Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çima Zagona Çapemenî û Weşanê li herêmê nîn e

09/07/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim

Li Rojavayê Kurdistanê her sal weke van çaxan, ango mehên hevînê xebatên weşan û çapkirina pirtûkan zêde dibe, ji ber ku weşanxaneyên li herêmê amadekariyên pêşangeha salane ya pirtûkan dikin, ku di destpêka payizê de tê lidarxistin. Bi zêdebûna xebatên weşan û çapkirinê dîse mijara başî û kêrhatina naveroka pirtûkên ku têne çapkirin derdikeve pêş. Di vê mijarê de her sal gelek gilî û gazin tên kirin ku naveroka gelek berhemên ku têne weşandin ne baş e, yan ne li gor rêzik û hêman û pîvanên zanistî, hunerî û wêjeyî ne. li ser van gilî û gazinan pirsa gelo çima Zagona Çapemenî û Weşanê li herêmên Rêveberiya Xweser tune ye, weke ku li gelek dever û welatan heye.

Li gorî gelek nêrîn û boçûnan hebûna Zagona Çapemenî û Weşanê li welatekî yan rêveberiyekê pir girîn e, ji ber gelek sedeman, ji wan sedeman ku ev zagon dikare sînorên derbirînê ji bo kesan destnîşan dike ku karibe boçûnên xwe derbirîne bêyî ku maf û azadiyên kesên din binpê bike. Zgaona Çapemenî û Weşanê rê li ber weşandin û belvkirina naverokên li dijî nirxên civakan digire, weke navrokên tundî û kîn û nefretê, yan jî agahiyên ne rast, yan jî êrikşkarî û binpêkirina taybetmendiya kesan. Her wiha ev zagon dê mafên afrêneriyê yên daner, nivîskar û weşangeran biparêze û dê bibe egera têvedana ber bi danîn û afrêneriya azad.

Ev tiştên me li jor anîn ziman li aliyekî, lê ya herî girîn li gorî gelek derdoran ku Zagona Çapemenî û Weşanê dê rê li ber weşandina pirtûk û berhemên qels û ne li gorî hêmanên zanistî û hunerî bigire. Ji ber di salên derbasbûyî de, bi dehan berhemên wêjeyê bi navê helbest, roman, çîrok û şano hatin weşandin, lê naveroka wan berheman pir qels û lawaz bû, çi ji hêla ramanê ve, çi ji hêla, ziman, hest, bedewî, huner û hêmanên din ên wêjeyê ve. Ji xwe ji ber ku rê û rêbazên çapkirina pirtûkan pir hêsan bûye, gelek nivîskar li benda weşanxaneyan namînin ku pirtûka wan çap bikin û biweşînin. Lewma her kes dikare destnivîsa xwe bibe cihekî çapkirinê û bi bihayekî arzan çap bike û bi xwe jî biweşîne û ahenga imzekirina wê pirtûkê jî li dar bixe.

Di rewşa heyî de, Dîwana Wêjeyê Ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîteyeke xwendin û nirxandina destnivîsan ava kiriye, ev komîte berheman dixwîne, dinirxîne û biryar dide ka bi kêrî çap û weşanê tê yan na. Hin sazî û weşanxane jî bêyî erêkirina Dîwana Wêjeyê pirtûkan çap nakin û naweşînin. Lê ti zagoneke fermî tune ku bihêle hemû sazî û her kes bêyî erêkirina Dîwana wêjeyê berhemê xwe çap bikin, ji ber ku zagon tune, xebatên Dîwanê jî nîvço dimînin. Pir girîng e ku saziyên têkildar, bi taybet meclisên zagonsaz ên Rêveberiya Xweser bi hevkariya desteyên çandê, yekîtiyên rewşenbîran û weşanxaneyên li herêmê, li gorî rewş û mercên herêmê destnivîsa Zagona Çapemenî û Weşanê amade bikin, bi derdorên têkildar re binirixînin û paşê jî bi fermî erê bikin da ku xebatên çap û weşanê li herêmê têkevin rêyeke tekûz û durist.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.