekê rêklama wê hat ragihandin da ku em zarokan pêşwazî bikin. Pêşbirk ji sê qonaxan pêk tê, destpêkê me deriyê tomarkirin û pêşwazîkirina zarokan kir, piştre wê pirtûkên çîrokan li ser zarokan bên belavkirin, ew pirtûk jî li Qamişlo tên amedekirin û li hemû bajarên kantonê wê belavbibin. Herwiha wê di qonaxa duyemîn de zarok bi devikî tiştên ku ji wan pirtûkan naskirin û têgihiştine ji komîteyê re vebêjin, da ku em asta têgihiştina wan bi riya çîrokan nas bikin û piştî deh rojan wê her yek tiştê ku ji wan berheman naskirine bi rengekî nivîskî deynin. Qonaxa sêyemîn em wan dibin cihekî geştiyariyê li wir hin çalakî tên lidarxistin û wê her yek çîrokekê ji xeyalên xwe amede bike.

Temenên ku em pêşwazî bikin ji 10 heyanî 14 û ji 15 heyanî 18’a ye, her wiha ew çîrok li gorî asta wan hatine amedekirin da ku zehmetiyan nekşînin. Di dawiyê de wê pileyên her sê qonaxan komî hev bibin û li gorî jêhatiyên wan kesên serkeftî diyar bibin. Her wiha pêşbirk bi sê zimanan tê lidarxistin wê ji her beşekê sê zarok biserbikevin”.

Wê hemû zarok werin xelatkirin

Ebdilmecîd da zanîn ku wê hemû zarok bêne xelatkirin û wiha domand: “Piştî ev her sê qonax bi dawî bûn û 9 kesên serkeftî hatin hilbijartin, wê bi şahiyekê werin xelatkirin. Lê belê wê hemû beşdarvan werin xelatkirin ne tenê kesên ku bi ser ketine. Ji ber ger îro zarokek hewildana xwendin û nivîsandinê dike, ev ji bo me serkeftina herî mezin e. Xelatên me jî wê berhemek û pirtûkxaneyek ji 10-15 pirtûkan pêk tê û qirtasî be. Di heman demê de armanca me ne xelatên madî ne, lê wê bi rengekî sembolîk miqdareke madî jî hebe”.

‘Avakirina nivîskarên pêşerojê’

Ebdilmecîd bal kişand ser armanca wan ji vê pêşbirkê û wiha axaftina xwe qedand: “Her çendî civak bi xwendin û nivîsandinê bê perwerdekirin, ewqas wê di pêşerojê de bibe xwedî rol. Dawiya xwendin û zanebûnê nîn e, ji lewra jî divê ev zarok ji niha de dest bi xwendinê bikin, mijar çi dibe bila bibe, helbet di dawiyê de wê sûd ji bo wan be. Armanca me ya sereke avakirina nivîskarên pêşerojê ye ku bi tayebt di dema betlaneya dibistanan de em vê çalakiyê çêdikin, da ku bi tiştên vala re mijûl nebin û bikaribin vê betlanê di tiştên sûdemend de bikarbînin. A herî girîng jî ku ev nifşên nû li ser bingehên rast werin perwerdekirin û bibin deng û nameya gelê xwe ji hemû cîhanê re”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.