Birûc Resûl/Qamişlo
Xwediyên bexçeyên sebzeyan yên bajarê Qamoişlo û cotkar û karkerên ku di bexçeyan de kar dikin diyar kirin ku kêmbûna baranê ziyaneke mezin gihand tevahî cureyên çandiniyê, ji ber wê berhemê îsal yê sebzeyan jî pir kêm bû.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandinî yek ji stûnên aboriya civakî ye. Ji ber têkçûna lîreya Sûrî û bilindbûna buhayê sebzeyên ku ji derve tên, gelek cotkar û kooperatîfên çandiniyê berê xwe dan çandina sebzeyan da ku rêgeza xwetêrkirinekê ava bikin. Lê belê ji ber ku di vê salê de baran kêm bû, zehmetiyên pir mezin hatin kişandin. Ev yek bû sedem ku sebze ji derva derbasî herêmê bibin.
Welatiyên bajarê Qamişlo Mûne Teban û Cûma El Abdullah ên ku di bexçeyan de kar dikin, her wiha xwediyê bexçeyê sebzeyan Mehmûd Osman Mihemed ji Rojnameya me re behsa rewşa çandinî û sebzeyan kirin.
Mûna Teban di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di vê salê de ewqas zehmetî di aliyê karê bexçeyan de derket. Ji ber ku barana vê salê pir kêm bû û encamek baş ji van sebziyan derneket. Em jî wek karkerên di baxçeyan de kar dikin zehmetiyên rojane dibînin. Her kes dizane ku rewşa aborî a herêma me pir zore, em jî dixwazin dema kar bikin vê rewşê hindekî baş bibe. Em ji seat 5`ê sibehê tên nav baxçê heya 2 nîvro û karê me giştî bi awayekî baş diqede, lê hêviya me ew e ku qezencekê ji vî karî bigrin da ku em bikaribin dabara jiyana xwe bikin. Em di sate de 3`ê hezar lêreyên Sûrî digirin, ev yek jî pir kême.”
‘Çandinî sitûna sereke ya aboriyê ye’
Di heman çarçoveyê de welatiyê bi navê Cûma El Abdullah da zanîn ku her sal zevî ji salên beriya wê cûdatire,
eger barana zivistanê pir be wê zevî baş be, lê dema ku baran kêm be him zevî kêm dibe û him nirxê berheman jî bûha dibin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Îsal sebzeyên me bi nirxekî pir kêm tên firotin û em jî di vê rewşê de zerarê dibînin. Em wek cotkar şev û rojên xwe di van zeviyan de derbas dikin, da ku dabara jiyana xwe bikin. Lê mixabin wek van salên bê berhemin, em ti qezencê baş ji karê xwe nagirin. Di dawiyê de jî hêviya min ew e ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk mazotê bi rêjeyekê baş bide kesê xwedî zevî, ji ber ku çandinî yek ji sitûnên sereke ya aboriya civakê ye.”
‘Pêwîste Rêverberiya Xweser destûr bide ku bîrên avê werin kolandin’
Di heman demê de xwediyê baxçeya sebzeyan a taxa Um El-Fursan Mehmûd Osman Mihemed diyar kir ku ew
zeviyên sebzeyên zivistan û havînî diçîne û wiha pêde çû: “Ez di erda xew yê çandiniyê de zebzeyên zivstanê û havînî diçînim. Bê guman her sal rewşa çanidiniyê cûde ye, mîna îsal barîna baranê pir kêm bû, erd tî û zuha ma, dema ku me tovên sebzeyan çand her sebze derneket ji ber ku erd kên av û zuha bû. Dema ku di demsala zivistanê de baran baş dibare, berhemek baş ji van zeviyan derdikeve lê dema baran nabare bandoriyek neyinî li çandiniyê û hem li cotkar tê. Ji ber ku em jî tovan û dermanên parastina şinahiyê ji kuriman û kêzkan bi nirxekî buha dikirin. Di rewşa WEKE Îsal de ku zuhayî heye em ava bîran bikar tînin. Bêguman em zehmetiyan di vî aliyê de em dikşînin ku mazot zû bi zû li erdên çandiniyê nayê belavkirin. Di heman demê de, dem ku av kêm be û sebzeyên havînî jî hene, pêwîst e Rêverberiya Xweser destûr bide ku bîrên avê ji bo çandiniyê werin kolandin.”
Mehmûd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Çandinî li aliyê Firatî û Cizîrê tê cûdakirina ji ber ku li aliyê Firatê ava çem heye lê li Cizîrê hemû li ser ava bîran û kehniyan ne. Em bi hêvîne ku rewşa çandiniyê li herêmê baş bibe û em berhemên baş ji bo gelê xwe derxînin.”






