Hemza Sêvo/ Qamişlo
Sîstema paqijiyê ya selikên binê erdê rêbazeke nûjen e ji bo parastina jîngehê. Ev sîstem li gelek welatên cîhanê tê bikaranîn, herwiha ji bo bidawîbûna krîza qirêjbûnê ya bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev sîstem dikare bibe riya çareseriyê.
Projeya selkên çopê yên binerd
Bi bêşketina bajaran û zêdebûna hejmara şîneyan, pêwîstiyek bi çareserkirina pirsgirêka çop û qirêjiyê, bi rengekî pêşketî û hevala ekolojî hebû.Yek ji giringtirîn van projeyên ku bi riya wê kirîzên jîngehê tên çareserkirin, projeya selikên paqijiy yên binê erdê. Ev proje teknîkek ku carê yekem li Ewropa bi taybet li Holendayê di salên 1990’î de hate pêkanîn û paşê li welatên Kendava Erebî û Asyayê, li pêş ket û belav bû.
Rêbaza projeyê
Avakirina tora selikên paqijiyê yên jêrerdê li deverên giştî, bazar, nav malan û hwd… tên danîn, destpêkê konçal ango kortikek tê kolandin paşê bi çîmentoyê tê batonkirin. Herwiha selkên paqijiyên ku ji hesin çêbûne tên bicihkirin ku tevgera wan jî, ango daxistin û hildana wan bi rengekî hîdrolîkî be (gerok ber bi jor û jêr ve). Di dawiyê de ev kortik bi lewheyekî hesin tê girtin, tenê deverke vekirî dimîne û şêweyê selikeke biçûk jê re tê çêkirin da ku mirov bi riya wê qirêjê bixe selika binerd. Derxistina selikan ji bo avêtina çopê jî bi rengekî hîdrolîk derdikeve ew jî bi riya erebeyên paqijiyê yên xwedî hêzeke tevgerê ya hîdrolîkî ye.
Armancan
Di roja îro de mijara paqijiya jîngehê gelekî girîng e ji bo mirov ji ber ku gelek nexweşî ji ber qirêjiyê li mirov derdikevin. Armanc ji projeya selkiên binerd jî parastina mirovan ji nexweşiyan e, hem jî çakkirina wêneyê bajaran.
Kêmtirîn lêdanên bînî û hûrik. Li aliyekî din armanc parastina çopê ji lawirên ku dikevin nav qirêjê û çopa hundirê selkên li kolanan û qirêjê li erdê belav dikin e.
Armanca din jî xelaskirina şîneyên bajaran ji bêhna çopê ya ku dibe cihê acizî û bêhntengbûnê.
Nimûneyên cîhanê û herêmî
Holanda di asta yekem de navdar e ji bo bikaranîna sîstema selikên bin erdê. Di asta duyem de jî Spanya: Bi taybet Barcelona vê sîstem bi kar tîne. Heman demê Emîrat vê projeyê ji 2011’an ve bi kar tîne. Herwiha li Qeterê jî sîstema selkên binerd ji sala 2017’an ve tê bikaranîn. Li Idliba Sûriyê jî ev sîstem ji destpêka sala 2025’an ve di xizmetê de ye.
Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewcedarî vê sîstemê ye
Radeya qirêjê li hemû bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê dîtin, gelek sedemên vê diyardeyê hene, ji van sedeman kêmbûna asta çanda paqijiyê li gel civakê, ya din jî kêmasiyên aliyên eleqedar weke şarederayan e. Lê diyardeya ku hîn asta gemarê bilind dike ew e ku bi hebûna selikên paqijiyê, gemar û qirêj li derdora selikan kom dibe, hin kesên ku li çopê dixebitin û lawir jî bi armanca bidestxistina xwarinê dikevin nav çopê. Di encamê de qirêj dikeve erdê û bêhna nebaş belav dibe, ev yek jî dibe sedema ku civak ji selikan aciz bibin û her malek selika li pêşiya mala xwe dûr bixe, ev yek jî ji ber şêweyê ne baş û bêhna ne xweş. Lewma jî hebûna sîstema selkên binerd sîstemeke herî baş e ku bi riya wê hemû pirsgirêkên ku em li ser axivîn, çareser bibin. Herçendî ev proje li herêmê tune bin û teklufeya madî jî buha be, şaredariyên hemû bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarin sîstemeke wiha bipejirînin da ku ji gelek pirsgirêkan xilas bibin.






