Argêş Vîyan/Qamişlo
Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyal Çolî bibîrxist ku rola paradîgmaya Rêber Apo ya Netewa Demokratîk asta çalakiyên hunerî xurt dike û wiha got: “Pêwîste ku parastina çand û hunera hemû pêkhateyan pêk were .”
Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê bi damezrandina Rêveberiya Xweser di sala 2014’an û heta roja îro karê xwe berdewam dike. Gelek navendên girêdayî Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê hatin avakirin. Mînak navenda Şûnwaran xebatên xwe dike. Her wiha navenda muzîkê ya ji bo zarokan a bi navê Orkêstra heye.
Di derbarê xebatên hunerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û plansaziyên wan yên dema pêş de, Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyal Çolî ji rojnameya me re axivî.
‘Em bi kelecanekê mezin ya çalakiyên hûnerî Banga Aşitî û Civaka Demokratîk didin danasîn’
Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyal Çolî da xuyakirin ku erka wan ya sereke ew e ku danasîna
berhemên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em weke endamên desteya çandê ya herêma Cizîrê projeyên xwe yên salê lidardixin. Li gor derfetên di destê me de em hewildidin çan û hunera Kurdî û deskeftiyên şoreşa Rojava bidin naskirin. Me di bin piştgiriya sazî û desteyên çandî gelek mihrîcan û festîval li bajarên kantona Cizîrê pêkanîn. Mihrîcana 10’emîn ya çand û hunerê ya Jin, pîrozbahiyên Cejna Ekîto ya pêkhateyên Siryanî, cejna Çarşema Sor ya Êzîdîyan û hwd. gelek mihrîcan û şahiyên wiha lidarxistin. Ji ber ku projeya ‘Netewa Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelan Rêber Apo pêşxistiye, hembêzkirina çand û kevneşopiyên hemû ol û baweriyan e. Hemû pêkhate, bawerî û çandên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jiyan dikin mafên wan ji aliyê desteya çand û hûnerê ve tên parastin. Li gorî vê yekê jî em bi pêşniyar û plansaziyan weke xebatkar û hevserokên desteyê dikevin nava kar û xebatên hunerî de. Di nava vê salê de jî, festîvala wêjeyî li baxçêyê xwendinê hat lidarxistin û ji nivîskar û hunermendên serkeftî re spasname û dîyarî hatin belavkirin. Di heman demê de li ser bîranîn û şermezarkirina komkujiya li ser gelê Ermenî di kantona Cizîrê li bajarê Hesekê û Qamişlo şano hatin pêşkêşkirin. Ji ber ku zarok pêşeroja civakê ne, peymangeha Mezopotamya bi navê “Zahûner” dibistanên hunerî yên zarokan hatin vekirin, li bin sîwana wan dibistanên hunerî de perwerdeya şano tên dayin. Herwiha navenda muzîkê ya ji bo zarokan a bi navê Orkestra heye. Di heman demê de dîsa ji bona zarokên herêmê li Amûdê, Şedadê pêşengeh û şahî ji bona zarokan hatin pêşkêşkirin.”
‘Em ê çalakiyên hunerî berdewam bikin’
Firyal Çolî da xuyakirin ku ew hewild didin astengiyên li pêşiya karê wan dibin asteng derbasbikin û wiha berdewam kir: “Em ji bona dubarekirin û kêmahiyên asta çalakiyên hundirîn de kêmekê lewaz man û em ê weke desteya çandê li ser pêşxistina wê bisekinin û plansaziyên karê dema pêş bi rengekî hîn xurtir pêkbînin. Guhertina cih, vexuendina hunermendên Kurd yên cûda û hwd. em li ser gelek plansaziyên demên pêş nîqaş dikin. Weke sala 2025’an li gor demên derbasbûyi hîn asta çalakiyan baştir bû. Mihrîcana Çand û Wêjê ya Jin, yek ji mihrîcana ku li baxçê Azadiyê li Qamişlo pêkhat û tevlîbûneke girseyi jêre çêbû. Ji aliyê naverok û tevlîbûnê ve, bi rastî jî yek ji mihrîcanên danasîna çanda Kurdî û deskeftiyên Rojava de mînakekê xebatên xweser bû. Ji bona rêjeya tevlîbûna çalakî û mihrîcanan zêde û xurt be, me wek deste pêşniyara guhertina cihên mihrîcana kir. Em êdî çalakiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên lidarxistin, ne tenê heremî û xwecihî werin meşandin û hewil bidin ku bibe netewî. Mihrîcana Jin ya Sînemayê ya Nûjiyan û mihrîcana huner û wêjeya jin jî mêvan û hunermendên tevlîbûnê biyanî bûn û hewildan heye ku asta çalakiyên ku têne meşandin were xurtkirin. Di dema pêş de wê hevserok û endamên desteyê serdana saziyên Rêveberiya Xweser û Ragihandina Azad bikin, ji bona ku peywendiyên di navbera saziyan de xurtbibin û bi hevre hîn baştir alîkarbin û kar û xebatên hev bişopînin.”
‘Di demên pêşiya me de amadekariyên gelek çalakiyan tên kirin’
Firyal diyar kir ku amadekariyên wan yên di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên hunerî berdewam bikin û wiha qedand: “Di wê mehê de gelek karên hevbeş û xweser dê bên meşandin. Di 10’ê Cotmeha 2025’an de 9’emîn Pêşengeha Şehîd Herekol bi guhertina cih dê bê lidarxistin. Di vê pêşengehê de li gorî derfetan wê tevlîbûna weşanxaneyên derve û yên hundirîn pêkwere. 5’emîn mihrîcana nîviskarên zarokan dê bê lidarxistin. Di heman demê de jî pêşengeha Osman Sebrî wê bê lidarxistin. Bi Banga Rêber Apo ya “Aşitî û Civaka Demokratîk” re erkê ku dikeve ser milê me hîn girantirdibe û pêwîste li gorî wî jî kar û xebat were meşandin. Di meha pêşiya me de, wê gelek şevbuhêrkên hunerî û roja helbestan bê lidarxistin. Bi hevkariya Desteya Çandê TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn dê, di demên pêş de konserên gel bên lidarxistin û di van konseran de wê tevlîbûna gelek hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên bîyanî jî beşdar bibin. Ev plansazî li ser asta 2 kantonan dê were organîzekirin. Pêşxistina asta çandî û hunerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşxistina civakê ye, ji ber ku kesayeta ku ji çanda xwe dûr be, di heman demê de bê nasname jî dimîne.”






