Zekî Bedran
Hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi berdewamî behsa yekîtî û yekparebûnê dike. Ev gotine ji bo kesên ku bi siyasetê re eleqedar dibin ne xerîb e. Yên ku li ser bingehek pir navendî û nîjadperest siyasetê dikin, yên ku li dijî demokrasiyê ne, pir caran serî li vê gotinê didin. Xetereya parçebûna Sûriyê heye? Na. Ma gel an beşên civakê hene ku dixwazin dewletek cuda ava bikin an jî cuda bibin? Na. Artêşa Tirkiyê hin axa Sûriyê dagir kiriye. Her wiha dagirkerî û destwerdanên Îsraîlê yên naskirî hene. Ji ber vê yekê, gelo hikûmeta Şamê qala vê yekê dike? Na. Hikûmeta Şamê heta niha di derbarê vekişandina leşkerên Tirkiyê ji Sûriyê de ti hewldan an daxuyaniyek nekir û nedaye. Berovajî vê, ew di rewşekê de ye ku dikeve bin baskê Tirkiyê. Hikûmeta Tirkiyê soz daye ku artêşa nû ya ku ew ê ava bikin perwerde bike, hwd. Hikûmeta Şamê bêyî wan hema-hema nikare ti gavan bavêje. Hêzên girêdayî HTŞ’ê nikarin bikevin herêmên ku ji hêla artêşa Tirkiyê ve hatine dagirkirin. Artêşa Tirkiyê tenê dikare bi qasî ku destûrê dide bi wan herêman re mijûl bibe. Sûriye veguheriye bazara vekirî ya Tirkiyê. Tirkiye di warê aborî de jî pir bi şans e.
Sedema rasteqîn a axaftina li ser yekîtî û yekparebûnê ew e ku pêşî li girtina daxwaza demokrasiyê ya gelê Sûriyê ye. Ew rêveberiyeke pir tûnd û navendî wekî yekane vebijêrkê pêşkêş dike. Yekîtiya herî xurt bi rêya jiyana bi hev re û bi awayekî azad û rêxistinkirî ya gelan e. Yekîtiya rasteqîn yekîtiya bi vîna gelan e. Ev yek azadiya raman û rêxistinê hewce dike. Divê bawerî û çandên cuda wekî dewlemendiyekê werin dîtin û neyên tepisandin. Destûra demikî ya ku ji hêla HTŞ’ê ve hatîye amadekirin, ti eleqeya wê bi demokrasî û pirrengiyê re nîn e. Hikûmeta demikî ya veguhêz tu eleqeya wê bi demokrasiyê û pirrçandiyê re tine. HTŞ’ê hewl dide ku her tiştê ku ji bo xwe guncaw dibîne bike. Gelê Sûriyê bi desthilatekê nû ya berdewemkirina hişmendiyekî olperest a rejîma Baasê re rû bi rû ye. Ger were gotin ku li Sûriyê şoreşek çêbûye, divê ev di pratîkê de jî xuya bik e. Divê hemû hêz, partî û tevgerên ku li dijî Baasê li ber xwe didin û demokrasiyê dixwazin beşdarê rejîma nû ya damezrandî bibûna. Lê, li şûna ku bi van hêzan re hevkariyê bike, HTŞ’ê armanc kiriye ku wan ji holê rake û rejîma xwe ava bike. Tiştê ku heta niha hatiye kirin, hewldanên ji bo avakirina rêveberiyek û pergalek e ku demokrasiyê ji holê radike û tenê berjewendiyên HTŞ’ê berçav digire ava dike.
Tirkiyê her tim Kurdan wekî gefekê ji bo veqetandin û dabeşbûnê di hundirê xwe de nîşan daye. Ji ber vê sedemê, hemû daxwazên rewa yên Kurdan red kiriye û tinehesibandin û tundûtûjiya xwe li ser vê bingehê ava kiriye. Qanûn û destûra xwe li ser vê paşguhkirina rêvebiriy e. Pergala Baasê jî bi awayekî cuda tevnegeriyaye. Wan jî Kurd paşguhkirine û bişaftineke hişk pêk aniye. Pergala Baasê li Sûriyê hilweşiya. Bê guman, bermahiyên wê yên bîrdozî û siyasî diviyabû werin derbaskirin. Lê, ev yek di hişmendî û pêkanînên HTŞ’ê de nayê dîtin. Ew hewl didin ku Kurdan û cudahiyên wan wekî gefek ji bo veqetandin û dabeşbûnê nîşan bidin. Kurdan qet daxwazek an jî xebatekî wisa nekirine ku ji Sûriyeyê veqetin û dewletek cuda ava bikin. Dema ku rejîma Baas’ê hilweşiyabû, wan daxwazek wisa nekir. Berovajî vê, wan dixwest pirsgirêkên xwe di nav yekîtîya Sûriyê de bi rejîma Baas’ê re çareser bikin. Baasê ev yek ne pejirand. Helwesta Kurdan niha jî wek berê ye. Ti daxwazên wan ên din nînin. Daxwazên wan demokrasî û pejirandina hebûna wan li nav xak û zagonên Sûriyê ne.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku DAIŞ ji herêmên xwe de derxistin, xwe birêxistin kirin. Ewlehiya xwe misoger kirin. Sistemeke demokratîk ava kirin. Ji bilî vê, wan li dijî kesî şer nekir û êrîşî kesî nekir. Berovajî vê, ew di bin êrîş û gefên rejîma Baas û hêzên din, bi taybetî Tirkiyê de bûn. Hilweşîna Baas’ê ji bo Kurdan û baweriyên din, ji bo kesên ku demokrasiyê dixwestin, şans û derfetek pêşkêş kir. Li şûna ku vê yekê rast binirxîne, HTŞ’ê rêyek şopand ku Kurd û Rêveberiya Xweser ji holê rake. Li şûna hevkariyê, têkbirin hilbijart. Dema ku ev çênebû, hilbijartin kir ku wan armanc bigire û ji hev dûr bixe. Nîşaneyên vê yekê di gelek waran de têne dîtin. Heta pirsgirêkên ku dikarin bi goftûgoyan werin çareserkirin û baweriyê zêde bikin jî, li ser bingeha bazirganî û dijberiyê têne çareserkirin. Nûçeyên di saziyên çapemeniyê yên şerê taybet de cih digirin di rojên dawî de cih digirin li şûna ku baweriyê zêde bikin, bêbaweriyê kûrtir dikin. Tê ragihandin ku hin Kurdên ku çûne Şamê hatine girtin. Ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateya ku hûn ê ji herêmên xwe dernekevin, hûn ê li Sûriyê siyasetê nekin. Ti tomet li holê tine. Pirsgirêk ev e ku ew Kurd in û mîna HTŞ’ê nafikirin. Ji bona Kurdan siyaset û rêxistinbûn li Sûriyê qedexe ye. Ev dikare wekî gef, çavtirsandin û dûrxistin û hwd. were binavkirin. Bê guman, ew pirsên wekî gelo li Sûriyeyê şoreşek hebû, ev çi şoreş e, û rastiya ku dilsozî û xebata hêzên demokratîk wekî sûc tê dîtin derdixe holê. Me gelek caran gotiye ku şoreşa li Sûriyê ji hêla HTŞ’ê ve hatiye dizîn û naveroka wê hatiye valakirin. Pirsgirêkên ku em niha pê re rû bi rû dimînin, nêzîkatiyên tiştên ku me di pratîkê de gotine ne. Eşkere ye ku em nikarin radestî van ferasetan bibin. Li dijî têkbirina şoreşê têkoşîn erkekê bingehîn e!!






