Hemza Sêvo/ Qamişlo
Serokê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê anî ziman ku hemû hêzên navdewletî li gorî berjewendiniyên xwe danûstandinan bi hikumeta Veguhêz a Şamê re dikin û got, “Rewşa gelên Sûriyê wê xirabtir bibe, pêwîst e sîstema navendî were şikandin û sîstemeke demokrat ku mafê hemû kesî biparêze, ava bibe.”
Siyaseta her dewleteke ku danûsetndinê bi hikumeta Veguhêz re dike cuda ye, bi mercên cihêreng in, tevî kiriyarên xerab yên kom û hêzên hikumeta Şamê ya Veguhêz, ev yek jî kirîzê li hemberî çareserkirina pirsgirêka gelên Sûriyê kûrtir dike. Derbarê heman mijarê serokê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Bîrê bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Piştî ketina rêjîma Baas û bi hatin hikumeta Şamê ya Veguhêz, çi guhertin li seranserî Sûriyê pêk hat?
Bi ketina rêjîma Baas û hatina hikumeta Veguhêz a Şamê re em nikarin bibêjin ku guhertin pêkhat. Gelên Sûriyê li benda ruxandina rêjîma dîktator a Baas bûn û guhertineke bingehîn li Sûriyê pêk were, hêviya wan jî ku azadiya gelên Sûriyê pêk were. Lê mixabin rêjîma Baas bi teşeyê xwe hat guhertin, rêjîmê bi riya îstixbaratî û kesayetên ku sûd jê werdigirtin, Sûriyê bi rê ve dibirin. Rewşa niha hîna xirabtir e, serokê Sûriyê xwe ji bo serokatiya demkî hildibijêre, dema wê 5 sal in, lê ev yek dê mayinde be. Herwiha serokê Sûriyê hertiş di destê wî de ye, ew serokê leşkerî, aborî û hwd… e û nabe ku hesab jê were xwestin li ser biriyar û kiriyarên wî. Me dît ku destûrek di demeke kurt de derket, hem jî avakirina Meclisa Gel bi rengekî ji xweber bêyî hilbijartinan endamên wê hatin pejirandin, di serdema rêjîmê de hilbijartin çêbûn, lê hilbijartinên şeklî bûn, niha ew hilbijartin jî çênabin. Rewşa Sûriyê ber bi reşbûn û tarîtiyê ve diçe, eger ev sîstem wiha berdewam bike wê rewş xirabtir bibe. Ji ber ku hêviya gelên Sûriyê an jî pêşeroja wan bi sîstemeke wiha dimre û dixetime, ev yek jî bi riya tiştê ku li ser rûyê erdê dibe nîşan dibe ku çiqasî hikumet di siberoja Sûriyê dikare bibe cihê pêkanîna daxwazên gelên Sûriyê. Hikumeta veguhêz tenê ji bo berjewendiyên xwe û razîkirina dewletên xwe kar dike. Di heman demê de tu projeyên wê ji bo gelên Sûriyê, azadiya gelan û demokrasiyê tune ye, ev yek jî di baweriya me de nabe cihê hêviya gelên Sûriyê.
-Hemû alî bi guman nêzî hikumeta Veguhêz a Şamê dibin, hem jî pêwendî û destekê didin vê hikumetê, gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Bi hatina hikumeta Veguhêz a Şamê re her kes pêwendî û têkliyên xwe pê re ava kir û xurt kir, hem jî hate qebûlkirin ji hêla dewletên mîna Ewropî, Erebî, dewleta Tirk, Amerîka û hwd… Destpêkê em ji bîr nekin ku ev hikumeta nû bi piştgirtiya Israîl, Birîtaniya, Amerîka û dewleta Tirk pêk hat. Di roja îro de hemû hêzên navnetewî yên ku me ew bi bîr xistin, ji bo berjewendiyên xwe destekê didin hikumeta Veguhêz û ne xema wan e çi bi serê gelên Sûriyê tê. Qet carekê van dewletan bi gelên Sûriyê nehizrîn ku daxwazên gelên Sûriyê ji bo pêşeroja welatên wan çi ye. Di serî de da ku Israîl koka Îranê têk bibe û nexşeya Rojhilata Navîn li gorî xwe saz bike, destek da Colanî, hem jî Sûriyê û hêza wê ya leşkerî têk bir da ku heya 50 salî jî nikaribe li hemberî Israîlê rabe. Siûdiyê jî ji destpêkê de alîkar bû bi Colanî re, rewş dişopand, heta roja îro jî hewldanên wê hene ku rûyê Colanî veguherîne Ehmed Elşeri, ev yek jî ji ber metirsiya wê ji hebûna Îranî li Sûriyê, bêyî ku rewşa gelên Sûriyê bipirse ku çiqasî pêkhateyên Sûriyê wê bighêjin mafê xwe. Li aliyê din jî Amerîka û Birîtaniya jî armanca wan ew bû ku rêjîma Baas têk biçe, ev yek jî da ku hêza Îranê û Hizbullahê li Sûriyê û Lubnanê tune bibe. Li aliyê din dewleta Tirk têkiliyên xwe bi rêjîma Baas û hikumeta nû re jî xurtkirin tenê ji bo yek armancê, ew jî ji bo ku gelê Kurd negihêjin mafê xwe.
-Di serdema rêjîma Baas û roja îro de jî her û her komkujî li ser gelên Sûriyê tên meşandin, hûn ji bo Sûriyeke demokrat ku mafê hemû gelan tê de parastî be, sîstemeke çawa guncav dibînin?
Ji destpêkirina aloziya Sûriyê ve heta roja îro kuştin li ser nasnamê û mijarên olî û baweriyê pêk hat. Kuştin pêk hat ji ber ku tu sunnî yî, kuştin çêbû ji ber tu elewî yî, kuştin çêbû ji ber tu Kurd î, ji ber tu Xirstiyan, Ereb û hwd… e. Li aliyekî din jî xîtaba kînê di navbera Kurd û Ereban de hat meşandin û gelek xebat ji bo xurtkirina vê yekê çêbû. Di roja îro de jî ev yek wiha ye, bingeha dadgeha veghêz tune ye li ser Sûriyê, ji ber ku yên ku komkujiyan li ser gelên Sûriyê pêk tînin, bi xwe dibin serwer li ser vê dadgehê, êdî wê çawa dadgeh û hesabxwestin bi cih bibe. Wekî em dizanin ev çar meh e ku komkujiyên tolhilandinê li ser Elewiyan pêk tê, ji bo vê mijarê jî Desteya Şopandina Rastiyan ji hêla hikumeta Şamê ve hat çêkirin, lê hîna vê saziyê tu encam dernexistine ji raya giştî re. Vaye hikumeta Veguhêz jî mîna rêjîma Baas kiriyarên xirab li ser gelên Sûriyê pêk anîn. Hemû pirsgirêk ji sîstema navendbûnê tê encamdan, heya ev desthilatdariya navendî neyê ruxandin wê komkujî li ser gelên Sûriyê bidomin. Lewma jî çareserî ew e ku mafê hemû pêkhateyên Sûriyê di destûrê de hebe, hem jî sîsema nenavendî, Rêveberiya Xweser ji bo hemû Sûriyê li gorî erdnîgariya wê bê avakirin, da ku gelên Sûriyê xwe bi rê ve bibin û pêşeroja xwe bi xwe hilbijêrin.






