Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Romana Xewnên Şiyarî êşa hemû Kurdan vedibêje’

09/07/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Romana Xewnên Şiyarî êşa hemû Kurdan vedibêje’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Romana nivîskar Ebas Ebas ya bi navê Xewnên Şiyarî li HRRK’ê hat îmzekirin. Ebas Ebas da zanîn ku romana wî bi bergê duyem hat çapkirin û got, “Romana Xewnên Şiyarî çîroka gelê Kurd li hemû Kurdistanê vedibêje.”

Ebas Ebas nivîskarekî Kurd e, 52 sal in ku di warê roman, kurteçîrok û nivîsên şanoyî de karên nivîsandinê didomîne û dikarîbû 16 berheman biafrîne.

Herî dawî karîbû hejmara berhemên xwe bike 17 û romana xwe ya bi navê Xewnên Şiyarî ya çapa 2’emîn bi 150 rûpelî bi Kurdiya Kurmancî li Qamişlo derxîne.

Amadekirina wê

Ebas derbarê amadekirina romana xwe de wiha got: “Ji sala 1996’an ve min romana Xewnên Şiyarî nivîsiye, du çapên wê hene, çapa yekem di sala 2004’an hate çapkirin, lê min gelek guhertin tê de çêkirin, herî dawî da ku li Rojava jî ev berhem were peydakirin, min îsal ev berhem li Qamişlo çap kir.”

Çîrok romana Xewnên Şiyarî

Nivîskar Ebas Ebas têkildarî çîroka romana xwe wiha bi lêv kir: “Romana min çîroka inkarkirin, şoreş û êşa gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê vedibêje. Çîrok li Girê Mîra yê girêdayî Nisêbînê rû dide, li ser sê xortên Kurd û xewnên wan e. Wan şevbuhêrkên xwe bi xewna gihaştina Ewropayê diqedanin, lê derfet ji bo hemûyan çênebû. Xortek jê daxwaza wî ew e ku bigihêje Ewropa, piştî demekê digihêje wir, bi jineke Elmanî re dizewice, welatê xwe ji bîr dike û tê kuştin, yê duyem kurê muxtar e, şûna bavê xwe digire û dawiyê ji ber  têkiliyên cinsî tê kuştin. Xewna xortê sêyem jî ew bû ku bibe şoreşgerek di Partiya Karkerên Kurdistanê de, ew kurê dayikeke normal û hejar bû, xewna wî pêk tê û tevlî xebatê dibe û ev xebat tê domandin. Çîrokên dirjê bi sê xortan re çêdibin, lê min bi kurtasî xewnên xortan û encamên romanê anîn ser ziman.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.