Farûk Sakik
Bi banga Rêber Apo re serdemek nû di têkiliyên Kurd û Tirkan de destpêkir. Herkes derbasî nav rûpelên dîrokê bû û di arşîvan de dest bi lêgerînê kirin. Behsa şerê Milazgirê kirin û hetanî damezrandina Komara Tirkiyê hatin. Di van têkiliyên dîrokî de hertim rêveberiyên Tirkan serdestbûne. Li gor berjewendiyên xwe bi Kurdan re serdemên bi mantiq derbas kirine. Roj hat êrîşên qirkirina Kurdan dane destpêkirin. Kurdan jî 28 caran li dijî van êrîşên wan serîhildane. Desthilatdarên demê her çiqas zilûmkarbûn jî rûmeta civaka Kurd rencîde nekirine.
Piştî komara Tirkiyê dîsa êrîşî Kurdan kirin û Kurdan cara 29’an li dijî wan serhildanek dane destpêkirin. Di 27’ê Sibatê de gotin 100 sal berê ew têkiliyên di navbera herdû gelan de qut bûye emê ji nû de bidin destpêkirin. Ev herdû gel çawa di dîrokê de bihevre bûne hêz û ev erdnîgariya qedîm parastine, îro jî li dijî hêzên hatine Rojhilata Navîn û gav bi gav nêzî Tirkiyê dibin dikarin biparêzin. Lê dîsa bi du hin leyîstikan ketine. Di nexşeriya çareseriyê de dixwazin Kurdan(PKK bû gel û ji bo vê yekê peyva ‘Kurdan’ bikartînim) rencîde bikin.
Navê hedefa vê nexşeriyê wek ‘Tirkiyeyek bê Teror’ hat bi nav kirin. Her wek Kurdan bi serhildana 29’an heta roja me “teror” meşandine. Terora dewletê ya li hember Kurdan vedişêrin. Em têgeha ‘Tirkiyeya bê Teror’ wek êdî li hember Kurdan teror pêkneynîn bixwînin. Lê gavek din pêşve çûn ji gerîla pozîsyona teslîm bûnê dixwazin. Bi dîmenên çekdanînê an jî teslîm kirinê dixwazin bi rûmeta Kurdan bileyîzin. Gerîlla û çek ji bo Kurdan pîrozin. Ev yek wê pêkneyê. Bi rojane li ser vê yekê nîqaşên mezin tên kirin. Çi diqewime em nizanin. Lê bi tişta ku em baş dizanin Rêber Apo tucarî wê rê nede van hewldanên wan yên rûmetşikandinê.
Li gor agahiyên tên parvekirin, wê gerîla sembolîk hin çekê xwe bişewitîne û bi daxwiyaniyekê bibêjin em derbasî qonaxek nû dibin. Ji îro û şûnde bi rêbazên demokratîk siyasetê bimeşînin. Evqas. Îroj heger ku ev dewlet di şer de biserneketibe, mafê wê nîne di pêvajoya destpêka aştiyê de, ji gerîla dîmenên têkçûnê bixwaze. Di nav dewletê de kesên maqûl tevdigerin vê yekê dizanin. Lê di nav artêşê de hin alî hene di şer de israr dikin. Van kesan di sala 2015’an de li ser navê Ergenekonê tevdigeriyan. Wan kesên di salên 90’î de li dijî Kurdan komkujî pêkanîbûn. Van kesan dizanin ku heger di nav herdû aliyan de aşitîyek mayinde pêk were, wê bê kar û bê statu bimînin. Van kesan di dema cemaatê de li zindanan demek mabûn û piştî AKP’ê di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de biserneket, van kesan ji zindanê derxist anî ji nû de di nav artêşê de ew erkdar kirin. Van kesan îroj li qadên Gerîlla li du provaksyonanin. Ew teqîna 6’ê Tîrmehê ku 12 esker mirin jî parçeyek leystika van kesên dijberê aşitiyê bû. Hênjî nehatiye zelal kirin ka van leşkeran bi wê gazê li wê heremê çidikirin. Dewlet ji bo van kesan îkna bike bi du dîmenên bêrûmetkirinê ketiye.
Van kesan wê li hemberê serdema nû gelek astengiyan derbixin. Lê hêz û qûdreta wan ya midaxlekirinê tuneye. Pêngava aştî û civaka demokratîk carcarna wê giran bimeşe, lê di dawî de wê encam bigire, ji tecrûbeyên berê dersên mezin hatine girtin. Li Başûrê Kurdistan çek şewitandin û daxwiyaniya komek Gerîla wê vê pêngavê derbasî qonaxek nû bike.





